Tevî biryara KCK’ê ya bêçalakîbûnê jî artêşa tirk êrîşên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Hêzên Parastina Gel (HPG), der barê êrîşên artêşa tirk de daxuyaniyek da û daneyên nû yên êrîşên bi çekên giran ragihand. HPG’ê, diyar kir ku artêşa tirk ji hewayî û bejahî ve 23 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandiye.
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne:
Di 10’ê adarê de qada Deşta Kafya ya Garê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
Di 11’ê adarê de qada Girê Cûdî û qadên Çemço û Sîdayê 21 caran bi helîkopter, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.