Dayikên Şemiyê ji bo hefteya 1072yemîn a çalakiya xwe ya heftane li Qada Galatasarayê kom bûn û daxwaza eşkerekirina aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin û hatin kuştin û cezakirina sûcdaran kirin. Vê hefteyê, çalakî li ser aqûbeta Cemîl Kirbayir ku 45 sal berê li Qersê winda bû, hat lidarxistin. Li gel Dayikên Şemiyê, parêzvanên mafên mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn. Beşdaran wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de winda û qurnefîl hilgirtin.
Îkbal Eren anî ziman ku girtina dosyeyên têkildarî windakirinên bi darö zorê ji ber demborıyö nîşan dide ku bêcezatî bûye polîtîkayeke dewletê û got ku Cemîl Kirbayir, xwendekarekî 26 salî li Enstîtuya Perwerdehiyê ya Qersê, di 13ê îlona 1980yî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji mala xwe ya li gundê Okçu yê Erdexanê hatiye binçavkirin. Îkbal Erenê wiha dewam kir: “Ew pêşî birin Alaya Piyade ya 247emîn a li Gole û bi qasî hefteyekê li wir ma. Piştre ew birin Daîreya Polîsan a Qersê û ji wir jî birin Enstîtuya Perwerdehiyê ya Qersê ku wekî navendeke binçavkirinê dihat bikaranîn. Malbata Cemîl Kirbayir ji bo ku di dema binçavkirina wî de hewcedariyên wî bi cîh bînin çûn navendan. Lêbelê, dema ku piştî 8ê Cotmehê çûn navendê, ji wan re hat gotin, Kurê we reviyaye. Vegerin ku hûn lê bipirsin’.”
Îkbal Erenö diyar kir ku giliyên sûc ên ku ji hêla Îsmaîl Kirbayir û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ve hatine kirin bê encam man û careke din ji Cemîl Kirbayir tu agahî nehatiye bihîstin û wiha domand: “Di 5ê sibata 2011an de, Berfo Kirbayir a 103 salî, endama Dayikên Şemiyê, li Qesra Dolmabahçeyê bi serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan re civiya. Wê serpêhatiyên xwe vegot û got, ‘Berî ku ez bimrim kurê min bibînin.’ Li ser talîmatên Erdogan Komîsyona Lêkolînê ya Parlamentoyê hat damezrandin. Piştî lêkolînek hûr, komîsyonê raporek 350 rûpelî amade kir. Di raporê de hat belgekirin ku Cemîl Kirbayir di dema binçavkirinê de ji ber îşkenceyê miriye û cenazeyê wî ji hêla rayedarên giştî yên ku bûne sedema mirina wî ve hatiye windakirin.”
Îkbal Eren bilêv kir ku piştî ku komîsyonê giliyê sûc ligel raporê li dozgeriyê kir, doz ji nû ve hat vekirin ku got “Lêbelê, hikûmetê cesaret nedît ku bi vî sûcê li dijî mirovahiyê re hevrû bibê” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî demek dirêj a nezelaliyê, di 25ê sibata 2020î de, Wezareta Dadê serî li Dadgeha Bilind a Îstînafê da û daxwaza betalkirina dozê ji ber dema demdirêjiyê kir. 8emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ev daxwaz qebûl kir. Bi vî awayî, aşkerekirina aqûbeta Cemîl Kirbayir û hesabpirsîna kesên ku ev sûc kirine hat astengkirin.”
Piştre, parêzera dozê, Eren Keskin axivî û got: “Di sala 2011an de, dema ku bi malbatan re civiya, serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan got, ‘Min soz da Xaltîka Berfo, ez ê encama vê bûyerê aşkere bikin.’ Bi rastî, di Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoyê de komîteyek binî hat damezrandin. Em, polîs, karmend, leşker, malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û parêzerên wê demê, hatin guhdarîkirin û ji bo cara yekem, vê dewletê raporek nivîsand û rapor kir, ‘Min ev sûc kiriye.’ Di encamê de, dosya, ku bi biryara dewletê hatibû girtin, ji nû ve hat vekirin. Hikûmeta AKPê bi kesên ku di salên 1990î de sûcên mezin kirine re lihevkirinek mezin çêkir. Di encamê de, ev dosya dîsa hat girtin. Dosya bi biryara dewletê hat vekirin û dîsa bi biryara dewletê hat girtin. Em ê li gorî qanûnên navneteweyî li mafên xwe bigerin.”
Çalakî bi danîna qurnefîlan li qadê bi dawî bû.