Bi salan e dilê kurdan ji bo yekitiya neteweyî dişewite lê ev yek aliyê partiyan ve pêk nayê û tenê weke xewn û xeyalekê dimîne. Dema em bala xwe didin rastiya heyî, îro di navbera Bakur, Rojava û Başûr de polîtîkayeke hevbeş û hevaheng çênebûye yan jî ji bo parastina deskeftiyên kurdan yekitiyek pêk nehatiye. PDK li cihê ku ji bo gelê kurd têkeve nav liv û tevgerekê, zêdetir bi Tirkiyeyê re vê yekê dike û bi serokkomar û serokwezîrên tirk re hevdîtinan li Mûnihê, li Antalyayê û hwd. pêk tîne. Ev yek her diçe bi kurdan dide windakirin lê wisa xuyaye ku ev ne xema hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDK’yê.
Wekî tê zanîn li ser hevdîtinên Erdogan-Nêçîrvan-Mesût Berzanî yên dawî gelek tişt hatin gotin û nivisîn. Der barê van hevdîtinan û nêzîkatiyên PDK’ê û metirsiya li ser deskeftiyên kurdan em bi rojnameger Halît Ermîş re axivîn. Ermîş agahiyên girîng bi me re parve kirin û wiha got: “Bi alîkariya PDK’ê dixwazin Rojava û başûrê Kurdistanê jî ji hevdû qut bikin. Eger ev plana wan pêk were wê êrîşên li ser Rojava û Şengalê jî têkevin rojeva wan. Ji bo wê dibe ku havîna 2022’yan li gelek deveran şerên pir dijwar bi qewimin. Lê nayê wê wateyê ku her tişt li gorî planên wan pêk were.”
Serokê herêma Başûr Nêçîrvan Barzanî demek berê hat Tirkiyeyê û li Antalyayê bi serokkomarê tirk re hevdîtinek pêk anî. Tê zanîn ku beriya wê jî li Mûnihê Mesût Barzanî û Erdogan hevdîtinek pêk anîbûn. Bi van hevdîtinan çi hat armanckirin?
Hevdînên ku li Antalya û Mûnîhê çêbûn berdewamiya hevkariya di navbera dewleta tirk û PDK’ê de ye. Di van hevdîtinan de konsepta êrîşa li dijî tevgera azadiya kurdistanê hat plankirin. Erdogan piştî ku bi Nêçîrvan Berzanî re hevdîtin kir di daxuyaniyekê de pesnê wî da. Ji wê daxuyaniyê aşkera bû, bê ka di wan hevdîtinan de çi hatiye axaftin.
Piştre jî hem êrîşên ku hatin bi pêşxistin hem jî tevgera PDK’ê ya li Metînayê naveroka vê hevdîtinê bêtir derxist holê. Ji xwe kevneşopiya hevkariya dewleta tirk û PDK’ê li ser dijberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê hatiye runiştin û heta niha jî li ser vê bingehê bi pêş dikeve. Di demên pêş de dê naveroka van hevdîtin û li hevkirinan bêtir aşkera bibe.
Tirkiye çima hewcebûnê bi hevkariya PDK’ê dibîne, ligel vê yekê jî PDK ji bo hevkariya Tirkiyeyê di nav sekneke çawa de ye?
Dewleta tirk di 30 salên derbasbûyî de dît ku heta li Kurdistanê xwe nespêre hêzeke xwecihî wê nikaribe têkoşîna azadiya Kurdistanê têk bibe. Hêza ku herî zêde dikare pê re li hev bike PDK’ye. Ji ber ku di hedef û armanca PDK’ê de siyaseteke Kurdistanî nîn e. Tenê dixwaze li başûrê Kurdistanê desthilatdariya xwe mayînde bike. Ev helwest dibe sedem ku ew û PDK li ser dijberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bigihêjin hevdû.
Siyaset û tifaqên ku PDK bi pêş ve dibe, di bingehê de xeteriyeke mezin li pêşiya destkeftiyên kurdan çêdike. Ger îro kurd nikaribin yekitiyekê ava bikin û siyaseteke hevpar bimeşînin berpirsê vê rastiyê feraset û siyaseta PDK’ê ye. A giring nav nîn e, siyaset û feraset e. Li parçeyên Kurdistanê yên din wek partî û rêxistinên paravan ku hatine avakirin jî heman siyaseta PDK’ê dimeşînin. Mînak li rojavayê Kurdistanê ENKS di xeta PDK’ê de hatiye avakirin. Navê wê ENKS be jî ziniyet, feraset û siyaset a PDK’ê ye. Ji bo wê jî sekna PDK’ê sekneke ku bi hemû kurdan û li hemû parçeyên Kurdistanê dide windakirin.
Li gor agahiyên di çapemeniyê de derketin di meha adarê de PDK’ê berê hêza xwe ya taybet daye qada Metînayê û amadekariya êrîşên ji bo biharê dike. Te di nivîsa xwe de jî bal kişandibû ser vê mijarê; çima Metîna?
Armanca dewleta tirk û PDK’ê tasfiyeya tevgera azadiya Kurdistanê ye. Lê vê yekê dixwazin bi planan bi pêş bibin. Metîna ji aliyê stratejik ve girîng e. Metîna li ser sînorê bakurê Kurdistanê ye. Dewleta tirk dikare yekser ji erdê û hewa êrîşan bike. Ji bo wê, ji bo xwe wek qadeke ku bikare planan lê pêk bîne guncav dibîne. Di heman demê de Metîna deriyeke wisa ye ku ji Zagros, Zap û heftanînê re jî vedibe. Diyar e, wisa plan dike ku têkiliya di navbera her sê qadan de qut bike. Dê karibe nekaribe ew mijareke cuda ye, lê diyar e ji ber ku ew hêza wan nîn e, hemû Qadên Parastina Medyayê dagir bikin; vê carê dixwazin parçe parçe hedef bigirin û têkiliya di navbera qadan de bibirin û bi wî awayî wisa dagir bikin. Ger bikarin Metîna dagir bikin wê demê dibe ku Zap û Zagrosan bêtir hedef bigirin, dîsa êrîşên dijwar careke din li Heftanînê bi pêş bixin. Bi vî şeklî bi alîkariya PDK’ê dixwazin Rojava û başûrê Kurdistanê jî ji hevdû qut bikin. Eger ev plana wan pêk were wê êrîşên li ser Rojava û Şengalê jî têkevin rojeva wan. Ji bo wê dibe ku havîna 2022’yan li gelek deveran şerên pir dijwar biqewimin. Lê nayê wê wateyê ku her tişt li gorî planên wan pêk were.
Em dikarin bibêjin ku êdî PDK bi awayekî aşkera tev li planên êrîşan ên bi Tirkiyeyê re dibe? Hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re êdî aşkera ye; gelo dê bandoreke çawa li ser deskeftiyên kurdan bike?
Me li jor jî behsa vê kir. PDK bi siyaset û hevkariya bi dewleta tirk re xeteriyên mezin li ser destkeftiyên kurdan çêdike. Bi nêrîna min di sala 2022’yan de hindek tişt wê aşkera bibin. Yan wê PDK di encama vê hevkariya bi dewleta tirk re ji holê rabe yan jî di encama polîtîkayên şaş de wê kurd winda bikin. Ji ber ku êdî di herêmê de hindek tişt mecbur in bi encam bibin. Kurd dikarin di vê pêvajoyê de li hember dagirkeriyê, hevkarên wê yekitiya xwe çêbikin û di her qadê de têkoşînê mezin bikin û bi ser jî bikevin. Dikarin destekeftiyên xwe mayînde û misoger bikin. Eger bi siyaseteke wisa hevgirtî û bê rawestan têkoşîn nekin, îhtimal heye ku hemû destkeftiyên xwe winda bikin.
Ev plan dê bandoreke çawa li Rojava bike?
Şerekî ku li Herêmên Parastina Medyayê biqewime wê bandoreke yekser li Rojava jî bike. Ji ber ku di konsepta êrîşan de destekeftiyên li hemû parçeyên Kurdistanê hene. Mînak eger ku bikarbin têkiliya di navbera Başûr û Rojava de qut bikin vê carê wê êrîşên li ser Rojava têkevin rojevê, wê êrîşên li dijî şengalê têkevin rojevê. Jixwe niha di navbera şengal û Rojava de dîwêr lê dikin. Dixwazin ji her alî ve erdnîgariyê ji hevdû qut bikin û parçe parçe teslîm bigirin. Ji ber ku di hedefa van êrîşan de Şengal jî û Rojava jî heye.
Divê Rojava xwe ji bo êrîşên mezin amade bike. Eger ev plan pûç bê derxistin wê demê dê dagirker û hevkarên wan winda bikin. Wê demê şoreşa Rojava jî wê mayînde bibe.
Hikûmeta Iraqê ev demeke dest bi çêkirina dîwarekî ku di navbera Rojav-Şengalê de ye kiriye. Helwesta PDK’ê ya di vê mijarê de çi ye gelo? Armanc bi lêkirina dîwar çi ye?
Çêkirina dîwarê li Şengalê ne tenê encama li hevkirina di navbera PDK û hikûmeta Iraqê de ye. Encama peymana Şengalê ye. Ev Peyman jî ji aliyê dewleta tirk, Iraq, PDK û Neteweyên Yekbûyî ve hat plankirin û îmzekirin. Her çiqas li ser navê PDK û hikûmeta Iraqê be jî di piştperdeyê de ev hêz tev hene. Esas hêzên ku Kurdistan parçekirine û hêzên ku niha li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê piştevaniya dewleta tirk û PDK’ê dikin tev hene.
Armanca vê peymanê jî ew e ku tovên felsefe û rêxistina Tevgera Azadiyê li her derê ji holê rakin. Dixwazin weke sedsalên berê dîsa kurdan tune bihesibînin û welatê kurdan careke din di nav xwe de parvebikin.
Dîsa bawermendên êzidî dikin qurbana vê siyaseta xwe. Eger ku êzidî xweseriya xwe bidin qebûlkirin wê sibe hemû bawerî û netew behsa mafê xwe yê xwebirêvebirinê bikin. Wê hemû civak behsa pergaleke azad û demokratîk bikin. Ji bo wê ev hêzên ku em behsa wan dikin naxwazin yekbûyîn di navbera civakan de, pêkhateyan de ava bibe. Ji şoreşa Rojava, ji zihniyet û feraste şoreşa Rojava ditirsin.
Halît Ermîş kî ye?
Di sala 1977’an li gundê Milazgirê yê bi navê Kutkanê hatiye dinê. Di sala 2002’yan de ji Zanîngeha Harranê ji beşa Weşangeriya Radyo û Tv’yê mezûn bûye. Dema ku li Rihayê zanîngehê dixwîne hemwextî zanîngehê salekê di televizyoneke tirkî de jî kar dike. Piştî zanîngehê di sala 2003’yan de demeke kurt li Stenbolê di ajansa DİHA’yê de kar dike. Di heman salê de derbasî Başûr dibe û li wir di Roj Tv’yê de dixebite. Di sala 2005’an de ji bo ANF’ê nûçegihaniyê dike. Di sala 2017’an de li Rojava di ajansa Hawar’ê (ANHA) de dest bi kar kir û hê jî li wir karê xwe yê rojnamegeriyê didomîne.