Leşkerêr tirk duh li çoltarê Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dest bi operasyonê kir. Operasyona leşkerî didome. Walîtiyê 8 gund û qadên çoltarê ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlehiya taybet” ragihand û ketin û herêmê qedexe kir. Piştî biryarê jî leşkeran li herêmê liv û tevgera xwe zêde kir. Balafirên artêşa tirk serê sibehê saet derdora 05.30’an li qada Xirbê Xelo yê li çoltarê Çiyayê Bagokê bombebarankirin. Piştre jî 3 herêm bi helîkopteran hedefgirtin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî êrişa helîkopteran li herêmê dengê çekan bilind bû. Operasyon û liv û tevgera hewayî ya li herêmê didome.
Hat diyar kirin ku piştî operasyonê cenazeyên 2 kesên tê gotin li çoltarê Çiyayê Bagokê jiyana xwe ji dest dane, birin Qişleya Leşkerî ya Cevatpaşayê.