9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca Tirkiyeyê dagirkirina Kobanê ye

Nûnerê Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer diyar kir ku pêdivî bi Sûriyeyek demokratîk ku hemû pêkhate cihê xwe bigirin heye û got: “Armanca Tirkiyeyê dagirkirina Kobanê ye.”

Şandeya ku di nav de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hene bi parlamenterên Parlamentoya Ewropayê û komên li parlamentoyê re hevdîtin kirin. Şandeya ku ji nûnerê Ewropayê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Omer, hevserokê HDP Cahît Kirkazak, nûnerê DEM Partiyê yê Ewropayê Eyup Doru û nûnerê DEM Partiyê yê Konseya Ewropayê Fayik Yagizay pêk hatin, li Parlamentoya Ewropayê gelek hevdîtin kirin.

Şandeyê li Strasbourg a Fransayê bi Koma Çep, Koma Kesk, partiyên liberal û demokratîk re hevdîtin kirin. Di civînan de serokê şandeyê Ebdulkerîm Omer li ser qeyrana siyasî ku li Sûriyeyê bi pêş dikeve agahdarî kirin. Dîsa di hevditinan de bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava. Di hevdîtinan de li ser mijarên siyasî, leşkerî, mirovî, aborî û ewlekarî yên ku dê li tevahiya Sûriyeyê derkevin û li ser êrîşên dagirkeriyê û qeyrana siyasî, zêdebûna metirsiya DAIŞê û pirsgirêka çareseriyê nirxandin kirin.

Ebdulkerîm Omer xwest tevî her tiştî divê Rojava bê parastin. Ebdulkerîm Omer tekildarî hevdîtinên xwe yên li Parlamentoya Ewropayê agahî dan. Ebdulkerîm Omer anî ziman ku 3 rojan li Strasbûrê tevlî civîna Parlamentoya Ewropayê bûn û wiha got: Ev civîna li Parlamentoya  Ewropayê li ser rewşa  Sûriyeyê pêk hat. Em tevlî civîna komeke partiyên Çep û komeke Partiya Çepên Kesk a Parlamentoya  Ewropayê bûn. Me bi gelek parlamenterên komên Partiyên kesk, partiyên çep, partiyên lîberal û demokrat re hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de em bêtir li ser rewşa Sûriyeyê axivîn. Em bi taybetî li ser rewşa Sûriyeyê ya piştî hilweşandina Rejîma Baasê axivîn. Me diyar kir ku yên herî zêde zor, tahdeyî ji destê pergala Beşar Esad kişandin em kurd bûn. Me got ku her çend pergala Esad çû jî dîsa guman û fikarên me hene. Me xwest li Sûriyeyê hikûmet û dewleteke demokratîk ku hemû bawerî, netew, çand, û ziman bi reng û vîna xwe bijîn bê avakirin. Me got wekî kurd, durzî, suryan, jin û yên din divê bi vîn, reng û nasnameya wan bên dîtin û parastin. Baweriyên durzî, elewî, êzidî divê bên parastin û bikaribin azad bijîn. Divê hemû bibin beşek  ji pêşeroja Sûriyeyê û hemû pêkhate bi hev re pêşeroja Sûriyeyê ava bikin.”

Pêdivî bi Sûriyeya demokratîk heye

Ebdulkerîm Omer anî ziman ku ew li dijî Sûriyeya navendî ne u wiha axivi: “Eger Sûriyeyeke navendî bê avakirin dê ew dîktatoriya berê dîsa xwe dubare bike. Divê vîna hemû pêkhateyan bê dîtin û esasgirtin. Me xwest ku pêdivî bi dewleteke demokratîk ku hemû pêkhate bikaribin tev lê bibin û bibin xwedî biryar bê avakirin. Em zêdetir li ser êrîşên Dewleta Tirk rawestiyan. Em li ser rewşa koçberên Til Rifat û Şehbayê rawestiyan. Me diyar kir ku ya bûye sedema koça 150 hezar şêniyên Şehba û Til Rifatê êrîşên Dewleta Tirk bû. Ji ber êrîşan, em mecbûr man ku wan derbasî Rojhilatê Firatê bikin. Ji bo ji komkujiye rizgar bibin, neçar man dîsa koçber bibin.”

Êrîş dibin sedema koçberiyê

Ebdulkerîm Omer bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Minbic û Rojava û wiha axivî: “Li Minbicê komkujî pêk anîn. Dîsa  armanca nû ya Tirkiyeyê ew e ku Kobanê dagir bike. Me ev fikarên xwe anîn ziman. Me diyar kir ku Kobanê bûye remza berxwedan û azadiyê. Kobanê bûye sedem ku DAIŞ bişikê. Me destnîşan kir ku Serokkomar Erdogan dixwaze Kobanê û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Me xwest bi lez ev êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê û tevahiya Rojavayê bên rawestandin. Me got ku eger êrîş bidomin dê dîsa pêlek mirov koçî welatên Ewropayê bibin. Me xwest ji bo mirov koçber nebin, divê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin.”

Şaneyên razayî yên DAIŞê hene

Ebdulkerîm Omer bal kişand ser şaneyên razayî yên DAIŞê û ev agahî parve kirin: “Me destnîşan kir ku bi dehan şaneyên razayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. 15 hezar çeteyên DAIŞê di girtîgehan de ne. 45 hezar malbatên DAIŞiyan di kampên Hol û Roj de ne. 10 hezar kesên ku berê zarok bûn bi heman hişmendiyê hatine perwerdekirin. Ev êrîş bidomin dê deriyê kampan vebe û zarokên DAIŞê de belav bibin. Ev ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya cîhanê talûkeyeke gelek mezin e. Me got divê ev êrîş bên rawestandin û li tevahiya Sûriyeyê agirbestek bê îlankirin. Me ji bo koçberan alîkarî xwest. Kesên koçber bûne niha di rewşeke pir xerab de ne. Me diyar kir ku niha wekî Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derfet tune ne ku ji bo van koçberan bibe alîkar. Divê berî her tiştî agirbestek li herêmê bê îlankirin.”

Ebdulkerîm Omer da zanîn ku kesên li wan guhdar kirine jî agirbestê li Sûriyeyê dixwazin û wiha bi dawî kir: “Ew jî dixwazin di hikûmet û rêveberiya Sûriyeya nû de hemû bawerî, pêkhate û netewe beşdar bibin û vîna wan hebe. Dixwazin hemû kêmnetew beşdar bibin. Dostên kurdan li Ewropayê pir çêbûne. Hemû dixwazin mafên dîn û baweriyan biparêzin û dîsa rêveberiya jinan bê parastin. Hemû li dijî komkujiya Sûriyeyê ne. Hemû dixwazin di pêşeroja Sûriyeyê de kurd xwedî erk û ristekeke mezin bin û kurd di rêveberiya Sûriyeya nû de bigirin.”