12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Arîn Swêd: YRJ dixwaze bibe deng û rengê jinan

Berdevka YRJ’ê Arîn Swêd der barê kampanya îmzeyan ku li dijî darvekirina Werîşe, Pexşan û Şerîfe dane destpekirin axivî û got: “Pîvana YRJ’ê ewe ku bibe deng û rengê hemû jinan. Em dixwazin bi vê kampanyayê saziyên eleqeder têxin nava tevgerê.”

YRJ’ê li dijî biryara Îranê ya darvekirina rojnemevana kurd û çalakvana mafê jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî kampaniya îmzeyan ragihand. Rejima Îranê, ji bo rojnamevana Kurd û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfen Mihemedî cezaya darvekirinê da. Yekîtiya Ragihandina Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRJ) daxuyaniyeke çapemeniyê û kampanya îmzeyan ya di bin dirûşmeya “Na ji darvekirinê re” ragihand.  YRJ pêngava di bin dirûşmeya ‘Na Ji Darvekirinê Re’ de piştgiriya xwe ji bo jinên têkoşêr yên wek Werîşe, Pexşan û Şerîfe re bi rêya komkirina îmzeyan nîşan da. Kampanya YRJ’ê ya îmzeyan dê heya 19’ê Tebaxê berdewambike.

Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jin Arîn Swêd  der barê kampanya îmzeyan de agahî dan. Berdevka YRJ’ê Arîn Swêd, da zanîn ku dema ew li Rojhilata Navîn dinerin, guhertinên gelek mezin hene û wiha got: “Di aliyê têkoşîna jinan û naskirina têkoşina jinan de guhertinên gelek mezin hene. Jin bi salan e di bin zextên pergala baviksalar de dijîn. Jin di bin zextên pergala kapîtalîst de dijîn. Ji ber vê yekê di salên dawî de li dijî vê pergalê serhildanek pir mezin û têkoşînek hevpar a jinan li van welatên rojhilata navîn heye. Bi pêşengiya jinan şoreş pêş dikeve. Bi têkoşîna jinan êdî jin di meclis û rêxistinan de cihê xwe digirin û li vir xwedî biryar in. Rêxistinbûna jinan û biryarbûna jinan, hêzên ku dixwaze li herêmê serweriyê bike wan tixe metirsiyê.”

Serdest û zordest ji bo vîna jinan tune bikin zextan zêde dikin  

Arîn Swêd, da zanîn ku çiqas têkoşîna jinan xurt dibe û jin dibin xwedî vîn û biryar, li aliyê din zext û tundiya li ser jinan jî zêde dibe û wiha got: “Pergalên serdest ji bo karibin şoreşên heyî û qerîna jinan bêdeng bikin zextan li ser jinan zêde dikin. Mînakên şênber, şoreşa li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, şoreşa li rojhilatê Kurdistanê ku bi dirûşma “Jin Jinan Azadî” pêş ket. Di oxira şoreşa li Rojhilat de gelek têkoşerên jin hatin qetilkirin. Gelek têkoşerên jin îro di zindanan de ne. Hinek jin bi cezayên giran ên wekî ‘Darvekirinê’ re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê wekî YRJ’ê me pêwistî bi hamleya kampanya îmzeyan dît ku em karibin piştgiriya xwe bînin ziman. Ji bo em karibin bibin deng û qêrîna têkoşîna wan.”

‘Têkoşîna rojhilat bû mînak’

Berdevka YRJ’ê Arîn Swêd, destnîşan kir ku têkoşîn û serhiladan jinên rojhilatê Kurdistanê ji bo wan jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û jinen rojnamevan bû mînak. Vê yekê rêya têkoşînê zelal kir û wiha axivî: “Van hevalên me yên rojnamevan û aktîvîstên jinan li ruxmê îşkence, zext û biryarên darvekirinê van hevalên me yên rojnamevan û aktîvîstên jin ku îro li ber xwe didin, di nameyên xwe de biryara xwe anîne ziman.  Pir aşkere gotin ‘Ev hikûm û biryar dê tu carî me ji daxwazên me paşve nekîşîne’ Ji ber vê yekê me got em hamleyek wisa bidin destpekirin. Her çend em wekî rojnamevanên jin ji bo wan nûçeyan amade bikin jî, me xwest di aliyê zagonî de xwe bigînin hin sazî û rêxistinan û bi vê hamleyê bibin dengê wan. Em dixwazin bi vê kampanyaye bi reya zagonan zextan li ser saziyan bikin da ku gavan paşve bavêjin. Niha pêngav di pêvajoya yekemîn de ye. Di saetên destpekê yên pêngavê de daxwazên gelek saziyan çêbûn ku piştgiriyê bidin. Gelekan piştgiriya xwe anîn ziman. Wekî ragihandina azad. Em naxwazin hamleyê tenê bi bakur û rojhilatê Sûriyeye bi sinor nehêlin. Em dixwazin xwe bigînin hemû saziyên jinan, rojnamevanan û rojnamevanên li Rojhilata Navîn cih digirin. Em karibin daxwazên xwe ji wan re jî bêjin û wan jî tev li vê hamleyê bikin. Em dixwazin hejmarek baş kom bikin. Em van îmzeyan radestî saziya mafên mirovan û saziyên rojnamegerên sînornenas bikin û em karibin bandorê li ser biryarê bikin.”

Swêd da zanîn ku wan îmze dane destpêkirin û wiha axivî: “Dan û stendinê me bi gelek rojnamevanan re çêbû. Hem di asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê de û hem jî li derve têkiliyên me çêdibin. Em dixwazin sînorê îmzeyan fireh bikin.”

Pîvana YRJ’ê ewe ku bibe dengê jinan

Arîn Swêd, destnîşan kir ku êşên jinan hevpar in û wiha axivî: “Dibe şekle zordestiyê bê guhertin. Li Îran zextên li ser jinan bi şêwazekî heye. Li Efganîstanê, li Sûdanê û li herêmê dagirkerî yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê zext cuda bin. Wekî YRJ’ê pîvana me ya sereke ye ku em her tim bibin deng û rengê jinan. Em ê  bibin qêrîna jinan û em ê deng û hêza têkoşîna jinan derxin derve. Ji ber vê yekê me pêwistî bi ragihandina hamleyek bi vî rengî dît. Em dixwazin zext, zordarî û hovîtiya li ser jinan tê meşandin bidin xuyakirin. Ji bo wê pêdivî piştgirî û hevkariya jinan heye. Pêdivî bi helwestek hevpar heye. Ji bo em karibin bibin stûna li dijî êrîşên li ser jiyan divê em yekdeng bin.”

Swêd: Em dixwazin biryara darvekirinê paşve bikişînin

Berdevka YRJ’ê  Arîn Swêd herî dawî bal kişand ser daxwazên xwe û wiha got: “Daxwazên me yên sereke ew e ku hikmê darvekirinê ya li rojnameger û aktîvîstên jin hatiye birîn bê xerakirin. Em bang li hemû rojnamegerên jin û saziyên jinan dikin ku karibin bibin destek. Em wekî jin di êş û azadiyê de hevpar in. Em nikarin êşên jinan ên li Sûdan, Efganîstan, bakur û rojhilatê Sûriyeyê û welatên din ji hev cuda bikin. Eger em jin dixwazin li hemberî vê pergalê rawestin, pêwistî bi helwestek hevpar heye. Em ê her tim di têkoşîna xwe be berdewam bikin. Em ê her tim li dijî van biryarên ceza derkevin.”