Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî li ser navê dewletê di 22’ê Cotmehê li Meclisê bang li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û xwest di koma DEM Partiyê de li meclisê biaxive û bêje ‘Ez dawî li rêxistinê tînim. Piştre bila ji mafê hêvîyê sûdê bigire’. Piştî wê di 23’ê cotmehê de Parlamenterê DEM Partiye Omer Ocalan li ser navê malbatê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan peyam şand û got: ‘Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim’. Têkildarî peyamên Bahçelî û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus nirxandin kirin. Karamus anî zimên ku Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî di demên dawî de peyamên cuda dan û got: “Peyama Dewlet Bahçelî ya dawî ne wekî peyama Serokê MHP’ê tenê ye. Li ser navê dewletê peyam dan. Li ser peyamê Serokkomar Erdogan jî nirxandinek kir. Nîşan da ku Erdogan jî piştgiriyê dide vê peyamê. Ji şiroveyên rayedarên dewletê jî diyar dibe ku ev înîsiyatif ji aliyê dewletê ve hatiye qebûlkirin. Xuya ye ku dixwazin dest bi pêvajoya diyalogê bikin. Ji bo diyalog bi pêş bikeve, pewistî bi bingeheke hiqûqî û demokratîk heye. Divê guhertinên zagonî pêk bînin. Daxwaza wan a ku Rêber Abdullah Ocalan bê li Meclisê li ser navê DEM partiyê biaxive nîşan dide ku Ocalan muxatab digirin. Di vê mijarê de Rêber Ocalan muxatabê muzakereyê û muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd e. Eger armanc ev be, pêvajo dê bi aliyekî erênî ve pêş bikeve.”
Hevserokê KNK’ê Karamus, da zanîn ku daxwazên tevgêra siyasî û azadixwaz a Kurdistanê di hemû şert û mercan de daxwaza diyalogê ye û wiha pêde çû: “Daxwaza çareseriya siyasî û aştiyane dikin. Di vê mijarê de pêwist e ku cidîyet û naveroka daxwazên xwe aşkere bikin. Eger mebest û daxwaza dewletê çareseriya pirsgirêka kurd be, wê demê divê bi şêwazekî aştiyane, siyasî be. Mebest rêya diyalog û muzakereye be, em wekî KNK’ê em piştgiriyê didin pêvajoyê.”
Xapandin encamê nagire
Karamus, anî ziman ku eger mebest xapandin û taktîkên bi mebesta tasfiyekirina tevgera azadiyê û têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka kurd be; wê negihije tu encamê. Eger mebest diyalog û muzakereyên çareseriyê be û muxatab wekî Tevgera Azadiyê bê dîtin, Tevgera Kurd amade ye û vê hewldanê red nake. Eger pêvajoya ku Tevgêra Azadiyê û Birêz Ocalan muxatab bê girtin, em wekî KNK piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Ku Birêz Ocalan bibe sermuzakerevan em ê bi hemû rengî piştgiriyê bidin pêvajoyê.”
Ji bo gavavêtinê divê tecrîd rabe
Ahmet Karamus, da zanîn ku li gor peyama Birêz Ocalan ku bi rêya hevdîtina bi Parlamenter Omer Ocalan re parve kir; eger dewlet cidî be û ji dil dixwaze bi rêya diyalog û muzakereyan pirsa kurd çareser bike, ew ji aliyê teorîk û pratîk ve xwedî wê hêzê ye ku vê pêvajoyê ji zemîna şer, derbasî pêvajoya siyasî bike û wiha pêde çû: “Em daxuyaniya Birêz Ocalan gelek girîng dibînin. Ji bo ku gav bên avêtin pêwist e tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Divê Birêz Ocalan li gel parêzer, malbat û li gel raya giştî karibe serbest hevdîtinan bike. Divê her kes zanibe ku nerîn, nirxandin û têbiniyên wî yên li ser çareseriyê çi ne. Ew aşkere rist û misyona xwe diyar dike. Dibêje amade ye ku di şertên cidî de dikare li gel Dewleta Tirk dest bi diyalog û muzakereyê bike. Dikare çareseriyeke mayinde bixe rojevê. Em daxuyaniya birêz Ocalan gelek watedar û di cih de dibînin.”
Hevserokê KNK’ê herî dawî li ser cidîyeta dewletê jî rawestiya û got: “Na ku dewlet bixwaze ji bo xapandin û tasfiyekirinê têkeve nava hewldanê dê encamê negire. Di mijara çekberdanê de helwesta Tevgera Azadiyê û Birêz Ocalan jî aşkere û diyar e. Eger pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane, siyaseta demokratîk û muzakereyan çareser bibe dê têkoşîna bi çekan jî êdî ne pêwist e. Dewlet divê helwest û projeya xwe dayne holê û li gel Ocalan dest bi muzakereyan bike. Ku wisa be em piştgiriyê didin pêvajoyê.”