Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, duh piştî nîvê şevê gundê Siyade û Um Cilûd ên kantona Minbicê ji baregeha xwe ya li gundê Yaşilî yê dagirkirî, topbaran kirin.
Li gorî daxuyaniya navendê parve kiriye, 75 top li wê deverê ketine û hemwextî topbaranê balafirên bêmirov li asîmanê herêmê digeriyan. Der barê ziyanên vê topebaranê agahî nehatine parvekirin.
Hêjayî gotinê ye ku gelek caran rayedarên herêmî tînin ziman ku armanca dewleta tirk valekirina herêmê ye. Dewleta tirk bi vê yekê dixwaze herêmê ji xelkê wê vala bike da ku artêşa tirk û komên girêdayî wê bikaribin wan deveran bixin bin kontrola xwe.