“Xwardeçûyîna civakê li cihê ku berjewendiyên takekesî li ser exlaqê bi ser dikeve dest pê dike.”
Mem û Zîn yek ji berhemên herî girîng ên edebiyata gelêrî ya kurdî ye û di vê berhema Ehmedê Xanî ya nemir de her kesayetek diyardeyên civakî temsîl dike. Di vê çarçoveyê de karakterê Bekoyê Ewan bi taybetî ji bo têgihîştina bêdadiya civakî, bandora berjewendiyên takekesî li ser civakê û dînamîkên desthilatdariyê girîng e.
Bekoyê Ewan di destanê de wek kesayetekî manîpulatîf, xapînok û xerab hatiye nîşandan. Motivasyona wî ya bingehîn ew e ku berjewendîyên xwe yên takekesî zêde bike. Ev taybetmendî Bekoyê Ewan ji ferdekî tenê vediguherîne tîpolojiya civakî. Bekoyê Ewan nûnerê pergalekê ye ku di vê pergalê de berjewendîyên takekesî di rêza feodal de li ser berjewendîyên civakî re tên girtin. Ev feraset dibe sedema hilweşînên civakî yên girîng.
Hewldanên Bekoyê Ewan ên ji bo pêşîgirtina li evîna Mem û Zînê, (tevî ku Beko di hiyerarşiya civakî de ji çîneke jêrîn e jî) nakokiya berjewendiyan a di navbera çînên jêr û çînên jor ên civakê de nîşan dide. Lê belê, di vê nakokiya berjewendiyan de, Bekoyê Ewan, berevajî kesên din ên ji çîna jêrîn, rêyeke ku bi tevahî ji nirxên exlaqî bêpar dimeşe. Di şexsê wî de fîgurekî ku hîlekariya takekesî di ser hevgirtina civakî re digretê rexnekirin.
Girîng e ku Bekoyê Ewan were lêkolînkirin, nemaze di warê helwêstên berjewendîparêz ên ferdên çîna jêrîn ên di nîzama feodal de û bandora van helwestan li ser dînamîkên civakî. Di civakên feodal de, serokên eşîran an jî kesên çîna jor bi gelemperî wekî hêzên serdest derdikevin. Lêbelê, kesên çîna jêrîn jî xwedî potansiyela ku bandorê li ser vê nîzamê bikin bi jêhatîyên xwe yên hîlekar û manîpulasyonê hene. Bekoyê Ewan li hember evîna pak a Mem û Zînê bi bikaranîna van hunerên manîpulasyonê, ne tenê berjewendiyên xwe yên takekesî diparêze, di heman demê de zirarê dide nirxên civakî yên vê evînê.
Di dema ku Mem û Zîn avahiyeke civakî ya feodal nîşan dide, tevgerên ferdî yên Bekoyê Ewan yek ji hêmanên girîng ên hilweşîna vê pergalê ne. Di pergala feodal de, kes bi giştî ji bo ku berdewamiya pêkhateya civakî misoger bike, hatine teşekirin. Lê belê Bekoyê Ewan weke kesayeteke ku vê berdewamiyê têk dibe û dibe sedema kaosê derdikeve pêş. Di şexsê wî de derdikeve holê ku berjewendiya takekesî çiqasî bi hêsanî dikare zirarê bide nîzama civakî.
Di nîzama feodal de, kesayetên desthilatdariya kevneşop,bi gelemperî wekî parêzvanên nirxên exlaqî û giyanî yên ku civakê li hev digirtin dihatin dîtin. Lê belê, Bekoyê Ewan hevgirtina civakî têk dibe û li gorî berjewendiyên xwe yên takekesî li ber xwe dide û li dijî van nirxan e. Ev rewş dibe sedema hilweşîna pêkhateyên exlaqî yên hevgirtina civakê. Kiryarên manîpulatîf ên Bekoyê Ewan qelsî û dînamîkên gendeliyê yên civaka feodal bi zelalî radixe ber çavan.
Bekoyê Ewan mînakeke berbiçav a gendeliya exlaqî ye. Helwesta berjewendîperest a Bekoyê Ewan ya li hember evîna pak û îdealîzekirî ya di navbera Mem û Zînê de, nîşan dide ku ji bo berjewendîyên takekesî çawa dikarin nirxên civakî xera bibin. Têkbirina hevsengiyên wî yên civakî weke kesayetekeku vê gendeliyê geş dike, ne tenê wekî zirareke kesane, di heman demê de wekî hêmaneke ku hilweşîna civakî leztir dike jî derdikeve holê.
Gendeliya exlaqî ya Bekoyê Ewan eşkere dike ku reftarên kesên ku li dijî nirxên ku wan di civakê de digirin çiqasî wêranker e. Her çalakiya ku ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî pêk tê, zirareke cidî dide pêkhateya exlaqî ya civakê. Ev ziyan tenê di asta takekesî de namînin; dibin sedema hilweşandina pîvanên civakî û helandina nirxan.
Bekoyê Ewan di destana Mem û Zînê de ne tenê weke kesayetekî takekesî, divê weke sembola hilweşîna civakî û helandina nirxan jî bê nirxandin. Bekoyê Ewan berhemê qirêjiya pergala feodal, qirêjiya exlaqî û berjewendiya takekesî ye, di vî warî de rê li ber rexneyeke dîrokî û sosyolojîk vedike. Hebûna wî ne tenê weke kesayet, divê weke diyardeya dînamîkên hilweşîna civakî jî bê nirxandin.