Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar rûniştina serê sibehê ya 26’emîn danişîna Doza Kobanê ku ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê şopand û piştre jî li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan û Serhat Eren jî tevlî daxuyaniyê bûn.
Sancar, Doza Kobanê weke “Doza Kompasê” pênase kir û got ku twîta MYK’a HDP’ê weke hinceta destpêkirina lêpirsînê hatiye nîşandan. Sancar, diyar kir ku twît di sala 2014’an de hatiye avêtin lê lêpirsîn di sala 2020’an de hatiye destpêkirin û wiha got: “Anku ji ber twîtekê doz hate vekirin û hemû endamên MYK’ya me di nav de ne. Qonaxên Doza Kobanê li gorî pêdiviyên siyasî yên îktîdarê hatin sererastkirin. Armanca esasî ya vê dozê jî ew e ku talûkeya DAÎŞ’ê bidin jibîrkirin. Di bangawaziya HDP’ê de jî banga piştevaniya li dijî wehşeta DAÎŞ’ê dihat kirin û bangawaziyeke aştiyane bû.”
‘Xwestin tola daîş’ê hilînin’
Bi domdarî Sancar gotinên wezîrên peywirdar ên demê ku ji bo bûyerên 6-8’ê Cotmehê pênaseya “lîstikên qirêjî” dikirin bi bîr xist û wiha domand: “Vê îktîdarê tu carî nexwest û destûr neda ew lîstikên qirêjî û xwînî bên ronîkirin. Xebatên partiya me yên ji bo vê mijarê jî hatin astengkirin. Hemû pêşnûmepirsên me yên têkildarî vê mijarê hatin redkirin. Partiya me xwest her tiştekî wê demê bi zelalî derkeve holê. Ji ber ku geşedanên piştî wê dîrokê pêşketin, yek bi yek parçeyên planên ji bo avakirina rejîmê bûn. Îktîdar bi doza kompasê ya Kobanê hewl dide tolê hilîne. Rizgarkirina Kobanê ji DAÎŞ’ê û têkçûna AKP’ê ya di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de, di îktîdara AKP’ê de travma çêkir. Xwestin bi rêya doza kompasê hem tola têkçûna DAÎŞ’ê û hem jî ya têkçûna hilbijartinê hilînin.”
‘Armanca esasî ya îktidarê ew e ku siyaseta demokratîk tasfiye bike’
Di berdewamê de Sancar, bi lêv kir ku piştî têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê planên AKP’ê yên li Sûriyeyê têk çûne û wiha pê de çû: “Neçar man ku siyaseteke nû pêş bixin. Ew siyaset jî ew e ku destkeftiyên Kurdan tune bikin. Ev doz jî parçeyeke van êrîşa ye. Doza kompasê ya Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye. Armanca esasî ya îktîdarê ew e ku siyaseta demokratîk bi temamî tasfiye bike. Ev doz, her wiha bû pêşqonaxeke Doza Girtina HDP’ê. Di Îlona 2020’ê de li dijî endamên MYK’a me operasyon hate kirin û 6 meh piştre jî doza girtinê ya HDP’ê vekirin. Anku ev doza bi temamî bi armancên siyasî hatiye vekirin. Tu aliyên wê yên hiqûqî nînin. Ne bi hiqûqa gerdûnî ne jî bi ya navxweyî dikin. Berevajî, hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye. Hevalên me ji mafên xwe tên mehrûmkirin, mafê parastinê tê xespkirin, daxwaza berfirehkirina lêpirsîn û teqîbatê nayên qebûlkirin. Periyodên danişînan jî li gorî armancên îktîdara siyasî tên lidarxistin. Di dîroka hiqûqî û siyasî ya cîhanê de rûreşiyeke wiha tune ye.”
‘Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin’
Sancar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema wexta wê hat dê ev doza li ser me tê ceribandin, li ser hemû muxalîfan bê ceribandin. Rêbaza herî baş a li dijî van kompasan jî têkoşîneke hevpar a demokratîk û civakî ye. Di mijara doza kompasê ya Kobanê de partiyên muxalîf jî tiştek nekirin. Lê yên dixwazin li welêt edaletê serwer bikin, divê têkoşîna demokratîk a hevpar mezin bikin. Ev doz, her wiha xefikeke li dijî aştî û demokrasiyê ye. Dixwazin bi vê dozê re hêviya aştiyê jî bidarizînin. Dixwazin pêşî li ber hewldanên çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bigirin. Mutalaaya dozger ji 5 hezar û 200 rûpelan pêk tê. Lê tu argûmanên hiqûqî tê de tune ne. Mutalaa, manîfestoya ku hedef û nêrîna siyasî ya îktîdarê vedibêje. Di îdianameyê de tenê derew hatine rêzkirin, biryarên DMME’yê tune hatine hesibandin û sepana şahidên nepen êdî tu sînoran nas nake. Dixwazin hevalên me bi îdianemeyek wiha bên cezakirin. Ji ber sekna wan a di eywanên dadgehan de, spasiya hemû hevalan dikim. Em jî dê vê têkoşînê heta dawiyê bidomînin.”
Herî dawî jî Sancar, qurbaniyên Komkujiya Çorumê bi bîr anî û got ku dê têkoşîna wan a ji bo tunekirina bêedaletiyê her bidome