12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Iraqê hêzên xwe xiste rewşa amadebûnê

Bi pêşengiya serokerkanê Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarallah civînek ewlekariyê hate lidarxistin, di civînê de bang li hemû hêzên Iraqê hate kirin ku bikevin rewşa amadebûnê

Li Iraqê piştî êrişên Îsraîl yên li ser Hizbulaha Lubnanê, liv û tevgera leşkerî destpê kiriye. Li gorî daxuyaniyek Wezareta Parastinê ya Iraqê bi pêşengiya serokerkanê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarallah û bi tevlîbûna Cîgirê Serokê Giştî yê Operasyonên Hêzên Bejayî, Esmanî, fermandar û Rêveberê Plandanînê, civînek ewlekariyê hatiye lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de rewşa ewlekariya herêmê, guhertinên dawî û astengiyên li pêşiya hêzên ewlekariyê hatine gotubêjkirin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên ewlekarî yên Iraqê hate kirin ku di asta herî bilind ya ewlekarî û amadebûna ji her rewşek awarte re, hazir be.