Desthilata AKP-MHP’ê di polîtîkaya xwe ya tecrîdê de israr dike û Îmraliyê tecrîdeke giran li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş disepîne. Ji ber vê israra tecrîdê 14 meh in agahî ji Ocalan, Konar, Yildirim û Aktaş nayê girtin. Herî dawî di 25’ê adara 2021’an de Ocalan bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî û ji vê rojê ve desthilata AKP-MHP’ê bi daraza tirk hevdîtinên parêzeran û malbatan ên li Îmraliyê bi hincetên “cezayê dîsplînê” qedexe dike. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, herî dawî li dijî vê polîtîkaya tecrîdê ya desthilata AKP-MHP’ê di 9’ê gulanê de serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê da. Heta niha CPT’yê bersiv nedaya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û neketiye nav tu hewldanê.
Dayik û xwişka Weysî Aktaş ku di sala 1994’an de bi angaşa “endamtiya rêxistinê” hat girtin û di sala 2015’an de di çarçoveya pêvajoya “çareseriyê” de sewqî Îmraliyê hat kirin, ji rojnameya me re axivîn û tecrîda li Îmraliyê nirxandin. Dayika Aktaş Faîke Aktaş û xwişka wî Sabîha Aslan, destnîşan kirin ku li Îmraliyê gelek zext li Ocalan, Aktaş û girtiyên din ên li cem wan tê kirin.
Destpêkê dayika Aktaş Faîke Aktaş axivî. Aktaş, destnîşan kir ku ji ber tecrîda li Îmraliyê 8 sal in kurê xwe neditiye û ev tişt got: “Ne gotineke wî ne nameyeke wî û ne jî dengê wî hetiye me. Berê min di xewnan de ew didît niha êdî ew jî tuneye. Niha jî ez nikarim tu tiştek bikim hemû laşê min bûye cihê nexweşiyê. Êdî taqet di canê min de nemaye, emrê min bû 76 sal. Ew niha jî were ez ê ji bo wî beranek bînim ber derî û keskesorê bi sutiyê wî ve girê bidim û ji bo mêvanên wî serjê bikim.”
Tenê 3 caran hevdîtin kirine
Piştî dayika xwe Sabîha Aslan, der barê rewşa birayê xwe û tecrîdê de axivî. Aslan, bi lêv kir ku demeke dirêj e me xweşik bi hev re hevdîtin nekiriye û wiha got: “Her ku çûye giravê qet telefon nekiriye. Çûna me ya gravê jî bi saya çalakiyên greva birçîbûnê pêk hat. Me sê caran hevdîtin kir. Rewşa wî qet nebaş bû, cihê ku lê dimînin qet nebaş e. Ev jî têr nake di ser de jî tecrîda giran didin ser wan. Ya ku barê wan jî û yê me jî giran dike ev e. Qala başiyê nedikirin, ew der ne cihêkî wisa ye ku mirov lê îdare bike. Lê tevî vê jî xwedî vîneke gelek xurt in. Li wir li ser lingan dimînin, mirov li ber wê sekna wan bejna xwe ditewîne.”
‘Bandoreke mezin li me kir’
Aslan, destnîşan kir ku girtîgeha Îmraliyê ne girtîgeheke ji rêzê ye û ev tişt anîn ziman: “Beriya ku wî bibin Îmraliyê pir hindik me hev didît. Li gorî derfetên xwe em diçûn balê û hefteyê carek em bi telefonê diaxivîn. Çawa ku tecrîd bandor li wan dike wisa li me jî dike. Ger ku mirov bizanibe kezeba mirov di bin bîrek ango behrekê de be dê mirov çawa bijî. Her deqe û saniya ku mirov xwarinê dixwe ji bîra mirov naçin. Beriya were girtin me pir hurmetê didayê, me wî weke mezin û bavê xwe didît. Dema ku hat girtin bandoreke mezin li me kir. Carinan jî hefteyê carek li malê digeriya bêhna me pê derdiket. Va 8 sal çêbû ku em xweşik ruhê hev nabînin û em pir bi vê diêşin. Heta ew di wê rewşê de bin wê mirov çawa baş bibe. Dema bihar, payiz û havîn tên dilê mirov dişewite, demsal jî ew qas li mirov bandor dike. Kulîlkek, darek, pelek û ba jî di nav de dema ku mirov tiştên wisa dibîne hestên mirov zêde dibin. Wê demê mirov dixwaze rûnê û helbest binivîse ji bo wan.”
‘Hevdîtinên li me diherimandin’
Di berdewama axaftina xwe de Aslan, da zanîn ji roja hatiye girtin ve tecrîd li ser Ocalan tê meşandin û wiha pêde çû: “Girtîgeha Îmraliyê 5 sal in di bin tecrîdeke girankirî de ye. Birayê min û hevalê xwe her ku çûne Îmraliyê, tecîdeke giran li ser wan didin meşandin. Jixwe serokatî ji roja ku hatiye girtin ve tecrîd lê tê kirin û Îmralî bi tena serê xwe cihê tecrîdê ye. Beriya ku tecrîd giran bibe di nava 8 salan de nedihiştin em zêde biçin Îmraliyê. Ji roja ku wan birine Îmraliyê heta niha ne bi nameyê, ne bi telefonê, ne jî bi hevdîtinê me xweşik ji wan agahî negirtiye. Her cara ku em diçûn hevdîtinê hem çûna me hem jî vegerandina me bi xemgînî bû. Hevdîtina ku bi awayekî hiqûqî mafê me bû jî li me diherimandin.”
Azadiya gelan
Aslan, di axaftina xwe de bal kişand ser armanca tecrîdê û destnîşan kir ku bi tecrîda li Îmraliyê gelê kurd, tirk û Rojhilata Navîn jî tê tecrîdkirin û ev nirxandin kir: “Hêviya me ya herî mezin ew e ku di serî de Serok Apo hemû girtî azad bibin. Dema ku tecrîda li ser Serok Apo rabe wê demê wê tecrîda li ser hemû civakê rabe. Ne bi tenê gelê kurd ew ê li ser gelê tirk jî rabe, ew jî ji xwe re azad bibin. Dibe ku ew zêde ne di vê ferqê de bin lê ev jî rastiyeke rewşa wan ji ya me jî xirabtire. Em hêvî dikin di pêşerojê de tecrîda li ser hemû girtiyan rabe û heq, hiqûq û edalet cihê xwe bigire. Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan.”
‘Dixwazin kurdan tune bikin’
Ji bo polîtîkaya şer a tê meşandin jî Aslan, got ku ji 7 saliyan heta 70 saliyan herkes bi hişmendiya wan zane û ew dixwazin bi her awayî hebûna kurdan tune bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayikan min her çiqas neçûbe dibistanê jî here kuder jî dikare xwe li wir bîne ziman û biaxive. Bi salane polîkayeke qirêj li ser me dimeşînin. Bi her awayî dixwazin çand, ziman, dîrok û hebûna gelê kurd tune bikin. Dîsa li hember van hemû kiryarên wan em li ber xwe didin û heta dawiya emrê xwe jî em ê li ber xwe bidin. Weke birayê min Weysî jî li Îmraliyê digot Serok Apo kesekî gelek berxwedêr e û dikare li ser lingan bisekine.”
Banga li Ewropayê
Aslan, di dawiya axaftina xwe de bang li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê kir û ev tişt got: “Banga me li Ewropayê, bila li pişt gotinên xwe bisekine. Heta niha bi salan e girtiyên me yên nexweş di zindanan de dîl têne girtin û wan bi awayekî bêhiqûqî bernadin. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş bêne berdan û li mala xwe bêne dermankirin. Di girtîgehê de ew ê çiqas bêne dermankirin. Li wir wan xweşik nabin nexweşxaneyê dema ku wan dibin jî gelek caran îşkence li wan dikin û gelek caran ger dile wan bixwaze wan dibin ger nexwaze jî nabin.”