Artêşa tirk êrîşên xwe yên li dijî Rojava, yên bi hinceta êrîşa ku di 1’ê cotmehê de li dijî Wezareta Karên Hundir pêk hat, didomîne. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), artêşa tirk li dijî gundê Bişêriyê yê rojhilatê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê êrîşeke bombeyî pêk aniye.
Artêşa tirk êrîşa xwe li dijî 5 jinên kedkar ku li nava zeviyên pembû xebitîne pêk aniye û her pênç jin jî di encama êrîşê de birîndar bûne. Navên birîndaran wiha ne: Reksa Salih Fewaz (50), Xedîce Îdan El Temir (40), Fereh Ednan (25), Zêna Hemûd (20), Cûmana Hemad.
Birîndar destpêkê rakirin nexweşxaneyeke Dirbêsiyê û ji wir jî rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.