12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Israîlê: Me lîderê Hizbulaha Lubnanê kuşt

Berdevkê artêşa Israîlê Avichay Adraee bi daxuyaniyekê aşkera kir ku di êrîşên roja înê de lîderê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nesrulah jî hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihand û îdia kir ku li paytexta Libnanê Beyrûdê di êrîşên pêk aniye de lîderê Hizbulahê Hasan Nasrallah kuştiye. Di daxuyaniya artêşê de wiha hat gotin: “Hasan Nasrallah dê êdî nikaribe dinyayê terorîze bike.”

Li gorî agahiyên malpera El Hedes’ê Berdevkê artêşa Israîlê Avichay Adraee di daxuyaniyekê îro anku 28’ê îlonê de got ku êrîşên roja înê ên li dijî navendaeke Hizbulahê bûne sedema kuştina lîderê Hizbulaha Lubnanê Hasan Nasrallah.

Her wiha li gorî hin çavkaniyên medyaya Israîlê, di êrîşa li dijî navenda Hizbulahê de hin berpirsên payebilind ên Îranê jî hebûne.

Di heman çarçoveyê de Serfermandarê artêşa Îsraîlê Herzî Halevî jî der barê vê êrîşê de wiha got: ” Ev peyameke aşkera ye ji her kesê ku gefan li hemwelatiyên Îsraîlê dixwe, em ê bizanibin çawa xwe bigihînin we.”

Hêjayî gotinê ye ku heta bi niha ji Hizbulahê der barê aqûbeta Nasrallah de ti daxuyanî nehatiye dayîn. Lê li gorî hin dezgehên ragihandinê ya Îranê, Nasrallah sax e.