12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

An dê dagirkerî yan jî kurd bi ser bikeve

Rojnameger Azîz Koyluoglu, bal kişand ser cudahiya hilbijartina 20’ê Cotmehê ku li Başûrê Kurdistanê pêk bê û wiha got: “Di vê hilbijartinê de yan dê di şexsê PDK’ê de dagirkerî û xiyanet bi ser bikeve, yan jî dê kurd bi ser bikevin.”

Hilbijartina parlamentoyê ya serdema 6’emîn a Başûrê Kurdistanê dê di 20’ê cotmeha 2024’an de pêk bê. Xebaten hilbijartinê berdewam dikin. Têkildarî hewaya hilbijartinê û xebatên hilbijartinê rojnameger Azîz Koyluoglu nirxandin kir. Rojnameger Azîz Koyluoglu, ewil li ser rewşa hewaya hilbijartinê sekinî û got: “Hilbijardin di 2 salan de 4 caran hat paşvexistin. Diviyabû hilbijartin 2 sal berê pêk hatibûya. Sedema yekemîn rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê rê nedida. Ya duyemîn jî dewleta dagirker a Tirkiyeyê planek wê hebû. Ji bo plana wê asteng nebe nedixwest hilbijartin pêk bê. Dewleta tirk ji bo di aliyê siyasî de guhertin çênebe, hewl dide hilbijartin pêk neyê. PDK jî 2 sal in rê nade hilbijartin pêk bê.”

Hewlêrê 11 kota winda kir

Koyluoglu, bal kişand ser guhertinên pergala hilbijartinê û wiha axivî: “Partiyên herêmê bi rêya Dadgeha Federel a Iraqê li dijî vê rewşê doz vekir û encam girtin. Ewil Komîsyona Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê tasfiye kir. Ya duyemîn komisyona hilbijartinê ya Iraqê hilbijartina herêmê wekî erk girt ser xwe û dest bi amadekariyên hilbijartinê kir. Ya sêyemîn di pergala hilbijartinê de 2 xal hatin guhertin. A yekem kotaya kêmneteweyên li herêmê hatin kêmkirin. Beriya niha li gorî hejmara kêmaran kotayek pir zêde dabûn tirkmenan. Niha kota hat guhertin. Berê 11 parlamenter di encama kotayê de dihatin hilbijartin. Niha daxistin 5’an. Ev 11 kota li Hewlêrê dihatin hilbijartin. Bi awayekî xwezayî ev 11 kota diket para PDK’ê. Niha kota li 3 herêma dabeş kir. 2 kota Silêmaniyê, 2 kota da Hewlêr û 1 kota jî da Duhok. Xala duyemîn berê yek beş bû. Lê niha herêma Başûrê Kurdistan kir 4 beş. Herêma Duhok, Hewlêr, Silêmaniyê û Helebce. Ev guhertin ne li gorî berjewendiyên PDK’ê ne. Dîsa berê pergala elektronîkî ya hilbijartinê nebû. Hilbijartin bi nivîskî dihatin kirin. Lê niha pergala elektronîk e. Dê bi vê yekê pêşiya lîstik û hîleyan bigirin.”

Hêdî hêdî germahî zêde dibe

Koyluoglu, li ser atmosfera hilbijartinê jî rawestiya û got: “Niha 2 xet li herêma başûrê Kurdistanê hene. Yek xeta PDK’ê ya muhafazakar e. Ya duyemîn jî Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê bi navê “Guhertin” ketiye hilbijartinê. YNK jî ji 2005’an ve partiyek desthilatdar bû. Niha dibêje ‘Rast e ez di nava desthilatê de bûm. Lê desthilat ne di destê min de bû. Hemû biryar ji aliyê PDK’ê ve dihatin stendin.’ Gel dîsa hinek biguman e. Di asta tê xwestin de germbûnek tune. Bi taybetî piştî 2009’an tevgera Goran derket holê. Bi navê guhertinê hêzek mezin ji gel girt. Lê bi sextekarî nehiştin bibe partiya yekemîn. Lê di rastiye de bû partiya yekemîn. Ez dikarim bibêjim cara yekemin partiya herî zêde deng girt partiya goran bû. Lê dawiyê bû amûrekî PDK’ê û heviya gel a guhertinê lawaz bû. Niha ji ber ku hêviya gel a guhertinê lawaz bûye, bi atmosferek germ hilbijartinê pêşwazî nake. Lê YKN’ê bi taybet hewl dide vê atmosferê biguherîne û rêjeya çûyîna ser sindoqan zêde bike. Hêdî hêdî germahiya hilbijartinê zêde dibe.”

Tirkiye naxwaze hilbijartin pêk bê

Koyluoglu, bal kişand ser pêvajoya destpêkê ya parlamentoyê û wiha axivî: “PDK, di hilbijartina 1992’yan de 51 kursî û YNK’ê jî 49 kursî girtibû. Wê denê planên hêzên navdewletî li ser herêmê hebûn û li ser vê yekê hilbijartin pêk hatibû. PDK ji 1992’yan heta niha li herêmê partiya desthilat e. Qeyrana aborî, siyasî, civakî û dîplomasiyê, dagirkirina dewleta tirk a herêmê encama siyaseta PDK’ê ye. PDK’ê ji ber vê rastiya xwe nexwest hilbijartin pêk bê. Ya din dewleta tirk jî nedixwest û naxwaze hilbijartin pêk bê. Niha jî gumana hilbijartin pêk bê yan na biguman e.”

Koyluoglu, bal kişand ser hilbijartinên berê û wiha lê zêde kir: “Hilbijartinên berê hinek asayî bûn. Bi taybet ji 2005’an heta niha hilbijartinên asayî bû. Lê ev xwedî wateyek cûda ye. An dê bi reya PDK’ê dagirkerî bi ser bikeve. An jî dê kurd bi ser bikevin. Welatparêziyê bi ser bikevin. Di vê hilbijartinê de du xet derdikevin. Xeta dagirkerî û îxanetê, xeta din jî xeta berxwedan û welatparêziyê ye. Niha ev herdu xet hatine hemberî hev. Niha YNK çiqas dikare welatparêziyê temsîl bike û naveroka wê tijî bike, ev cihê gumanê ye. Her kes siyaseta li başûr dizane. Lê niha tişta tê xuyakirin ev e. Eger PDK di vê hilbijartinê de lawaz bibe û hêza xwe winda bike; ev tê wateya ku dewleta tirk a dagirker li herêmê hêza xwe winda dike. Xiyanet li herêma Kurdistanê lawaz dibe. Xeta welatparêzî û xiyanetê hatiye hemberî hev.

Niha li herêmê şerê pir ciddî hene. Şerê navbera Hamas û Îsraîle heye. Şerê Hîzbûlahê û Îsraîlê didome. Îran çiqas nexwaze bibe parçeyekî vî şerî jî, xwe neçar dibîne ku li dijî Îsraîle helwestê nîşan bide. Ev li herêmê bi xwe re guhertinek cîddî ava dike.Herî dawî Serokê Îsraîlê Netanyahû li ser kursiya NY’ê nexşeyek nîşan da. Di wê nexşeyê de Îran, Iraq û Sûriye kir xeta terorê. Hilbijartina herêma Kurdistanê di pêngaveke aloz de pêk tê. Ev hilbijartin dê siyaseta siberojê ya li herêmê diyar bike. Ev hilbijartin dê bibe nexşerêyek siyasî ya li pêş herêma Kurdistanê.”

PDK dê dengê miriyan bikar bîne

Koyluglu, bal kişand ser vizyon û rola Bafil Talabanî û wiha berdewam kir: “Heta astekê tê teşîrkirin. Lê aliyek, wî wekî kesê ku nikare nûnertiya Serokatiya YNK’ê bike didin nişandan. Li aliyê din jî kesên bi cilên qat û qiravat tên mezinkirin. Kesên cilên bi 20 hezar dolaran li xwe dikin pesnê wan didin. Lê kesên bi tîşort siyasetê dikin jî tên teşîrkirin. Di şexsê Bafil Talabanî de guhertina siyasî tê xuyakirin. Pêdiviya herêmê bi guhertinê heye. Bafil Talabanî hem di gotine xwe de û hem jî di tevgera xwe de guhertinekê pêk tîne. Şensê YNK’ê zêde ye. Helwesteke wî ya li dijî xiyanet û dagirkeriyê heye. Me di mîtingên Silêmanî, Helebce û Germiyan de helwesta wî dît. Xuya ye dê li ser vê berdewam dike. Xuya ye ku YNK dê li Hewlerê û Silêmaniyê bibe partiya yekemîn. Li Duhokê jî bibe partiya duyemîn. Eger YNK bi ser bikeve dê di siyasete de guhertin pêş bikeve. PDK ji niha de dest bi sextekariyan kiriye. Ji zindiyan zêdetir dixwaze dengê miriyan bikar bîne. Ku PDK sextekariyan neke dê darbeyek mezin bixwe. Bi wê re îxanet û dagirkerî jî dê darbeyek mezin bixwe.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê