Kurd, ji ber derxistina roja Kovara Hawarê ya di sala 1932’yan de 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Kovara Hawarê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî ve li Şamê hatiye derxistin. Tevî ku sal bûye 2023 jî li bakur û rojhilatê Kurdistanê zextên Tirkiye û Îranê yên li ser kurdî didomin. Li her du welatan kurdî bi awayekî fermî nehatiye naskirin û pê perwerde nayê dayîn. Ji ber vê yekê li herdu dewletan polîtîkayên pişavtinê ya li dijî kurdan di meriyetê de ne.
Bi wesîleya 15’ê Gulanê me jî xwest rewşa zimanê kurdî ya li rojhilatê Kurdistanê hîn bibin û ji bo mijarê xwe gihand ciwanê kurd ê ji Rojhilat Diyar Belede. Belede di sala 2016’an de ji bo xwendina kurdî hatibû Mêrdînê û roja ku qeyda xwe li Zanîngeha Artûklûyê çêkiribû ji aliyê polîsên tirk ve hatibû binçavkirin û radestî Îranê hatibû kirin. Belede ku dewleta tirk bi vê hewldanê xeyalên wî yên ji bo xwendina zimanê kurdî nîvco hişt ji başûrê Kurdistanê ji bo rojnameya me axivî û pirsên me yên der barê rewşa kurdî ya Rojhilat de bersivand.
Destpêkê em bi çîroka te dest pê bikin. Tu ji bo xwendina kurdî têyî Zanîngeha Artûklûyê lê roja ku qeyda xwe li zanîngehê çêdikî rayedarên tirk te digirin û radestî Îranê dikin. Tu çima bi rewşeke wiha re rû bi rû mayî?
Pir zelal e ku rayedarên tirk naxwazin zimanê kurdî bi pêş bikeve û her wisa hez nakin ku têkeliyên di navbera parçeyên Kurdistanê de zêdetir bibin. Her çi qas hin zanîngeh li bakur bi destê dewletê beşa zimanê kurdî vekiribin jî di esasê xwe de ev polîtîka ji bo xapandina kurd û raya cîhanê ye. Dixwazin wisa nîşan bidin ku zimanê kurdî azad e û dewlet rê li ber wî nagire, li ser vê esesê ez difikirim siyaseta giştî ya qirkirina zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê weke xwe didome. Binçavkirin û radestkirina min a Îranê jî di heman çarçoveyê de bû.
Weke li Bakur li Rojhilat jî gelek zext li ser zimanê kurdî hene. Zextên dewleta Îranê yên li ser zimanê kurdî çi ne, dikarî hinek qala van zextan bikî?
Siyaseta dewleta tirk û ya Îranê gelek ji hevdu cuda ye lê armanca wan herduyan jî tunekirina zimanê kurdî ye. Dewleta tirk bi awayeke hişk û rast e rast dijatiya zimanê me dike lê dewleta Îranê bi awayekî nerm û hêdî hêdî vê polîtîkayê dimeşîne. Ji bo nimûne Xamineyî bi awayeke zelal dibêje “zimanê kurdî mîrata neteweyî yê Îranê” ye lê tu sazî û dibistanek ji bo kurdî nehatiye vekirin. Kurdî ne zimanê fermî ye! Zarokên kurd li dibistanê zimanê xwe naxwînin û hetanî tu televîziyoneke mezin bi zimanê kurdî nehatiye vekirin. Her tim di nav televîzyonên parêzgehên kurd de zimanê kurdî tenê ji bo programên ast, nizm û bernameyên komîk tên bikaranîn û li esasê xwe de ev yek bi xwe dikeve bin çarçoveya siyaseta pişavtinê. Her çi qas ku di van salên dawîn de beşa zimanê kurdî tenê li yek zanîngeh hatiye vekirin jî ev yek têr nake. Ev siyaset heman siyaseta dewleta tirk e.
Bi van zextan re li dijî kurdan polîtîkayeke pişavtinê jî tê meşandin. Li Rojhilat pişavtin di kîjan astê de ye. Ji bo soranî, kurmancî, kelhorî, lekî û hewramî polîtîkayeke çawa tê meşandin?
