Ji parêzerên Komeleya Parêzerên Demokrasî û Mafên Mirovan ên Cîhanê ya Ewropayê (ELDH) Michela Arricale ku di Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê de cih digire, têkildarî tecrîda li Îmraliyê, helwesta CPT’yê û xebatên ji bo dema pêş bi ajansa MA’ê re axivî. Arricale got ku Tirkiye ji bo birêvebirina pirsgirêka kurd, tecrîdê weke amûreke siyasî bi kar tîne.
Sepana tecrîdê ya sêalî
Arricale, diyar kir ku pirsgirêka kurd û tecrîd girêdayî hev in û ev tişt anî ziman: “Ji bo birêvebirina pirsgirêka kurd, tecrîda li Îmraliyê weke amûrekî siyasî tê bikaranîn. Tecrîd sêalî ye. Aliyek li dijî Abdullah Ocalan, aliyek li li dijî gelê kurd û aliyê din jî li dijî muxalîfan e. Tecrîda li ser Ocalan tu eleqeya xwe bi hiqûq û pergala cezayê nîne. Bi tevahî hewldaneke tolhildanê ye. Bi tecrîdkirina wî re dixwazin pirsgirêka kurd jî bêdeng bikin. Bi tecrîdkirina civakê re dixwazin civakê nekêr bikin. Anku tecrîda civakî bi bikaranîna tecrîda darazê pêk tînin. Ji ber ku bandora tecrîdê ne tenê li ser girtiyan lê li ser xizmên wan jî heye. Lewma ev tecrîd li parêzer, bijîşk, xizm û hemû hevalên wan tê kirin.”
Abdullah Ocalan ji gel tê îzolekirin
Bi domdarî Arricale destnîşan kir ku bi pergala tecrîdê re tê xwestin ku Abdullah Ocalan ji civak û gel were îzolekirin û wiha got: “Tirkiye tenê li welatê xwe mekanîzmaya tecrîdê li ser kurdan û rêberê wan naxîne meriyetê, her wiha di qada navneteweyî de jî ji bo PKK û Ocalan gotina ‘terorîst’ bi kar tîne û zextê lê dike. Bi vê sedemê hewl didin rêberê gelê kurd tecrîd bikin, pirsgirêka kurd îllegalîze bikin û vîna gelê tirk jî li derve bihêlin. Di dema serdanê de tevahiya şandeya me şahidiya vê yekê kir.”
‘Tecrîd, tiştekî ji îşkenceyê xêdetir e’
Di berdewamê de Arricale daxuyand ku tecrîda li Îmraliyê rewşeke hiqûqî nîne û wiha axvî: “Rewşeke siyasî ye. Sedema vê tecrîda girankirî, tirsa Erdogan e. Ji ber ku Erdogan ji Ocalan pir ditirse. Erdogan hem ji komên neteweperest ditirse hem jî bi astengkirina birêz Ocalan re hewl dide pêşî li ber fikrên wî bigire ku civak jê hay nebe. Ji ber ku rewşa birêz Ocalan tê wateya binpêkirina hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî û hemû standartên siyasî ye. Rewşa Ocalan, ji îşkenceyê wêdetir e. Ji ber ku ev du sal in nayê zanîn bê ka dijî yan na. Ji rewşeke îşkenceyê girantir dijî.”
‘Diviya CPT’yê rapora xwe ya Îmraliyê eşkere bikira’
Arricale, destnîşan kir ku diviya CPT’yê rapora xwe ya Îmraliyê eşkere bikira û wiha derbirî: “Diviya fikraya duyemîn a xala duyemîn a peymana CPT’yê li dijî îşkenceyê bihata bikaranîn. Heke dewlet destûrê nede jî CPT kengî bixwaze dikare eşkere bike. Ji ber ku Ocalan di tecrîdeke giran de ye û diviya li dijî îşkenceyê ev rapor bihata eşkerekirin. Di vê mijarê de berpirsyartî dikeve ser milê saziyên mafên mirovan. Ji bo pêşxistina bibiryarbûna CPT’yê û parvekirina raporê divê têkoşîneke xurt were dayîn.”
Raporên ku CPT’yê beriya niha eşkere kirin
Arricale, axaftina xwe wiha qedand: “Di demên berê de tevî nerazîbûnên welatan jî CPT’yê raporên xwe eşkere kirin. Weke mînak; li dijî Hollandayê û gelek partiyên siyasî raporên xwe eşkere kir. Anku heke ev rapor eşkere bikira dê tiştekî nû nekira. Divê temamiya vê raporê eşkere bikin.
Divê li dijî van binpêkirinên giran ên Tirkiyeyê, hewldanên hiqûqî hebin û zextekî giran li Tirkiyeyê were kirin. Divê hikûmeta tirk standartên hiqûqa mafên mirovan a birêz Ocalan û hemû girtiyan baş bike. Weke komele, partiyên siyasî û enternasyonalîstan; ji bo hemû kesên li dewletên me û saziyên me di vê mijarê de tiştekî bikin em ê wan bidin zorê û vê raporê parve bikin. Ez bi zanebûn dibêjim ‘divê em bidin zorê.’ Ji ber ku, dewlet ji ber cihê jeopolîtîk ê Tirkiyeyê van tiştan bi dilxwazî nakin. Tirkiye endama NATO’yê ye û pirsgirêka penaberan li dijî Yekitiya Ewropayê weke şantajê bi kar tîne. Lewma zehmete ku mirov welatên rojavayî li dijî Erdogan qanek bike. Lewma tecrîd ne tiştekî hiqûqî lê siyasî ye. Ji ber ku hiqûq li gel Ocalan e. Kes nikare berevajiya vê îdia bike.”