Dewleta tirk ber bi hilbijartina herî girîng a dîroka xwe ve diçe. Li aliyekê Tifaqa Cumhur û li aliyê din Tifaqa Milet heye. Di navbera hişmendî û îdeolojiya wan de hîç ferq nîne. Yek nijadperestê olperest e û ya din jî nijadperestê dewletperest e. Girêdayî îdeolojiya fermî ya netewdewleta tirk in. Qibleya wan nijadperestiya tirk e. Hebûna xwe di tunebûna cudahiyan de dibînin. Bi taybetî jî hebûna kurd û Kurdistanê wekî dijminê xwe yê herî mezin dibînin û hemû armanca wan ew e ku kurd û Kurdistanê ji holê rakin.
Pirsgirêka wan a îktîdarê ye. Şerê dikin jî şerê rant, hêz û îktîdarê ye. Lê divê neyê jibîrkirin ku şerê îktîdarê yê tirkan gelek gemar û qirêj e. Ji bo îktîdarê bira birayan dikûjin. Padîşahan birayên xwe yên 6 mehî ji bo îktîdarê qetil kirine. Dikarin hemû qirêjiyê ji bo îktîdarê bikin. Herî dawî di şerê îktîdarê yê gulenciyan û AKP’ê de tiştên nemayî anîn serê hev du. Sibê hevsengiyên îktîdarê biguherin teqez e ku dê heman tiştî li hev bikin. Tişta îktîdara niha AKP-MHP jê ditirsin jî ev e. Niha de xwe li hev tûj dikin.
Bi vê boneyê ji bo AKP-MHP îktîdarê ji bîr neke, serî li hemû riyan dide. Qasî dema hilbijartinê nêzîk dibe tirsa wan a windakirinê zêde dibe. Çi ji dest tê dike. Lê zêde tiştekî bike jî tune ye. Di qada aliyê aboriyê de top avêtine. Civaka xwe li hev sor kirine û dubendiyeke mezin heye. Qeyrana siyasî hatiye wê astê ku hemû cureyên komplo, rûreşî û xirabiyê li dijî hev bikin. Kuştina Serokê berê yê Ocaxa Ulkucuyan nîşaneyeke biçûk a vê pêvajoyê ye.
Têkçûna mezin jiyan
Îktîdara AKP-MHP’ê stratejiya xwe li ser êrîşên li dijî kurdan ava kiriye. Hewl dide tevkujiya gelê kurd temam bike. Bi êrîşan hem hestên nijadperestiya tirk bilind bike û piştgiriya wan bigire, hem jî bi vê riyê muhalefeta tirk bigire gel xwe. Dizane ku muhalefetek piştgiriyê bide êrîşên wê yên li dijî kurdan, dê kurd jî piştgiriyê nedin muhalefeta nijadperest jî. Bi vî awayî hêvî dike ku ser bikeve. Ji bo vê bi her awayî êrîşî gelê kurd dike.
Êrîşên nijadperestiya tirk li ser çend lingan tên meşandin. Lingê yekemîn êrîşên li ser Qadên Parastina Medyayê ne. Ev nêzî salekê ye ev êrîş didomin. Bê guman armanca vê êrîşê ya yekemîn temamkirina tevkujiya kurdan e. Girêdayî vê yekê di hundir de parastina îktîdarê ye. Ji bo wê bi hemû hêza xwe êrîş dike. PDK jî hevgirî û piştgiriya van êrîşan dike. Tişta herî zêde hêviya serketfinê daye dewleta tirk jî piştgiriya PDK’ê bû.
Lê hesabên wan ên li hemberî Qadên Parastina Medyayê negirt. Ligel hemû êrîş û pêkanîna sûcên şer û ên li dijî mirovahiyê jî nekarî bigihe armanca xwe. Tektîka wan li hemberî îradeya şervanên Kurdistanê têk çû. Bi hatina zivistanê ji gelek qadên Zapê vekişiyan. Darbeyên giran xwarin û hêviya serkeftinê winda kirin. Têkçûneke mezin a stratejîk jiyan. Ji qadên mayî jî ne dikarin birevin û ne jî dikarin bimînin. Lê dê heta dawiyê hewl bidin li Qadên Parastina Medya bimînin.
Piştî şikestina hêviyên li Qadên Parastina Medya hewl dan li Rojava deriyekî ji xwe re vekin. Bes amadekarî û biryardariya Hêzên Bakur Rojhilatê Suriyeyê destûr neda ku êrîşên dagirkeriyê pêk bînin. Piştî têkçûna li Zapê hêzên hegemonîk jî nexwestin êrîşeke nû li hemberî Rojava pêk bîne. Hem hêza Tevgera Azadiya Kurdistanê û hem jî konjonktûra navneteweyî hewesên dagireriya tirk niha têk birin. Bes dagirkeriya tirk dê meşandina êrîşên li vir de jî israr bike.
Rûsya dixwaze Erdogan xelat bike!
Niha taktîk guherandin. Ji ber ku dagirkeriya tirk bi serê xwe nekarî îradeya Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd têk bibe, niha li dostan digere. Bi alîkariya hêzên din dixwaze êrîşan pêk bîne û xweseriya Rojava ji holê rake. Hevdîtinên wan ên bi Beşar Esad re li ser vê bingehê pêk tin. Bi navbeynkariya Rûsyayê hewl didin li dijî gelê kurd hevbendiyeke nû ya dagirkeriyê pêk bînin. Di rojên pêşiya me de îhtîmal heye ku Rûsya, Tirikye û Sûriyeyê bîne cem hev û riya êrîşên nû yên li dijî Rêveberiya Xweser veke.
Rûsya jî wekî dewleta tirk li Ûkraynayê xitimî. Ne dikare paşve bikişe û ne jî pêş bikeve. Darbe li ser darbeyan dixwe. Aboriya Rûsyayê di bin ambargoya welatên rojavayî de difetise. Tirkiyeyê wekî riya bêhngirtinê dibîne. Dixwaze ku îktîrara AKP-MHP’ê li ser piyan bisekine. Ji bo wê hewl dide xelatekê bide Erdogan. Lê di vê rewşê de jî faktorên cuda dikevin nav denklemê. Ango encameke ku têra alîkariya Erdogan bike, nade. Bi vê boneyê stratejiye AKP-MHP’ê niha li ser yek lingî ye.
Ev ling jî di hundir de êrîşkirina gelê kurd e. Bi riya vê yekê bilindkirina hestên nijadperestiyê û konsolîdekirina hilbijêran e. Her wiha bi vî awayî vekirina navbera Tifaqa Milet û gelê kurd e. Gavên wisa diavêje ku Tifaqa Milet li hember bê deng bimîne û gelê kurd ji wan aciz bibe. Blokekirina hesabên alîkariyê yên HDP’ê, lezkirina girtina doza HDP’ê nîşaneya vê neçariya AKP-MHP’ê ye. Bi îhtîmaleke mezin hindî hilbijartin nêzîk bibe, girtina HDP’ê, qedexekirina siyasetmedarên kurd bi leztir bike.
Li aliyekê jî dê tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan kûrtir bike. Bi êrîşên li Qadên Parastina Medya, gefên dagirkirina Rojava, hewldanên girtina HDP û êrîşên li dijî gelê kurd ê li Bakur wekî şantajekê li hemberî Ocalan bi kar tîne. Qaşo difikire ku bi vê şantajê dê bikaribe daxwazên xwe li ser Ocalan bisepîne. Lê çawa heta niha nekarî bi ser keve dê ji niha pêve jî nekare ser bikeve.
Dê encama Zapê li Bakûr peyda bibe
AKP-MHP hewl dide ku HDP’ê û tifaqa wê bîne wê astê ku nekarin xebatên hilbijartinê bimeşînin. Bi pirsgirêkên navxweyî, nîqaşên berendaman, binçavkirin û girtinan re mijûl bibe. Li ser bêdengiya Tifaqa Milet a li hemberî van êrîşan bi Tifaqa Milet re jî bikeve nav nîqaş û gengeşiyê. Ku ev tev encam nedin jî dê bi dizîna dengan, binpêkirina hiqûqa hilbijartinê dê hewl bide encamê biguherîne.