Her weke min berê jî amaje kir siyaseta pişavtinê li herdu parçeyan didome lê eger em bi hûrgilî behsa Rojhilat bikin, ev siyaset li her deverekê hin taybetiyên xwe hene. Ji bo mînak asta pişavtin li bajarê herî mezin ê Rojhilat ango Kirmaşanê pir bi pêş ve çûye. Hema bibêje weke bakur lê hatiye, gelek kes di nav sûkê de bi hev re bi zimanê farisî diaxivin û hetanî nifşên nû di nav malbata xwe de jî bi farisî qise dikin! Helbet sedema vê yekê jî ev e ku Kirmaşan ji ber taybetmendiyên xwe yên girîng gelek zêdetir bûye armanca desthilatê û di sed salên dawî de her tim bi awayeke taybet li ser wê hatiye xebitîn. Ji ber ku bajarê Kirmaşan piranî bi kelhorî diaxivin, ez dikarim bibêjim asta pişavtinê di nav axêverên wê zaraveyê ji yên din zêdetir e. Zaraveyên kurmancî, soranî û hewramî jî hema bibêje weke hev in. Axêverên wan di nav bajarên xwe de bi kurdî diaxivin lê ji ber ku perwerde ne bi zimanê kurdî ye her ku diçe zêdetir dikevin bin bandora zimanê farisî. Eger rewş wisa dewam bike ber bi pişavtinê ve diçin. Rewşa zaraveya lekî gelek cuda ye û ez dikarim siyaseta pişavtinê ya li ser zaraveya lekî li rojhilat bi siyasetên li hember zaraveya kirmanckî li bakûr bidim ber hev; desthilat hewl dide lekî weke zimanekî serbixwe ji zimanê kurdî veqetîne û hêdî hêdî tune bike.
Li bakurê Kurdistanê, di salên dawîn de ji bilî zextên dewleta tirk ên li ser kurdan êdî xwepişaftinê jî dest pê kiriye. Gelo li Rojhilat jî rewşeke bi vî rengî dest pê kiriye ya na?
Xwepişavtin li Rojhilat di asteke kêm de ye, ji ber ku li Rojhilat her kes ji kurdî fêm dike. Kesayetên siyasî, hunerî û hwd. Dikarin bi zimanê xwe peyam û hunera xwe bigihînin xelkê, lê her wek min got asta pişavtinê li Kirmaşanê zêdetir bi pêş ve çûye û nivîskarên herî bi navûdeng ên weke Elî Eşref Derwêşiyan, Mensûr Yaqûtî, Muhemed Elî Emûyî û hwd. berhemên xwe bi zimanê farisî nivîsandine.
Li dijî polîtîkayên pişavtinê kurdên Rojhilat di hêla ziman de çi kar û xebatê dikin?
Kurdên Rojhilat her tim ji bo parastina zimanê xwe xebatên siyasî kirine û hewl dane ku ev ziman ji aliyê dewletê ve weke zimanekî fermî were naskirin. Ji bo mînak gelek hewldan çêbûn ji bo ku navendeke parastina zimanê kurdî “Ferhengistana Zimanê Kurdî” were avakirin. Lê tu carî van hewldanan bi ser neketin û loma xelk neçar ma bi riya xebatên zimanî û serbixwe zimanê xwe biparêze. Ji bo mînak hin kovar û rojnameyên kurdî di bin çavdêriya tund a dewletê de hatin derxistin ku piraniya wan kovaran bi hincetên siyasî hatine girtin. Çend saziyên hînkarî yên zimanê ji wan saziyên Soma û Nûjîn hatin damezirandin lê piştî demeke kêm hemû şaxên Soma hatin girtin û gelek mamosteyên saziya Nûjînê ku Zara Muhemedî yek ji wan bû hatine desteserkirin. Di dema niha de çend kursên serbixwe hene ku hejmara wan belkî negihîje pênc heb û piranî xebatên din li ser torên civakî tên meşandin.
Dîsa li bakurê Kurdistanê, derdorên îslamî li şûna hesasiyetên neteweyî û ziman, hesasiyetên wan ên olî lê pêş in û ji bo kurdî zêde xemeke wan tuneye. Li Rojhilat jî rewşeke bi vî rengî heye, ferqa mezhebî çi bandor li ser ziman û hişmendiya kurdî dike?
Ez dikarim bibêjim ku li Rojhilat hesasiyetên mezhebî nemane yan jî gelek kêm bûne. Her wek tê zanîn hema bibêje nîveke Rojhilat parêzgehên mîna Kirmaşan, Îlam û Luristan bi piranî Şîe ne. Lê sedema zêdebûna pişavtinê li van deveran ne mezhebî ye. Weke berê jî hate gotin, li van herêman siyaseta pişavtinê bi awayeke tundtir hatiye meşandin. Her wisa sedema din jî cudatiya zaraveyan e. Ji ber ku axêverên wan parêzgehan bi gelemperî bi zaraveya kelhorî û lekî diaxivin derfeteke wisa ji bo wan tune ye ku weke kurmancî û soranî berhemên parçeyên din ên weke televîziyon û pirtûkan û hwd. bi kar bînin. Ji aliyekî din ve tu navendeke parastin û lêkolînê ya li ser zimanê kurdî, weke yên ku li Rojava û Başûr hene, ji bo wan tune ye loma zimanê nivîskî û akademîk bi qasî pêdivî bi pêş neketiye û ev yek li ser pişavtina wan herêman gelek bandor kiriye.
Ji bo ziman têkiliyên kurdên Rojhilat bi beşên din ên Kurdistanê re bi çi rengî ye?
Ji ber nêzikatiya zimanî û her wisa erdnîgariya di navbera Rojhilat û Başûr de heya asteke zêde têkeliyên zimanî çêbûne. Weke ninûne her tim berhemên zimanî yên Rojhilat beşdarî festîvalên Başûr ên weke Gelawêj dibin û her wisa nivîskarên her parçeyek di nav parçeya din de xwedê berdeng û xwendevan e. Berevajiyê vê yekê ji bo Bakur û Rojava heya asteke kêmtir ev têkelî bi pêş ketiye. Lê dîsa jî di van salên dawîn de bi sedema pêşketina torên civakî û her wisa nêzikatiya nêrînên siyasî heya astekî xelkê ne kurmanc xwe hînî kurmancî kirine û her ku diçe têkelî zêdetir dibe.
Tu li 3 parçeyên Kurdistanê geriyayî û bi çavên xwe nêzikbûn ango eleqeya kurdan a ji bo kurdî dîtiye. Der barê nêzikbûna kurdan a ji bo zimanê wan a li van her sê parçeyan de dikarî çi bibêjî?
Her weke ku tê zanîn li Başur ji dema avabûna welatê Iraqê heya niha zimanê kurdî zimanê perwerde bûye û bi taybetî piştî avabûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sedan televîzyon û rojname û hwd. pê hatiye weşandin. Loma zimanê kurdî li Başûr ne di bin metirsiyeke mezin de ye û ji bo xelkê vê parçeyê bi gelemperî zimanê yekem ê bidestxistina zaniyarî û birêvebirina karên xwe yên rojan e ye. Ji ber vê di asteke zimanê kurdî heye. Li Rojhilat, her çi qas ku siyaseta pişavtinê tê birêvebirin jî dîsa zimanê kurdî zimanê axaftinê yê rojane ye û derveyî bajarê Kirmaşanê şermeke mezin e ku du kurd di navbera xwe de bi zimanekî din biaxivin. Lê zimanê yekem ê bidestxistin û zimanê akademîk ango fermî farisî ye û her kurdek li dibistanê tenê bi wî zimanî dixwîne. Li Bakur, mixabin ji ber siyaseta tund a qedexekirina zimanê kurdî heya asteke mezintir pişavtin bi pêş ve çûye. Hetanî zimanê serdest ê axaftina rojane yê derveyî malbatê jî bûye tirkî û derbasî asteke din a pişavtinê bûye. Loma eger zimanê kurdî li Bakur nebe zimanê perwerdeyê bi ya min di demeke nêz de û piştî çend nifşên din wê ji nav biçe.
Diyar Belede kî ye?
Di sala 1991’an de li bajarê Kirmaşanê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Dibistana xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Kirmaşanê dixwîne û ji bo xwendina beşa elektrîkê ya zanîngehê diçe Tehranê. Piştî kutakirina zanîngehê di sala 2016’an de ji bo xwendina kurdî tê Zanîngeha Artûklûyê, lê roja ku qeyda xwe çêdike ji aliyê polîsên tirk ve tê binçavkirin û piştî demekê radestî Îranê tê kirin. Herî dawî ji Rojhilat derbasî Başûr dibe. Li bajarê Silêmaniyê ji bo demeke kurt karê rojnamegeriya kurd dike. Xebatên xwe yên li ser ziman didomîne û çend gotarên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin.