Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa tirk gundên bakurê kantona Minbicê topbaran dikin.
Li gorî nûçeyeke lezgîn a ajansa ANHA’yê , gundên Ewn Dadat, Hoşeriyê û Toxarê ji alî artêşa tirk ve bi guleyên hawun û obîsan tên topbarankirin.
Agahiyên der barê zerarên topbaranê de nehatin dayîn.