4 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Anarcho Faşîzm

Li Tirkiyê biqasî, faşîstên ku di nava partiyên nijadperest de mobilîze bûne, nasyonalîst, sosyalîst jî di nava partiyên sosyal demokrat de mobîlîze bûne. Piştî têkoşîna Kurdan a nîvsedsalî, navê “KURD” qebûl kirin, lê navê Kurdistanê qebûl nekirine. Yekperestî, di çarçoveya Anarcho faşîzm de dewam dike. Lê Kurd hatine guhertin.

Gelek çîrok, efsane û derbî-meselên Dewleta Enqereyê hene ku mirov li ser wan raweste. Di van rojên ku sosyolojiya meydanan, wek tiştekî nû hatiye keşîfkirin ketiye rojeva Tirkiyê; bi taybetî nivîskarên ku waazên keşeyên sedsala navîn, (1) model girtine, agirê anarcho faşîzmê gûr û geş dikin.

Anarcho faşîzm, nasnoynal faşîzm e û li bejna dewleta Enqerê tê. Ev siyaset û demokrasiya Goebbels û Hermann Wilhelm e. Di aliyê kiryarên faşîzan de jî, siyaseta Heinrich Himmler tê meşandin, Bêguman serdem, mekan û konjoktura cîhanê cuda ye, lê reng û temtêl, govend û dahol û zirne yek in.

Sed û çardeh sal in, ji dema Îttîhat û Terakkî û piştî avakirina dewleta Enqerê, şerê li nava Tirkiyê û bi cîranên wê re bi dawî nebûye.

Vêce îro, efsane û darbimeselên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ji yên Jacob Grimm û Wilhelm Grîmm cûdatir û balkêştir in. Çîrokên her du birayên Grimm, xeyal in, çêkirî ne, yên li Tirikiyê û Bakurê Kurdistanê ji bûyerên çêbûne û derketine hatine parzun kirin û hunandin.

Dêwên birayên Grîmm, goştê microvan dixun. Dêwên li Kurdistanê, wêran dikin, tune dikin, jinan direvînin û bênamusiyan dikin. Ji ber vê yekê Zerdesht Pêxember, ji gundiyeke ku hawara xwe gihandiyê re dibêje, “biçe bi dêwan re têbikoşe û keça xwe ji destên dêwan rizgar bike.”

Kevokên birayên Grimm, êrîşî mirovan dikin, çavên wan derdixin… Kevokên li Kurdistanê keçikên efsaneyî ne, çavkaniyên evînê ne.

Bûyerên dawî li Tirkiyê giring in. Bayê têkoşîna gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd, li tevahiya Tirkiyê belav bûye. Bûyerên dawî jî encama wî bayî ne. Lê bûyer, ji îdeolojiya anarcho faşîzm- nasyonal faşîzmê dûrketin nine. Lewma min navê hevalên Hitler dikirand. Di bûyerên dawî de jî tê xuyakirin ku “hêza aqil” pêşeng nine û ji çareseriya pirsgirêkên civakan dûr e.

Ji bo vê sedemê û ji bo fêhmkirina model, reng, bingeh, aqil, îdeal, siyaset û armanca dewleta Enqerê, dive mirov, ne tenê destpêka ola Îslamî, ne tenê serdema avakirina komarê, ji meclîs û lejyonerên Roma, ji burokrasî û siyaseta Bizansiyan, ji mankurtên Mogolan, ji akinciyên çete û sêva sor (kizil elma) dest pê bike, sîstema pençîk-zarokên dewşîrme, yenîçeriyan û sîstema perverdehiya îro, di nava hev de bigire dest û bigihê encamekê. (2)

Ji destpêka avakirina dewletê, îhlal û tunekina huquq û edaletê heye; ji bo meşrukirina îdeolojiya dewletê jî, dîrokek çêkirî, sergirtina rastiyan û înkar kirinê heye. Ev jî înkara sosyolojiyê ye. (3)

Vêce û eger, dinamoya şoreşan baş neyê bikaranîn, ciwanên ku cîhanê weke pêşengên şoreşan têne naskirin, dikare ji daxwaz, hest, mantik, aqil û îdea ahlakî dûr bikevin. (4) Ji ber ku desthilatdariya faşîst a Mussolînî û desthilatdariya nasyonalîst a Hitler jî, desteka herî mezin ji xwendakar û entelektulan girtin. Li Tirkiyê jî îdeolojiya Itihadiyan û solîdarîtê, qeşa girtiye, nahele pêşketin çêbibe.

Îro jî bi pêşengiya Erdogan, soyolojiya ne soyolojik ya Z. Goklap, aqilê hişk yê Necip Fazil û Nihat Asya, bi senteza ola Îslama Emewî û Ixwaniyan, di reng û temtêla anarcho-faşîst de tê meşandin.

Di dema Enver paşa de Alî Osmanî bûbû Enwerland.

Di dema Mustafa Kemal de, Ataland, di dema Îsmet Înonû de, Şefland, di darbeyên eskerî de, bi navê serfermadaran dihate binav kirin. Mînak Ewrênland… Îro jî Tirkiyê. Erdoganland e.

Ev nasname, bi normên zext û zorê, kiryarên faşîzan dagirtî ne. Kes nikare van norman bi netewe-civakê ve, bi hiqûqî ve, bi mafê mirovan û parastina neteweyî ve girê bide. Her civak li nasnameya xwe ya neteweyî xwedî derdikevin. Lê her dem xwezayî ne. “notr” nabin, nakevin cendereya “ameliya metodîk” û faşîst nabin. Li Tirkiyê kesên ku bi navê netewa Tirk derdikevin û serî li kiryarên faşîzan didin, ne netewparêzin, desthilatparêz in.

