Dewleta tirk her demekê bi behaneyên cuda êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û binesaziya herêmê dike armanca êrîşan. Dewleta tirk di êrîşên xwe de rasterast binesaziya herêmê, navendên stratejîk û yên xizmetguzariyê dike hedef.
Di van herdu rojên dawî de dîsa dewleta tirk bi behaneya êrîşa li dijî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê (TUSAŞ) ku tê de 5 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn, êrîşên hovane li dijî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne.
Bi salane jixwe dijiminaya dewleta tirk a ji destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re zelal û aşkera ye. Di her firsendê de û bi hemû şêweyên leşkerî û dîplomasî êrîşî Rêveberiya Xweser û destkeftiyên wê herêmê dikin.
Tê bîra me tevan dema serokê MÎT’ê yê berê Hakan Fîdan aşkera got; ‘Heke em behaneyekê ji bo êrîşên li dijî Rojava nebînin em ê ji aliyê din ê sînorê çend bombeyan bavêjin welatê xwe û wiha zemînê ji destwerdana xwe re amade bikin.’
Bi gotineke din heke ew êrîşa li dijî TUSAŞ’ê pêk nehata jî dê behaneyeke din ji bo êrîşkirina destkeftiyên kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyda bikirina.
Tevî ku Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyanî da ku ew êrîş ji alî Tabûra Nemiran ve hatiye kirin dîsa jî dewleta tirk a ku di şerê li çiyayên Kurdistanê de negihaye armanca xwe. Lewre Rojava wekî berpirsiyarê vê êrîşê nîşan dide û hemû zikreşî û nefreta xwe ya li dijî gelê kurd di êrîşên li dijî rojavayê Kurdistanê de bikar tîne. Her wiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku tu têkliya vê çalakiyê bi siyaset û rojeva nîqaşên di vê meha dawî de tune ye.
Lê dîsa jî medyaya şerê taybet hewl dide ku vê çalakiyê wekî bersiva ji gotinên Devlet Bahçelî re ku qaşo pêşiya pêvajoyeke siyasî vedike û banga diyalogê dike. Lê wekî di daxuyaniya NPG’ê de jî hatiye destnîşankirin ew çalakî beriya demeke dirêj hatiye plankirin û wekî bersivekê ye ji balafirên bêmirov û çekên ku li wê tesîsê tên çêkirin û di kuştina gelê kurd de tên bikaranîn.
Li vê Tesîsa leşkerî çekên giran tên çêkirin û bi taybetî balafirên bêmirov ên bi çek tên çêkirin, ew balafirên ku her roj li her deverên Kurdistanê di şerê li dijî kurdan de tên bikaranîn.
Armanca van êrîşan ew e ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn bêav û bê elektrîk bihêlin. Dixwazin gel bêzar û bêçare bikin, dixwazin herêmê vala bikin û gel koçber bikin. Armaca dewleta tirk ew e ku binesaziya herêmê xera bike, gel bêxizmetguzarî bihêle, bertek û nerazîbûna gelên herêmê li dijî Rêveberiya Xweser zêde bikin û rê li ber dagirkirina deverên nû vekin.
Dewleta tirk bi êrîşên li dijî saziyên xizmetguzariyê û kuştina sivîlan li hemberî çavên hemû saziyên cîhanê sûcên şer dike. Lê li hemberî van sûcên şer tu saziyeke mafê mirovan û tu rêxistineke navdewletî dengê xwe dernaxîne û her kes çavên xwe ji wan sûcên dijmirovî digirin.