Der barê komloya navneteweyî ya ku 24 sal berê li dijî Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan pêk hat, tecrîda girankirî ya ku heta roja îro berdewam dike, rê û rêbazên çareseriya pirsgirêka kurd û der barê konferansa di çarçoveya pêşniyarên ku bi salan e Ocalan dike, konferansa “Komara Demokratîk” ya ku ji aliyê HDP’ê ve hate lidarxistin, me hevpeyvîna xwe ya vê heftiyê bi hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci re kir.
Destpêkê dixwazim hûn komploya ku 24 sal berê li dijî Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan hat pêşxistin binirxînin. Li gorî we armanca vê komployê çi bû û heke tu li geşedanên piştî komployê binêrî dikarî bibêjî kesên komplo pêk anîn gihîştine mexseda xwe?
Bi plankirina komployê di kesayeta rêberê gelê kurd birêz Ocalan de şerê pergaleke civakî hat birêvebirin. Ev şerekî wisa bu ku li aliyekî vî şerî rêvebirên ji bo pergala kapîtalîst-emperyalîst têdikoşiyan li aliyê din jî birêvebirên ji bo pergala konfederal a demokratîk têdikoşiyan hebûn. Piştî hilweşîna Sovyetê civak bê alternatîf hat hiştin. Hevsengên civakê ser û bin bûbûn. Pergala reel sosyalîst têk çûbû û belav bûbû. Di bin van şert û mercan de mudaxeleya rêvebirtiya gelê kurd pêş diket. Paradîgmaya pergala konfederal a demokratîk weke alternatîf derdikete holê. Vê modelê her spartinên pergala dewlet, îktidar û navendperest a kapîtalîst emperyalîst red dikir. Komploya navneteweyî ev pergal hedef girt. Hêvî dikirin ku vê pergalê hiweşînin. Bi vê mebestê bi operasyoneke hevpar birêz Ocalan anîn Îmraliyê. Di wê baweriyê de bûn ku birêz Ocalan li Îmraliyê bikin bin kontrolê û tevgera azadiyê bê serok bibe û belav bibe. Her wisa hêviya li Îmraliyê îmhayeke fizîkî bi destê dewleta tirk pêk were, di navbera gelê tirk û kurd de hestên tolhildan û nefretê kûr bibin, çêbûbû. Dihat hêvîkirin bi vê yekê re xwînê bê rijandin. Ji aliyê îdeolojîk ve bi ser ketana wê îmhaya fizîkî bidana destpêkirin. Lê bi ser neketin. Li Îmraliyê têkoşîneke mezin pêk hat. Têkoşîn esas li Îmraliyê tê meşandin. Hêzên komploger adeta dixwestin ku Ocalanê bi agirbestên yekalî çareseriya siyasî ya aştiyane dide pêş wan tolê bistînin. Xwestin bêjin, “an tê bi pevçûnan şer kûr bikî yan jî bi komploya navneteweyî re rû bi rû bimînî” û her cure maf û azadî hildan bin piyan, li tu welatekî (bi statuya penaberan be jî) destûra mafê rûniştvaniyê nedanê. Di 15’ê sibatê de li girava Îmraliyê bêhnok danîn komploya navneteweyî. Bi pêvajoyên piştre tecrîda qetî sepandin, bi her cure rêbazan ketin nav hewldana domandina komployê. Li dijî vê xwedî derketin û bexwedanan rû da. Bi saya van berxedan û xwedîderketinan komplo bi piranî hat pûçkirin lê tê zanîn ku hêzên komploger dev ji komloyê bernedane.
Weke hûn jî dizanin piştî komployê Abdûlah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêşniyara neteweya demokratîk kir. Lê ev pêşniyar hê jî ji aliyê dewleta tirk ve nehatine qebûlkirin. Di vê neqebûlkirinê de rola hêzên ku komplo pêk anîn çi ye?
Ji destpêka salên 90’an vir ve birêz Ocalan ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk hewl dide. Naxwaze xwîn birije. Di heyama rehmetî Ozal de ev yek ceriband û vê rewşê hêvî xurt kirin. Lê di her du aliyan de jî çeteyên şerxwaz ev pêvajo provoke kir û hêvî pûç kirin. Ligel vê jî hewldanên wî bi israr dewam kir. Piştî erdheja Golcûkê ya sala 99’an agirbest yek alî hat îlankirin, hêvî dîsa geş bûn. Lê tirsa klîkên şer ên navneteweyî mezin bû. Di eslê xwe de komploya navneteweyî li ser vê tirs û metirsiyê hat plankirin. Piştî heyama Osloyê jî ji bo îktidara AKP’ê firsendên mezin hatin diyarkirin. Careke din hêvî mezin bûn û pişrtgiriyeke mezin çêbû. Lê maseya Dolmabaxçeyê hat rûxandin. Îktidar û hêzên navneteweyî yên komploger ev pêvajo nedixwestin. Komplo hê jî negihiştibû serî, li Îmraliyê berxwedan neşikestibû, tevger belav nebûbû. Ligel vê di qada neteweyî û navneteweyî de xwedîderketina li paradîgmaya nû zêde bûbû, li Rojava weke pergal ava bûbû. Pêşniyara çareseriya neteweya demokratîk a birêz Ocalan nehatibû qebûlkirin û mase hatibû hilweşandin. Encama vê bû ji nû ve tecrîd, ji nû ve kûrbûna şer.
Di vê pêvajoya ku Abdûlah Ocalan bi awayekî fizîkî tê tecrîdkirin de li Stenbolê ji aliyê partiya we HDP’ê ve di çarçoveya pêşniyarên ku bi salan e Ocalan dike de konferansa “Komara Demokratîk” hat lidarxistin. Komara Demokratîk çi ye û weke partî hûn çareseriyeke çawa jî bo pêşeroja Tirkiyeyê pêşniyar dikin?
Konferansa “Konferansa Komara Demokratîk Partiya me HDP’ê li dar xist di heyameke grîng de pêk hat. Ji aliyê çawaniyê ve kêrhatî bû. Ez keda beşdaran û yên lidarxistin pîroz dikim û silav dikim. Bi hêzeke mezin beşdarî bû, bi taybetî nîqaşên berawerkirdkirî hê destûrên bingehîn ên 1921 û 24’an bîra civakê ji nû ve livand. Dîsa nîqaşa li ser tecrîda li Îmralyê grîng bû. Ez bawer dikim ku israra birêz Ocalan li ser çareseriya demokratîk, siyasî, aştiyê û anîna rojevê ya rola wî bîra mirovan nû kir û vejand. Konferansê bal kişand ser van mijaran û hewcedariya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Kopnferans bal dikişîne ser vê yekê ku bêyî çareseriya pirsgirêka kurd demokratîkbûnaTirkiyeyê ne pêkan e. Her kes dizane ku pirsgirêkên îro diqewimin ên aborî, civakî, leşkerî û dîplomatîk sedemê wan şerê didome ye. Eleqeya tecrîda giran a ku Îmraliyê tê sepandin yek bi yek şer re heye. Eger dengê birêz Ocalan neyê qutkirin wê çi bike bike pêşî li kûrbûna şer bigire, baweriya civakê vê yekê heye. Li vî welatî hêzên şerxwaz ên ku dixwazin bi dilê xwe şer bikin ên li hundir û derve serê pêşîn bi kûrkirina tecrîda li Îmralyê dest pê dikin. Ev rastî ji nû ve û careke din di konferansê de hatin nîqaşkirin. Weke partî pêşniyara me demokratîkbûn e, weke xwîşk û bira jiyandina 85 milyonan a wekhev û welatiyên azad e.
Hûn nîqaş û nirxandinên ku di konferansê de hatin kirin çawa dibînin. Di çarçoveya van nîqaş û nirxandinan de li gorî we dewlet û civaka tirk çiqas nêzî komara demokratîk e?
Aşkera ye ku dewlet ne amade ye. Çavkaniya çaresernekirina pirsgirêka demokratîkbûn û pirsgirêka kurdan nebûna projeya der barê çareseriyê de ya Dewleta Tirkiyeyê ya Komarê ye. Di vir de rola baronên şerê navneteweyî jî nikare bê înkarkirin. Îro jî nefes û dengê şerxwazan gelek zêde derdikeve. Lê em nikarin ji bo civakê heman tiştî bibêjin. Civak bi rastî jî ji şer westiyaye. Ji şer zêdetir dixwaze pirsgirên bi riya muzakere û diyalogê bên çareserkirin. Ev rastî di pêvajoya salên 2012 û 2015’an de derket holê. Ji %70’êyê civakê piştgirî da çareseriyê. Îro hikumet AKP-MHP’ê mixabin civak bê deng kiriye. Em dinêrin îro karê me ew qas ne hêsan e. Lê em xwe ji rêxistinkirina rast dûr naxin.
Di hêla siyasî û civakî de wê Komara Demokratîk ji bo kurdan û civakên din ên Tirkiyeyê destkeftiyên bi çi rengî bi xwe re bîne?
Helbet di hawireke demokratîk de, di pergala komareke demokratîk de beşên civakê yên cihêreng wê bikaribin azad nîqaşan bikin, bi rêxistin bibin û di organên rêvebirinê de mafê temsîlê bi dest bixin. Di civakeke ku înkar û îmha, çewisandin, zilm tune be de, dabînîkirina weheviya newekhevan (edalet) zêdetir pêkan e. Ji bo beşên civakê yên bindest ji her aliyî ve xwestina mafan pêkan dibe. Hurmeta ji bo xwezayê zêde dibe. Derfeta pêşîlêgirtina kuştinên jinan û şîdeta li dijî jinan derdikeve. Ji bo kurdan û gelên din çewisandinên li ser mafên mirovî yên weke nasname, çand û ziman radibin. Ji bo vê pêşî li têkoşîna rêxistinî vedibe.
Ji ber ku hûn hevşaredarekî ji peywirê hatine girtin in dixwazim vê pirsê jî ji we bikim; di komara demokratîk de ji bo çareserkirina pirsgirêkên rêveberiyên herêmî hûn çareseriyeke çawa pêşniyar dikin?
Divê ku ji bo daxwazên civakî di asta hemdem, di dema xwe de bi wesif bên pêşwazîkirin. Rêvebiriyên navendî bi rêvebiriyên herêmî re bi koordîne bixebitin. Di rewşa komara demokratîk de ev pêkan e. Di civakeke demokratîk de rêvebiriyên navendî û yên herêmî raqîb an alternatîfên hev nîn in. Di heman demê de ne şaxeke navendê ne jî. Ji navendekê xwe gihandina her aliyên welêt ne pêkan e. Ji ber vê di navbera rêvebiriyên herêmî û navendî de karbeşî tê kirin. Çavkaniyên welêt jî bi vî awayî tên plankirin. Butçe tê plankirin, parastin û dîplomasî ji navendê re tê hiştin. Pêdiviyên civakî yên din ji rêvebiriyên herêmî re dimînin. Bikaranîna çavkaniyên herêmî ji bo berjewendiyên hikumetên navendî û îktidaran na, ji bo berjewendiyên beşên civakî yên herêmî tên bikaranîn. Îro sedemê rejîma qeyûmê jî ev e. Bi rejîma qeyûmê dixwazin ku rêvebiriyên herêmî weke şaxên rêvebiriya navendî bin. Çavkaniyên herêmî ji bo berjewendiyên îktidarê tên seferberkirin. Vîna gel tê pûçkirin.
Di siyaseta Tirkiyeyê de hûn xwe weke xeta sêyemîn pênase dikin. Ev konferansa we jî di vê çarçoveyê de bû. Hûn ê di hilbijartinên pêşiya me de di kîjan astê de cih bidin ecamên konferansa komara demokratîk û li ser siyaset bikin?
Li ser hilbijartinê sê blok hene. Tifaqa Cumhur, Tifaqa Milet û tifaqa ku em di navenda wê de ne, Tifaqa Ked û Aadiyê. Ferqa her du blokên li derveyî me, ji hev nîn e. Yek îktidar e, ya din jî muxalefeta nava pergalê ye. Îktidar û zêhniyeta wê çi aniye serê welêt diyar e. Ji şer, bihatî (zem) û zilmê pêştir tiştek nemaye. Çavkaniyên welêt bi piranî ji bo şer tên bikaranîn. Sedemê wê ev e ku şer bi dehan salan e didome. Civak di bin pirsgirêk û nelirêtiyan de pûç bûye. We tirê sedemê vê ew nîn in diaxivin. Muxalefet jî ji resterosyona pergalê wêdetir tiştekî najo pêş. Ji muxalefeta navpergalî, ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê û welêt tû çareyên bingehîn nayên û hêvî jî nîn e. Çend roj berê belgeya helwestê ya Tifaqa Milet hat aşkerakirin. Ji bo çareseriya komara demokratîk û pirsgirêka kurd tiştek tune bû. Em nehiyirîn. Em hewl didin ku girêdayî belgeya me ya helwestê ya 27 îlonê bimînin. Em siyaseta xwe li ser vê esasê pêşde dibin. Belgeya me ya helwestê pirsgirêkên welat û civakê yên bingehîn tespît kirine û pêşniyarên çareseriyê kirine.
Em dizanin ku pirsgirêkên esas ên veguherîne teşeneyê hene, bastûrî ne û divê bê mudaxelekirin. Îktidar ji şer pêştir tiştekî nafikire. Muxalefet di hin noqteyan de başkirinan pêşniyar dike. Di hilbijartinên pêşwext de du sindoq wê bên ber civakê. Em ê di hilbijartinên parlementoyê de bê dudilî bi hêza me ya heyî ve ji bo xwe bixebitin û heta ji me tê em ê siyaseta riya sisêyan ji bo nîqaşê bînin rojeva meclîsê. Doza girtina partiya me, doza kûmpasa Kobanê, bi awayekî derhiqûqî destdanîna ser alîkariya xezîneyê, bê hiqûq dîlgirtina bi deh hezaran siyasaetmedarên me, ew qas jî yên di sirgûnê de ne, bi vî awayî li me tê spartin ku yan bibin alî yan berteref bibin. Em bi dirûşma “Gelê me bi her awayî xezîneya me ye” dixwazin zor û zehmetiyan derbas bikin. Baweriya me ya ku em ê bi ser kevin pir bi hêz e. Em ê di hilbijartina serokkomar de girêdayî prensîbên deklerasyona 27’ê îlonê tevbigerin lê em ê li hember wê siyaset û zêhniyeta ku ji şer pêştir tiştekî bide civakê nîn e, bin.
Mûstafa Avci kî ye?we
Di sala 1956’an de li Erdîşa Wanê ji dayik bûye. Di sala 1979 de li Meletiyê /Argûwanê dest bi mamostetiya kiriye. Di destpêka salên 90’an de dest bi sendîkageriyê kiriye û weke rêvebiriyê xebitiye. Rêvebiriya navendî ya Egit-SEN’ê, endamtiya KESK GYK û MYK kiriye. Di dawiyê de sekreteriya giştî ya KESK’ê kiriye û di sala 2005’an de teqawit bûye. Bûye avakarê DTP’ê. Hesabgiriya DTP’ê û hevseroktiya bajarê Stenbolê yê DTP û BDP pêk aniye. Di sala 2019’an de weke hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hatiye hilbijartin. Bi riya qeyûmê peywira wî ya hevşaredariyê hatiye desteserkirin.