Sekreterê Giştî Antonio Guterres daxuyanî da Komîteya Mafên Fîlîstîniyan a Neteweyên Yekbûyî û got: “Cewhera bikaranîna mafên mayinde yên gelê Fîlîstînê pêwendiya xwe bi mafê jiyanê heye ku bi rengekî mirovî li ser xaka xwe bijîn.”
Antonio Guterres ragihand ku bicihanîna van mafan her roj hîn bêhtir zehmet dibe û nêzîkatiya ku gel bi temamî ‘ji mirovahiyê derdixîne’ şermezar kir û ev tişt anî ziman”Ya rast tu tişt êrîşa metirsîdar a Hamasê ya 7ê cotmehê mafdar nîşan nade” û destnîşan kir ku tu tişt ‘kataloga hovîtiya bênav û hilweşîner’ a mehên dawî ya li Xezeyê jî mafdar nîşan nade.
Li gorî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, bi agirbesta 19ê çileyê re kêm jî be bêhn hatiye ber Xezeyê û ‘di lêgerîna li çareseriyê de divê pirsgirêk hîn bêhtir neyê girankirin’.
Antonio Guterres got, “Gelekî girîng e ku dilsozî bi bingehên hiqûqî yên navneteweyî re bê nîşandan. Divê bi ti awayî paqijiya etnîkî neyê kirin.”