Pragmatîzm, bi kurdî tê wateya berjewendîxwaz, ezez, bêrehm, bêmebde, bêexlaq yanî xwediyê aqilê sar. Manewiyat tê de nîne, ew tenê ji tiştên şênber bawer dike, pozîtîvîst e, madeperest e. Ji ber van jî xwedayê wan hikumdar in. Yanî kî hikumdar be yan jî desthilat be ew ji bo berjewendiyê xwe amade ye ku her tiştî bike.
Cudatiya ajal û mirovan vîna azad e û hizra azad e. Bêguman di ajalan de vîna azad heye; lê hizir nîne, werçerxana hizir nîne. A ku mirov dike mirov jî werçerxana hizir e û vîna ku di navbera diyardeyan de dibijêre, hêza darazî ye, hêza red û pejirandinê ye, hêza pîvanê bide kesayeta xwe ye, kontrolkirina ajoyê xwe ye. Wek ajoyê birçîbûn, tirs, mirin an jî ezezî.
Gihayekî bi sitrî heye, bi erebî jêre dibêjin hirs. Ev giha wek gûniyê Kurdistanê bi sitirîyê xwe ve tûj e, hêstir (deve) li çolên Erebistanê vê gihayê dixwin. Lê xwediyê hêstiran nahêlin bixwin, ji ber ku dema hêstir dixwin sitirî ziman û devê wan birîn dike, dike xwîn. Hêstir her ku dixwe xwînê winda dike û di encamê de ji windakirina xwînê dikare bimire. Peyva ‘hirs’ tê wetaya xwekontrolnekirinê, bêsebrî, her wiha xwewindakirinê û fêmnekirina rastî û bêpîvaniyê.
Pragmatîzm jî dema ku ji bo berjewendiyên xwe bêsînor tevdigere, her bi xwe re êş, elem, hilweşandinê tîne. Dema hilweşandin destpê dike yên ku berî her kesî di bin kavilan de dimînin pragmatîst in.
Di asta makro yanî di asta jor de pragmatîzm bi dewlet, desthilatan tê pênasekirin, lê mîkro pragmatîzm di kes an jî kesayetan de xwe diyar dike. Ji ber vê jî tê gotin: Dostên dewletan tune ne, berjewendiyên wan hene. Ji ber vê li gorî felsefe û pîvana desthilatê dewletan de gotina dostayetiyê re cih nîne, tenê berjewendî heye. Danûstandin, hatin-çûyîn bi hevre karkirin li ser vê bingehê pêş dikevin.
Di mijara mîkropragmatîzmê de di roja me ya îro de çanda desthilatan wekî xeleka zincîrê her ferdê civakê alandiye. Her kî vê şerbeta desthilatê vexwaribe yan jî xwaribe, bêguman kêm an jî zêde, di encamê de rewşa wî ya şênber diyar dike li ku û kengê wê xwe bide der. Gotina, ‘mirovê herî demokrat deynin li ser kursiyê desthilatê wê di 24 saetan da bibe dîktator’ watedar e. Rastiyeke dîrokî ye, dîrok jî hişmendî ye, bîrewarî ye, berhema îro ye yan jî zarokê doh e.
Bîrdoziya pragmatîzmê lîberalîzm, di roja me ya îro de wisa kiriye ku kesayet êdî li hemberê civakê xwe berpirsyar nabîne. Kesayet bi madiyatê ve tê girêdan û bi ajoyên xwe yên rojane tevdigere. Ji van re kesayetê sifir yanî bêberpirsayar tê gotin.
Îro li welatê me, li Kurdistanê, li her qadê şerekî bênavber didome. Şer tenê li eniya çeperên germ a bi çek nîne, şer li qada çandî, dîrokî, bawerî, ramyarî (polîtîk), dîplomasî û ya herî girîng jî ya derûnî tê meşandin. Rojavayê welat wek govenda bablekanê lê hatiye, çep vegere, rast vegere, paş an jî pêş ku vedigerî tu jî sengerekî, tu jî dibî hêzek. Şimşêr di destê kî de ye, kî zikê kê kun bike ne diyar e. Her alî kesên bêrehm hewl didin yan jî dixwazin ji canê kesê din parçeyekê biqetîne.
Civînên NATO, Tahran û paşê ya li Soçiyê li ser maseya pragmatîzmê parçeyên ji bedena gelê heremê, bi taybet jî yê kurd û ereban diqetînin. Niha tişta dixwazin bi nav aştiye, lê aştiya ku tê de hertim şer heye.
Xwesteka Rûsya ya rejîma Sûrî û kurd li hev bikin an jî tirk û rejîma Sûrî li hev bikin heye. Lê ya girîng divê berjewendiyên wê bên parastin. Li vir kî mir, mala kî şewitî ew ne girîng e ji bona wan. Tirk dibêjin ‘bila kurd wekî hebûn neyên qebûlkirin, çi dibe bila bibe ji bo min ne xem e.’ Rejîma Sûrî jî dibêje ‘ez deshilatiya xwe biparêzim, min wekî min bipejirînin, çi dibe bila bibe’. Îran jî li vir e. Ê ku dika govendê amade dike Îran e û ew jî dibêje ‘bila kurd hebin, dikarin govendê jî bilîzin, lê divê wekî ku ez dixwazim dîlanê bigirin’. Lê hersê hêz jî di mijara ‘divê Amerîka û hêzên Rojavayî ji vir derkevin’ de fikrên wan yek in.
Hêzên Rojavayî, ne tenê îro li heremê ne, ew her li vir bûne. Heke dîrok kêmekî bê xwendin wê bê dîtin ku dewletên dibêjin em in xwedîyê van dewletan, ev dewlet-netew hemû jî bi destê Rojavayiyan yanî ewropiyan peymana Sykes-Pîcot hatine avakirin. Ne ew diçin, ne jî kesek dikare wan derxîne. Hin hêz wisa bi aqil in ku dixwazin kurd wan ji herêmê derxin. Ka keremkin hûn bi xwe derkevin! Pragmatîzma dewlet-netewan a bêrehm dixwaze li ser her kesî qûmarê bike û dike jî.
Li hemberê vê feraseta pragmatîk divê gelê herêmê û taybet jî kurd û ereb di nava stratejiya hevbeş a hêzên kapîtalîst de taktîkên afirîner û ji nakokiyên wan sûdê wergirin. Divê di navbera nakokiyan de ji bo xwe rêyên çareseriyê bibînin. Ji bo berjewendiyên desthilatiya xwe dixwazin gelê herêmê bikin qurbanî. Pêwîst e gelê herêmê jî ji bo pêşeroja xwe polîtîkayên afirîner bi pêş bixe û polîtîkayên qirkirinê pûç bike. Ji bo wê jî pêwîst e rêya herî rast bala xwe bide hêza gel.
Hêza herî xurt hêza gel e. A girîng ji gel bawerkirine. Zû yan jî dereng ê ku encamê diyar bike gel e. Tişta ku dikeve li ser pêşengên gel hêviya gel a serkeftinê zindî kirine. Rêxistinî, bawerî û pêşengiya gel, meşa qederê diyar dike. Sebr, îdîa, berxwedan, afirînerî û radîkalîzma şoreşgerî ya derwêşane bêyî ku berjewendiyên şexsî li pêş werin girtin; divê her tişt li gorî serkeftina gel bê plankirin û têkoşîn jî di her qadê de bênavber bê pratîzekirin. Serkeftin wiha misoger dibe.