Ji roja destwerdana Amerîkayê ya sala 2003’yan ve, li Iraqê aloziya rêvebirinê heye. Sedemên vê aloziyê nakokiyên di navbera hêz û partiyên iraqî yên şîa, suuna û yên kurdî de li ser desthilatdariyê ne. Tenê gel fatoriya van nakokiyan didin. Ev alozî heman demê rê li ber destwerdanên derve, bi taybet Îran, Tirkiyê û Amerîkayê vekir.
Piştî hilbijartinên parlamentoyê ku bereya 10 mehan pêk hatibû, li Iraqê pêşketinên dramatîk li ser astên siyasî û gel çêbûn. Di hilbijartinan de Tevgera Sedir li pêş bû, li pey wî hevbendiya sunna ya bi serkêşiya Mihemed Helbûsî bû ku bû serokê parlamentoyê. Lê Tevgera Sedir nikarî hikumetê ava bike, piştre serokê wê Muqteda Sedir ji parlamentoyê vekişiya û her wiha dev ji xebata siyasî berda, alîgirên wî jî daketin qadan, herêma Kesk a Bexdayê dorpêç kir û derbasî avahiya parlamentoyê û koşka serokatiyê bûn.
Lı Iraqê 2 alozî
Profesorê iraqî Sadiq Atmîş ji ANHA’yê axivî. Atmîş got: “Li qada siyasî ya Iraqê 2 nakokî hene. Ya yekemîn di navbera hêz û partiyên serdest de ye ku hemû îmkanên xwe yên leşkerî û diravî di van nakokiyan de bi kar tînin. Ev nakokî di navbera 2 eniyan de ye; partiyên îslama siyasî ya şîa anku di navbera eniya Çarçoveya Hemahengî û eniya Tevgera Sedir de ye. Nakokiya duyemîn jî di navbera hêzên partiyên serdest; şîa, suuna û partiyên kurdî de ye. Ev nakokî di navbera hemû hêzên siyasî de heye û hêzên gel ên bi nûnertiya partî, kombûn û rêxistinên ku hewl didin dewleta Iraqê ya demokratîk a li ser bingehê hemwelatîbûn û edaleta civakî ava bikin.”
Sadiq Atmîş diyar kir ku nakokiyên di navbera partiyên serdest ên Iraqê de ne li ser bernameyeke nîştimanî an jî tedîbrên pêşxistinê ne, lê li ser parvekirina xenîmetan e û wiha pê de çû: “Di rastiyê de nakokî di navbera partiyên serdest de ne ser bernameyeke nîştimanî an jî tedîbrên pêşxistinê yan jî çaksazkirina encamên siyaseta gendeliya rêveberî û diravî ya li dewleta Iraqê ne, lê belê ev nakokî li ser parvekirina xenîmetan di navbera dizan de ye ku karîbûn hemû îmkanên xwe yên madî û enerjiya mirovî bi kar tînin. Nakokiya di navbera hêzên partiyên serdest de ne tenê di çarçoveya siyasî de ne, lê belê çekên li gel eniyên nakokiyê (Çarçoveya Hemahengiyê û Tevgera Sedir) de hatin bikaranîn.”
Atmîş bal kişand ser nakokiyên di navbera gel û partiyên serwer ên Iraqê û diyar kir ku nakokiya gel a bi partiyên hêzên “dizên serdest” re ji sala 2005’an ve dest pê kir, car caran xurt dibe û carcaran jî lawaz dibe. Atmîş bi domdarî got: “Di encama nakokiya heyî de şoreşa Cotmehê dest pê kir, heger carcaran kêm dibe jî lê heta îro çirûska wî venemirî ye. Li hemberî hemû serhildanên gel, bi taybet ên 3 salên dawî, hemû rêbazên çewisandin û çêk li dijî xwepêşanderan hatin bikranîn û gelek çalakvan hatin qetilkirin. Hejmara ciwanên serhildêr ên ku bûne qurbanî ji yên ji ber terora DAIŞ a li Iraqê zêdetir bû.”
Destwerdana derve
Sadiq Atmîş diyar kir ku şoreşa Iraqê dewam dike, rojên bê wê bibin qada sûprîzan. Her wiha bal kişand ser destwerdana derve ya li Iraqê û wiha pê de çû: “Yek; normal e ku siyaseta Amerîkayê bi hikumetên Iraqê re dan û standina bike. Amerîka piştî bidawîbûna rola ajanên rejîma dîktator a Baas a berê hat. Şêwazê vê dan û standinê, her tim li gorî plana ku balyoza Amerîka ya li Iraqê ye, ku saziya herî mezin a Amerîka li Rojhilata Navîn e. Amerîka bi hevkariya dewletên kendavê, hewl dide tevahî herêmê normalize bike da ku Rojhilata Navîn a nû ava bike ku erka wê parastina statûya Îsraîlê ya bê be û rê li ber hevkatiya hin dewletên herêmê bi Çînê re bigire. Her wiha baregehên daîm ên hêzên terorîst ên ku niha di nav DAIŞ’ê de cih digirin, weke metirsiyeke daîmî ku welatên ku pê re rû bi rû ne, divê alîkariya Amerîka di warê siyasî û leşkerî de bixwazin. Di heman demê de siyaseta Amerîkayê ji bo misogeriya çavkaniyên enerjiyê ye, rê li ber îsalma siyasî bi rengên wê yên sunna û şîayê veke da ku nakokiyên mezhebî mayînde bikin, destekê bidin tundrawa taîfî ya ku destekê ji Îranê digire, her wiha ji bo gelek mecalên din ku armanca wan geşkirina rola siyasî ya Amerîka ye.
Du; destwerdana Îranê ye. Rola Îran li herêmên ku di aliyê siyasî de kontrol dike, bi navê mezheba şîa ye. Îran ala derew a djibertiya siyaseta Amerîka li herêmê hildide.
Xema Îranê ne mezheba şîe ye bi qasî ku misogerkirina hebûna xwe û domandina Wilayeta Feqîh e ya ku hemû îmkarên xwe bi kar tîne, çi li hundirê Îranê be, çi bi rêya nûnerên xwe yên li Îran, Iraq, Sûriye û Yemen û Behreynê be. Îran desteka çekdarî dide rêxistinên girêdayî partiyên xwe çi yên di nav desthilata serwer be an jî derve be. Ev desteka ji aliyê Îranê ve wekî xeta li hemberî desteka dewletên Kendavê ye ku pêşkêşî ajanên xwe yên li Iraq û herêmên din ên serweriya Îranê dike.
Sê; Tirkiye ye. Êrîşa dawî ya Tirkiyê ya li ser Dihokê hişt ku gelek şîrovekarên siyasî kûrahiya hegemoniya Tirkiyê ya li Başûrê Kurdistanê lêkolîn bikin. Her wiha hikûmeta Iraqê jî teşwîq kir ku êdî li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê nikare di bêdengiyê de bimîne.
Li ser vê yekê serfermandarê artêşa Iraqê Ebid El Emîr Yarallah daxuyanî da û got, 5 baregehên leşkerî yên sereke yên hêzên Tirkiyê li bakurê Iraqê hene ku ji zêdetirî 4 hezar leşkerên Tirk pêk tê. Yarallah di civîna awarte ya parlamentoya Iraqê de ya der barê bandorên êrişên dawî yên Tirkiyê yên li ser Iraqê de hatibû lidarxistin, eşkere kir ku rewşeke zêde ya derbasbûna Tirkiyê û dagirkirina gelek herêman li herêma Kurdistana Iraqê heye. Yarallah bal kşiand ser baregehên artêşa Tirk ên li Iraqê û got: Di sala 2021’ê de hejmara nuqteyên artêşa Tirk li Iraqê 40 bûn. Destpêka îsal 2022’yan bûn 90, îro jî 100 nuqte li hundirê xaka Iraqê hene ku ne dûrî herêmên Zaxo û Îmadiyê yên parêzgeha Dihokê ya li beramberî Tirkiyê ya li herêma Kurdistana Iraqê ye, di demekê de ku di navbera Bexda û Enqere de 376 km, an ku sînorê Kurdistana Iraqê heye.”
Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûda Hisên daxuyandibû ku êrişên Tirkiyê yên li ser serdestiya Iraqê ji sala 2018’an ve gihişt 22 hezar û 700’an.
Sadiq Atmîş anî ziman ku ev êriş û gelek êrişên din ên li ser Sûriyê jî bi zelalî nîşan dide ku nîjadperestiya Tirk a bi serokatiya Erdogan di pêkanîna planên xwe de berdewam e ku gelek caran daxuyand ku sînorê Tirkiyê yê heyî, ne sînorê ku dixwaze xêz bike, lê belê plana wê avakirina dewleta Osmanî ye.
Atmîş îşaret pê kir ku tiştên li Başûrê Kurdistanê rû didin, li ber çav û guhên hikumeta herêma Kurdistana Iraqê tên kirin, lê hikumet bêdeng dimîne û wiha domand: “Lê belê serdanên di navbera her du aliyan de têkiliyên xurt ên di navbera partiyên kurdî yên serdest û siyaseta şovenist a Tirkiyê nîşan didin.”
Atmîş bal kişand ser hilbijartinên parlamentoya Iraqê û wiha axivî: “Hilbijartinên vê dawiyê yên ku li Iraqê li dar ketin, fêlbaziyek bû. Tevî ku encamên wê ji sedî zêdeyî 20 temsîla gel Iraqê nedikir, ji ber ku piraniya gel boykut kir, lê hêzên serdest xwestin ku hilbijartinan derbas bikin. Hilbijartinên bi vî rengî ne dihat çaverêkirin ku ji bo baştirkirina rewşê bibe alîkar, ji ber ku heman diz bi xwe re anîn.”
Binkeftina tevgera Sedir
Atmîş behsa sedemên binkeftina Tevgera Sedir a ku di hilbijartinên parlamentoyê de li pêş bû kir û wiha pê de çû: “Lîsteya serketî an ku Tevgera Sedir nikarî hikumetê ava bike, ji ber ku nikarî şirîkên xwe bi para xenîmetên ku di wezaret, an jî wezîfeyên din ên rêveberiyê di dewleta Iraqê de bidest bixin, bide îqnakirin. Yanî dan û standinên ku di navbera van aliyan de çêbûn, ne li ser bernameyeke siyasî an jî projeyên aborî an jî çandî û wekî bûn, lê belê li ser parvekirina xenîmetan bûn ku li ser wê lihevkirin çênebûn.”
Profesor Sadiq Atmîş da zanîn ku vekişîna Sedir û parvekirinên wî yên di Twitterê de zêde bawerî pê nayê û got: “Ez bi xwe wekî madeyekî ji bo şîroveya siyasî yan tesbîtkirina rewşeke taybet di çaksaziyê de nabînim. Zilam destpêkê li gorî proseya siyasî meşiya û gelek wezîfe û mîsyon di dewletê de girtin, ruxmî hemû îdiayên wî yên ji bo sererastkirinê, lê hewldanên wî hîna hene.”
Sadiq Atmîş destnîşan kir ku rewşa niha ya Iraqê bandorê li Sûriyê jî dike û got: “Tiştê xwezayî ye ku girêdaneke di navbera rewşa Sûriyê û Iraqê de hebe û têra wê yekê ye ku em asta destwerdana siyaseta Îranê di siyaseta Sûriyê de nîşan bidin. Divê her du welat zanibin ku armanca vê siyasetê yekitiya eniya ajanên xwe yên li her du welatan e, nemaze ku her du sûcdar li lutkeya siyasî ya her du welatan disekinin.”
Çavkanî: Ajansa ANHA’yê