Ez ê di vê nivîsê de berê xwe û xwîneran bidim têgeheke rojane ku bandorê li ser jiyana me dike. Bêguman têgehên bi vî awayî di roja me ya îroyîn de pir in, lêbelê têgeha di vê nivîsê de wê qala tiştekê bê kirin ji bo bandorê li têgehên din jî bike. Lewre pêwistî pê heye ku mirov analîzekê li ser vê têgehê bike. Helbet gelek fîlozofan analîzên balkêş li ser vê têgehê kirine û hê jî analîz li ser tên kirin. Ji bo vê yekê me jî xwest li gorî hiş û baweriya xwe çarçoveyekê li ser bandora wê ya jiyana rojane bikin. Têgeha ku qala wê hat kirin netew e. Netew, têgeheke li ser nirxan tê avakirin û pênasekirin e. Nirx jî ew tişt in ku civakek bi hev re qedir bide wan. Ji bo hemû civakê pîroz in û nayên binpêkirin. Divê hemû endamên civakê wan biparêzin ku bigihîjin nifşê piştî wan. Baş e! Kî çawa netew pênase kiriye?
Li gorî Anderson, “netew, civateke siyasî ya xeyalî ye.” Yek jê pêşengê netewperweriya Fransa Ernest Renan dibêje, “cewhera neteweyekî li ser tiştên hevpar ava dibe.” Bi heman awayî li gorî Etienne Balibar jî netew tişteke ku hatiye avakirin/çêkirin e. Dema em pênaseyên van her sê fîlozofan jî dinerin, em ê bibînin ku ev têgeh rojane li ser jiyana me bandorê dike. Bêguman li derdora hinek nirxan hatiye çêkirin ku ew jî li ser civakan hatine ferzkirin. Berdewamiya van nirxan di heman demê de berdewamiya dewletê ye. Lewre bi destê dewletê ev nirx bi rêya perwerdehî, malbat, ol û saziyên din ên bîrdoziya dewletê diparêzin li hemû civakên/kesên di nav netew de tên hînkirin. Jiyana mirovên di nav dewletê de li gorî van nirxan tên bi rêk û pêk kirin. Kesên ku van napejirînin rastî tundî û dijwariya dewlet û endamên wê tên. Ev kes di nav pergalê de wek terorîst, dijmin û xayîn tên îlankirin. Lewma du rê di pêşiya van kesan de dimîne: An wê teslîmê netewê bibin û bihelin an jî wê rêya berxwedanê danin pêşiya xwe û li hemberî zextên dijwar têbikoşin.
Netew li derdora çand, erd, dîroka hevpar û ramaneke siyasî tê avakirin. Netew xwedî rih û manewiyeteke dîrokî ye. Rihê dîrokî dixwaze her kesayetî li derdora civakê bicivîne. Ev rih û manewiyeta dîroka civatê ya dûvdirêj bi roja îroyîn ve girê didin. Lewma mirov dikare bibêje ku netew, balê dikişîne raboriyê. Li gorî wê jî îro civatekê ava dike ango netew civakê li ser form û sembolên raboriyê di roja îroyîn de tîne gel hev û bi vê dixwaze dahatûya xwe mîsoger bike. Li gorî vê jî di neteweyê de sê dem hene: raborî, îro û dahatû.
Bêguman netew di avakirina dewleta modern de xwedî cihekî pir girîng e. Jixwe li gorî fîlozofê Alman Hegel, dewlet û netew heman tişt in. Li gorî baweriya min ne heman tişt in, lêbelê du tişt in ku hevdû têr dikin. Hebûna dewleta modern bi hebûna netewê ve girêdayiye. Ango têkiliyeke xurt di navbera wan de heye. Netew civakê ji bo dewletê amade dike. Dewlet çi û çawa bixwaze li gorî netew jî li ser sembolên xeyalî û dîroka xeyalî tê avakirin. Nijadên/civakên cuda li gorî bîrdoziya dewletê li derdora sembolên civakeke xeyalî tên komkirin. Jixwe dewletên modern jî rewabûna xwe li ser vê têgehê ava dikin. Dewletên modern dizanin ku heke hişê netewî nebe, mirov nikare qala dewleta modern jî bike. Lewre dewlet vî hişî her tim dubare dikin da ku zindî bimîne. Bi vê ve têkildar netew xwe dispêre kolektîfbûnê, lewma kesayet xwe wek endamê netewekî dibîne û dewlet jî xwe wek nûnerên neteweyan bi nav dikin. Bi vî awayî her du dixwazin li ser nirxên netewî hebûn û berdewamiya xwe bidomînin. Ji bo vê jî kesên endamên civakên din di nav xwe de dihelînin û sembol û pîroziyên xwe li ser wan ferz dikin. Di bingeha xwe de ev ferzkirn baş e, ji ber ku civakên/nijadên din mafê lihemberderketina dewletan bi dest dixin. Lewma mirov dikare bibêje ku her çiqas ev serdema netew-dewletan be jî di heman demê de serdema berxwedanan e jî.
Pergala siyasî ya li ser netewê hatî damezrandin netew-dewlet e ku ew jî bi şer û pevçûnan xwe di afirîne. Îro li gelek deverên cîhanê şerê netew-dewletan li dijî civakan heye. Ev pergal xwe bi dagirkirina welatan û kontrolkirina mirovan/civakan didomîne. Heke krîz nebin wê berdewamiya netew-dewletan bikeve xeterê, lewma her tim dijmin, krîz û pirsgirêkên mayîndebûnê di nav civak û gel de belav dikin. Helbet ev dibin an herêmî an jî gerdûnî bin. Yek ji van krîzên gerdûnî pandemiya koronayê bû ku li tevahiya cîhanê bandor kir, piştî wê jî niha pirsgirêka aborî/zad li tevahiya cîhanê belav bûye. Wek pirsgirêkên herêmî jî dewlet pirsgirêka mayîndetiyê (pirsgirêka bekayê) çêdike. Şerê desthilatdariyê wek şerê mayîndetiya dewletê nîşan didin ku bikaribin kontrolkirinê baş pêk bînin. Bêguman heta ev pergal hebe, wê pirsgirêkên bi vî awayî jî her hebin. Ji van xalan jî diyar dibe ku netew ji jiyana takekes bigire heta ji jiyanê civakê bandor dike.
Li gorî vê analîzê em kurd hê nebûne netew. Ji ber ku hê tiştên me yên hevpar tune ne. Al, dîrok, çand, sembolên netewî li gorî partiyan tên guhertin. Her çiqas navê welatê me hebe jî me bixwe li ser hev nekiriye. Parçebûna welatê me di nav vê pergala kambax de rojane li ser hiş û mejiyê me bi awayekî neyînî bandor dike. Ji bo berdewamiya kurd û Kurdistanê pêwîstiya me bi avakirina tiştên xeyalî hene. Heke avakirina tiştên xeyalî me bigihijîne armancê bêguman ev rewa ne.