Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê şevê din konvoya kamyonan a ji Sûriyeyê derbasî Lubnanê dibû, kir hedef. SOHR da zanîn ku di êrişa li nêzî herêma Qesîr a nêzî sînorê Lubnanê hatibû kirin de, 3 sûriyeyî yên bi Hizbullah re kar dikirin û du lubnan mirin, 5 kes birîndar bûn û 2 jî windayî ne.
Li gorî AFP’ê jî ku agahiyên xwe ji çavkaniyeke leşkerî girtin, di êrişa bi 9 moşekên Îsraîlê ya li dijî tankarên peterolê de, herî kêm 3 endamên Hizbullah hatin kuştin. AFP’ê ragihand ku Îsraîlê li herêma Hermel a Lubnanê (140 kîlometereyan nêzî sînorê Îsraîlê) jî avahiyek bombebran kir.