Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Çapemeniye ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de hate ragihandin ku balafireke bêmirov a bombebarkirî ya artêşa tirk 31’ê Cotmehê êrîş bir ser gundê Toxar ê li bakurê bajarê Minbicê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, tevî êrîşa bi balafira bêmirov dewleta tirk û komên paramilîter bombe li gundê Ewn Dadat ê li bakurê bajêr barandin. Hate ragihandin ku di vê êrîşê de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn.