16 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Aqilê Sivik Barê giran

Zinar Ronî

 “Aqilê sivik barê giran” nexweşiya demê ye. Di cihê dilnizmiyê de, di cihê fêmkirin û watedayînê de razîbûna ji aqilê xwe ne dihêle kes bixwe pêş bikeve ne jî dihêle ku çareseriyeke giştî pêş bikeve. Bihêlin bila yên ku bi hev re şer dikin şert û mercên xwe danin holê û aştiyê pêk bînin.

Pêşiyên me gotine “Dema ga dimire, kêr pir dibin”. Kîngê mijarek bi neyînî bi encam dibe, yên dixwazin wekî rûn bi ser bikevin dest bi gotegotan dikin. ‘Min gotibû ev kar naçe serî’, ‘min ewqas got lê guhdar nakin’, ‘ji xwe di serî de diyar bû em ê wenda bikin’… Hin deman jî berî ku karek were kirin, di serî de şîrove û nirxandinên neyînî têne kirin. Niha pêvajoya ku nû dest pê kirî jî ji aliyê gelek kesan ve bi neyînî tê nirxandin. Kes û derdorên li gorî xwe aqilmend in, aqilê xwe bi yê kesî naguherin, şîretan dikin. Bêguman şîret, hişyarî û fikar girîng in, divê hebin. Heke tüne bin pirsgirêk e. Lê mijara ez behs dikim ne ev e.

Her nirxandin berpirsiyariyekê dide ser mil. Bi qasî berpirsiyariya zanînê ewqas jî berbirsiyariya nirxandinê heye. Heke were xwestin ku nirxandin an jî sekin were fêmkirin û wate were dayîn wê demê divê di navbera hizirandin-gotin-kirinê de jî hevgirtin hebe. Ne wisa be qîmeta gotin û hizirandinê tune. Dibe ku carinan derfetê kirinê tune be, wê demê gotin jî çalakî ye. Carinan dibe derfeta gotinê tune be, wê demê hizirandin û sekin hêja ye. Hizirandin bi xwe dibe çalakî. Bîra civakî jixweber van raberî hev dike û bi wate dike. Mixabin di van demên dawî de hinek kes û derdor nirxandinên wisa dikin ku mirov matmayî dimîne. Hewce dike mirov bersiv bide.

Pêdivî bi rastî û jidilbûnê heye. Herî zêde jî jidilbûn ji bo heval û hogiran hewcedar e. Di navbera dijminan de ne rast e ku jidilbûn were hêvîkirin. Dijmin li ser rastiyan, li ser şert û mercan li hev dikin an jî bi hev re şer dikin. Lihevhatina wan jî li ser pejirandina rastiyan pêk tê. Di nirxandinên dawî de Rêber Apo dibêje, ‘encex yên ku bi hev re şêr dikin dikarin aştiyê pêk bînin’. Ev rastiyek e. Bahçelî dibe ku dema diaxive kezeba wî jî dişewite, lê ew li gorî şert û mercên heyî rastiyekê datîne ber xwe. Hewce nake em ji Bahçelî hez bikin, lê heke li gorî pêdiviyên demê tevbigere divê mirov wate bidiyê. Çi dibêjin: ‘Bawerî ne bi Bahçelî ne jî bi Erdogan tune ye, ew ê Apo û PKKê bixapînin!’ Tu bêjî qey Rêber Apo û PKKê hemû dahatûya xwe dane destê van her du kesan, tu dê bêjî qey ên ku bi van re şer dikirin ne Rêber Apo û PKK bûn. Vala negotine, ‘aqilê sivik barê giran’. Ji şeveqê heya êvarî radibin, rûdinin û behsa mezinbûna aqilê xwe dikin. Mezinbûna aqil ji sivikbûnê tê. Wekî hewayê ye. Çiqas sivik be wekî hewayê ewqas mezin dibe. Helbet her kesek li gorî xwe xwedî zanebûnekê ye. Lê mesele ew e ku ev kes aqilê xwe nadin bi kesên din. Lê di rastiyê de ji dûrûtiyê pê ve tiştek najîn. Ên şer nakin, rawestandina şer rexne dikin, ên derneketine kolanan û du gotin nekirine dev diavêjin siyaseta; ên ku du kevir ji bo sosyalîzmê nedanîne ser hev tevgera azadiyê bi dijberiya sosyalîzmê tewanbar dikin. Ên ku pêşiya darbeya siyasî vekirin niha dibêjin Kurd bi desthilatiyê re li hev dikin. Sextekarî û durîtî bûye karakterekî demê. Di vê demê de du cure aqilmend hene, ji du aliyên cuda digihijin hev.

Ên yekemîn aqilmendên alîgirên desthilatê ne. Ev cure wekî ku evqas kiryarên xerab ne ji aliyê vê desthilatê ve hatine kirin tevdigerin. Dema Sirri Sureya Onder qeyrana dil derbas kir û ew rakirin nexweşxanê, gelek derdoran newxweşxane ziyaret kirin û peyam diweşandin. Kesekî wekî Muhsîn Kizilkaya helbest nivîsand. Yilmaz Erdogan li ber nexweşxanê daxuyanî dida. Helbest û peyamên van wekî tiştek pir mezin qewimiye hatin weşandin. Serdan û peyamên wan ser çavan lê hewce ye rastî jî neyên jibîrkirin. Sırrı Sureyya Onder demekê kete zîndanê. Sedem jî xebatên pêvajoya çareseriyê bû. Wê demê yek kesê ji vê derdorê negot ‘heyra hûn çima vî kesî diavêjin zîndanê?’ Heya êvarê propagandaya AKP û Erdogan dikirin. Yek ji sedema ku nexweşiya Onder zêde bû şert û mercên zîndanê bûn. Lê yên wê demê yek gotin neanîn ziman niha wekî ku hemû geşedan bi hewldanên wan pêş ketine tevdigerin.

Ên duyemîn aqilmendên bi navê dost û heval in. Ev cure jî wekî ku heya niha têkoşîna herî mezin li hemberî dewlet û desthilatê ne tevgera azadiyê daye, tevdigerin û nirxandinan dikin. Tevgerê wekî hevkarê desthilatê didin nîşandan. Rebenî û belengaziya xwe dixwazin bi nirxandinên li ser pêvajoyê bidin nixumandin. Ez meraq dikim heya niha kî xwestiye çi bike û tevgera azadiyê pêşiya wan girtiye? Nirxandin û pêşniyarên ji bo selametiya pêvajoyê hêja ne. Lê nirxandinên bi awayê hevkarî, revîzyonîzm, radestî û hwd ji silametiya pêvajoyê zêdetir zirar didin.

“Aqilê sivik barê giran” nexweşiya demê ye. Di cihê dilnizmiyê de, di cihê fêmkirin û watedayînê de razîbûna ji aqilê xwe ne dihêle kes bixwe pêş bikeve ne jî dihêle ku çareseriyeke giştî pêş bikeve. Bihêlin bila yên ku bi hev re şer dikin şert û mercên xwe daynin holê û aştiyê pêk bînin.