Weşanxaneya Aramê pirtûka bîranînê ya Nesrîp Parvaz a “Di Bin Alalaya Ebbasî de / Zindanên Evînê (Abbasi Lalesinin Altında/Evin Zindanları)”, pirtûka biyografiyê ya Sînan Şahîn a “Ronahiya Ewil Çirûska Damezirîner / Hakî Kare (İlk Işik Kurucu Ateş/Hakî Karer)”, pirtûkên dîrokê yên A. Fuat Hengirvali ên bi navên “Mehşera Kurdan (Kurt Mahşerî)” û “Dîrok Dema Bûyînê ye (Tarîh Oluşma Zamanidir)” û pirtûka dîrokê ya Nasrullah Kuran a “Prensê Demokratîk (Demokratik Prens)” çap kir.
Wergera pirtûka Nesrîn Parvaz a “Di Bin Alalaya Ebbasî de / Zindanên Evînê” ji hêla Mahmût Yamalak ve hatiye kirin û ji 552 rûpelan pêk tê. Nesrîn Parvaz, têkildarî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê tên ragirtin dijîn, tecrube û bîranînên wan vedibêje.
Pirtûka Sînan Şahîn a “Ronahiya Ewil Çirûska Damezirîner / Hakî Karer” jî ji 272 rûpelan pêk tê û biyografiya yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Hakî Karer hatiye vegotin.
Pirtûka A.Fuat Hengirvanli ya “Mehşera Kurdan” ji 392 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de qirkirinên li dijî gelê kurd û gelên din ên li Mezopotamyayê weke “mehşer” hatiye pênasekirin.
Pirtûka A. Fuat Hengirvanli ya bi navê “Dîrok Dema Bûyînê ye” jî ji 464 rûpelan pêk tê. Di berga pirtûkê de wiha tê gotin: “Ev pirtûk tenê dîroka Tevgera Azadiyê venabêje, di heman demê de A. Fuat Hengirvanli nîşan dide ka heqîqet, îrade û wate dema xwe bi demê re kir yek, bê çawa wê bi fikir, zanebûn û têkoşînê re ava dike.”
Pirtûka dîrokê ya Nasrullah Kuran a “Prensê Demokratîk” ku ji 296 rûpelan pêk tê jî ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hate çapkirin. Di berga pirtûkê de wiha tê gotin: “Ev pirtûk, ji fikirîneke siyasî wêdetir, pêşniyareke pozîsyoneke etîk, zanebûneke şoreşger û rejîmeke heqîqetê ya azadîxwaz e.”