Rêveberê giştî yî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê îro piştî ku Nexweşxaneya Kemal Edwan a li bajarokê Beyt Lahiya ya bakurê Xezayê bi darê zorê vala kir nexweşxane şewitand.
Rêveberê wezaretê diyar kir ku artêş beriya nexweşxaneyê bişewitîne, komkujiyeke mezin li derdora wê pêk anî û di encamê de 5 xebatkarên tenduristiyê di nav de 50 kes kuşt.
Çavkaniyên filistînî jî diyar kir ku artêşa Îsraîlê, nexweş, birîndar û xebatkarên tenduristiyê û rojnamegeran neçar kir ku nexweşxneyê vala bikin.
Çavkaniyan diyar kir ku “170 xebatkarên tenduristiyê di nav de nêzî 350 kes li nexweşxaneyê hebûn, piştî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dorpêçkirin, agahî ji wan bû.”
Hemasê bi daxuyaniyekê ev kiryar wekî operasyoneke qirkirinê bi nav kir û bang li civaka navneteweyî, neteweyên yekbûyî û tevahî dewlet û aliyên çalakî kir ku “li hemberî qirkirinê, ji bêdengiya xwe derkevin û ji ber sûcên wê yên li dijî mirovahiyê hesap ji Îsraîlê bipirse.”
Hate zanîn ku Nexweşxaneya Kemal Edwan a yekane li bakurê Xezayê ye ku xizmetê dike.