Artêşa dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê di satên êvarî de herêmên girêdayî Minbic, Kobanê û Til Rifatê bi çekên giran topbaran kirin. Di êrîşan de 2 zarok jî di navde 2 welatî hatin kuştin.
Minbic
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên kantona Minbicê bi çekên giran topbaran kirin. Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, di van kêliyan de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Seyade, Ewn Dadat, Toxar û Derec topbaran kirin.
Kobanê
Balafirên bêmirov ên artêşa dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov navenda bajarê Kobanê bombaran kirin. Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê parve kirine, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn balafirên bêmirov ên artêşa dewleta Tirk a dagirker navenda bajarê Kobanê yê Kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin.
Til Rifetê
Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarê Til Rifetê de 2 welatî di nav de zarokek şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn. Beriya çend kêliyan dewleta Tirk a dagirker bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê di encama topbaranê de 2 welatî di nav de zarokek şehîd bûn û 6 welatî jî birîndar bûne.