Bijarteka stratejiya herî dawî ya AKP-MHP’ê jî ew e ku bi darê zorê li ser îktîdarê bibîne. Ev hemû dê di çend mehên peşiya me de bên jiyandin. Lê AKP-MHP û aqilê qirêj ê dewleta tirk gelek tiştan hesab nake. Ji van a herî mezin jî aqilê stratejîk ê Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd li ber çavan nagire. Zan dike ku plana wan dê li gorî ku hatiye çêkirin bimeşe. Dema HDP hate girtin dê pergala rêxistinî ya kurdan belav bibe. Demoralîzasyon dê çêbibe. Kurd dê hêrsa xwe arasteyî CHP û Tifaqa Milet bikin û neçin ser sindoqan.
Lê nizane ku aqilekî pêncî sal in li Rojhilata Navîn siyasetê dîzayn dike heye. Bi çend êrîşa û lîstikan belav nabe. Heta demoralîze jî nabe. Li hemberî êrîşan zêdetir hev digire û li dora armancên xwe dibe xelekeke jiagir. Encama li Zapê derketî dê li Amed, Erdexan, Dîlok, Dêrsim û hemû deverên gelê kurd ê azadîxwaz lê dijîn derkeve holê. Hezên li ser Zapê çawa hatin parçekirin dê hesabên li ser hilbijartinê jî wisa belav bibin.
Gelê kurd biryara xwe li gorî manuplasyon û planên AKP-MHP’ê nade. Biryareke wisa bi hestewarî jî nade. Ne bi girtina HDP’ê demoralîze dibe û belav dibe ne jî hêrsa xwe arasteyî CHP û Tiqafa Milet dike. Baş dizane ka dê hêrsa xwe çawa rêxistin bike û arasteyî kê bike. HDP xuya kir ku dê berendamê xwe yê serakomariyê aşkera bike û bi hilbijartinan bi berendamê xwe bikeve hilbijartinê. Her wiha dersek da AKP’ê û daxwaza wê ya hevdîtinê jî red kir. Nîşan da ka aqilê stratejîk yê gelê kurd çawa ye û dê çawa be.
Dikare ji sedî 20 deng bigire
Bi hemleyên dawî HDP’ê çawaniya siyaseta hemû partiyên pergalê araste û beralî kir. HDP heta deqeya dawiyê jî dê siyaseta riya sêyemîn bimeşîne û gelan bê alternatîf nehêle. Dê hewl bide bi hejmara herî zêde bikeve parlementoyê. Niha dengên HDP’ê li derdora ji sedî 15’an e û dikare heta ji sedî 20’an biçe. HDP dê bi vê hêzê bikaribe pergala sedsala nû ya dewleta tirk teşe bike. Mafên hemû cudahî û bindestên li Tirkiyeyê bixe bin misogeriyê.
Ji bo serokomariyê jî mifte di destê HDP û gelê kurd de ye. Heta kêliya dawiyê ev firset dê bê bikaranîn. Kîjan bijarte li gorî berjewendiyên gelê kurd be dê ew bijartek bê hilbijartin. Lê vê biryarê li gorî hewldan, hêvî û manîplasyonên aliyên din nade. Dê li gorî aqilê stratejîk ê paradîgmaya Ocalan, Tevgera Azadiyê û gelê kurd bide. Piştî hilbijartinê jî hêzên niha xwe gelek aqil dibînin, dê rastiya gelê kurd û aqilê stratejîk ê gelê kurd pir zelaltir bibînin. Lê hingê dê ji bo wan gelek dereng be.
Hilbijartineke gelek dîrokê li pêşiya me ye. Îktîdar dê bi her awayî êrîş bike. Lê divê her kesê/a welatparêz jî çi ji dest bê bike. Wekî ku her carê tê kirin. Riya vê yekê jî bê guman tevlêbûna têkoşîna ji bo Ocalan e. Gelê kurd dê xebatên hilbijartinê li ser bingeha têkoşîn û berxwedanê bimeşîne. Dê li dijî tecrîda li ser Ocalan derkeve, bi aqilê stratejîk ê Ocalan tevbigere û di dawiya rojê de hem tecrîdê bişikîne, hem îktîdarê têk bibe û hem jî pêşiya jiyana nû veke.