Mixabin, bi paşayên Îttîhad û Terakî, dezgehê yekperetî hatin avakirin, kesên wekî Ziya Goklap, Necîp Fazil û Nihat Asya, normên antropolojîk, (yek yekan) derxistin pêş, lîsên anarcho-faşîzmê, lîsen nasyonalîzma îslama faşîst ava kirin, ha ha çêlîkên Dêlegura Asêna û mêrê kujer Muawiye derxistin hole.

Bêguman û helbet, derketine xwendekaran a kolanan giring e. Lê siyaseta nasyonal a CHPê, tu deman rê nedaye ciwanan; îro jî, di bûyerên dawî de, Serokê CHPê, rêveberên CHP buyerên girseyî bi şoreşa Kurd re, bi paradigmeya Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd re têkildar nekirin. Eger berxwedana gel û ciwanan bi îdea şoreşa gel ve neyê girêdan, ji armancê dûr dikeve, dibe amurê berjewendiyan.

Tê zanîn, sahîh e û rast e; tu kes nikare înkar bike ku, Tevgera Azadiya Kurd, bi navê civakan, bi navê mirovaniyê derkete rê. Paradigmeya Ocalan jî, li Tirkiyê, li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn, bû bingeha guhertinên dîrokî, siyaset û çanda demokratîk derxiste holê, bû dînamîzma entelektueliyeke xurt û berfireh.

Kes nikare van rastiyan înkar bike. Helwesta şaredarê Enqerê Mansur Yavaş, gotinên me yên li jor rast derdixe; Wî bi aqilekî “yavaş” haraket kir, rengê CHPê nîşan da. Nivîskarên bi aqilê keşeyên sedsala navin, hewl dan ku şoreş û têkoşîna Kurdan, wekî amurekî ji bo CHPê bikarbînin zêde bûn. Dema diaxivîn jî behsa şoreşa Kurd nedikirin, behsa banga Birêz Abdullah Ocalan nedikirin, demokrasiya ku sed sal in, ji rengê monarşiya nasyonalîst rizgar nebûye, bi biwêj û gotinên balkêş dianîne ziman.

Teva gotinên klasîk bikardianîn û digotin; ‘Eger demokrasiya kemalîst were parastin, eger desthilkatdariya monarşik a Erdogan were rawestandin, pirsgirêk çareser dibin.’ Ev kuştina diyalektîk û sosyolojiya meydanan e.

11 rojnamevanên ku çalekî dişopandin hatin binçavkirin û hatin êşkencekirin jî, tenê weke “Astengkirina azadiya ragihandin û bidestxistina agahiyan” bi navkirin. Ne tenê ev e; Hevserokê Komeleya Rojnameyên Dîcle û Firatê (DFG) Selman Çîçek, got ku Wezareta Ragihandin, li Tirkiyeyê weke Goebbels’ê Hîtler kar dike. (5) Rastî ev e!…

Derketina xwendekaran ji zaningehan û çalekiyên wan, komkujiya li devê Zaningeha Stembolê ya sala 1978 anî bîra min. (6) Hingî gotin, feşîstan, xwendekar kuştin û reviyan qehwexaneya Kulluk û xwe veşartin. Qehwexaneya Kulluk li Beyazît, pêşberî Dergehê Zaningeha Stembolê, aliyê din yê kolanê bû. (Ji rojnameya Cumhuriyetê, ez û Erdogan Koseoglu çûne cihê bûyerê. Dema em derketin rê, bavê Erdogan, berpirsiyarê fotografxanê Îbrahîm got, nêzîkî Kullukê nebin.)

Li Tirkiyê biqasî, faşîstên ku di nava partiyên nijadperest de mobilîze bûne, nasyonalîst, sosyalîst jî di nava partiyên sosyal demokrat de mobîlîze bûne. Piştî têkoşîna Kurdan a nîvsedsalî, navê “KURD” qebûl kirin, lê navê Kurdistanê qebûl nekirine. Teoriya gelan, huquqa gerdunî, mafên microvan, bi navê yekîtiya neteweyî tune kirine.

Yekperestî, di çarçoveya Anarcho faşîzm de dewam dike. Lê Kurd hatine guhertin.

Yanî “retori”yên înkarê, gotinên cihêkarî û terorê, êdî têra xapandina Kurdan nakin. Gelê Kurd di têkoşîna nîvsedsalî de, di aliyê zanista civakî, entelektîelî, siyasî û dîrokî de perwerde bûye, riya xwe dîtiye, xwe jî dijminên xwe jî baş naskiriye.

………….

1-            Şîdeta Civakî û Ratiya Tirkiyê, Prof. Dr. Orhan Turkdogan,….

2-            Prof dr. Adnan Demîrcan û Doç. Dr. Mehmet Akbaş, di 2 cîldên “Kurd” de, bi kurtî li ser beriya serdema Îslamê rawestiya ne û piştî serdema Islamê dûr û dirêj lêkolîn kirin. Ev lêgerîn û lêkolîm kêm e, têr nake.

3-            Abdulah Ocalan, Sosyolojiya Azadiyê, rp 19

4-            Adullah Ocalan,Çîroka Vejînê… rp 59

5-            Ajansa nuçeyan ANF, 28 Adar 2025…

6-            Di 16 Adara 1978’de 7 xwendekarên zaningehê, Ahmet Turan Ören, Baki Ekiz, Murat Kurt, Cemil Sönmez, Abdullah Şimşek, Hamit Akıl; Hatice Özen hatin şehîd kirin