Zarokên kurd bi salan in di bin şûrê dagirkeriyê de ne, di serî de perwerdehî, bi bişaftinê re rû bi rû man û dimînin. Tişta ku bi salan dan zarokên kurdan ne tenê matematîk û dersa erdnigariyê ye, dema mijar kurd û zarokên kurdan be, keft û levta wan du-sê qat zêdetir dibe.
Dewlet dibêje bi qasî ku ez rê didim te fêr bibe û bi qasî ku tu bi kêrî min bêyî fêr bibe. Du saziyên wan ên ji van fikran jî: Dibistanên Şevînî (YİBO) û Navendên Perwerdehiya Giştî ne. Dibistanên Şevînî di sala 1962’yan de di bin du navan de vebûn. “Di perwerdehiyê de fersenda wekheviyê û perwerdehiya zarokên feqîr”. Piştî nûçeyên têkildarî îstîsmar û tundiyê yên di van dibistanan de belav bûn, di sala 2016’an de girtina van dibistana ket rojeva civak û dewletê. Armanca wan “tirkkirin û modernkirina” kurdan bû. Jixwe dibistanên şevînî bi piranî li bakurê Kurdistanê û li kêleka qereqolekê ava dikirin. Mamosteyên di van dibistanan de dixebitîn, bişaftina zarokên kurdan bi awayekî hovane, wekî erka ‘neteweperweriyê’ ji bo xwe ferz didîtin.
Zarokên ku li gundê wan dibistan tune bûn, dişandin van dibistanan. Yanî pirs bi hêsanî di serê her kesî de çêdibe, heke ewqas ji dil bûn çima li gundan dibistan ava nedikirin? Zarokan xwe di van dibistanan de bi tenê û bêrûmet hîsdikirin, bêriya malbatên xwe dikirin. Bêyî dilê lawikan porê wan bi jîletê di xirtikandin; ên keçikan jî kin diqusandin. Her şev piştî saetekê ronahiya hundir vedimirandin û deriyê avdestxaneyê (tualetê) digirtin. Fonksiyonên laşê mirovan ku her car xwe dubare dikin yan jî divê bi xebitin rê li ber digirtin. Ji ber vê yekê pirî caran zarokan di nav lihêfên xwe de mîz dikirin. Jixwe heke we di zaroktiya xwe de bala xwe dabe zarokên ku di dibistanên şevînî de dixwendin, li gor zarokên di dibistanên din de dixwandin bêtir jîr, jêhatî û bi tecrûbe bûn. Mînak; hêj tu di 6-7 saliya xwe de nikarî şekala (sol, pêlav) xwe yan jî porê xwe girê bidî, wan dikarîbû vê wezîfeyê bikin. Ji ber ku tenêtiyê ew mecbûr hiştibûn û wisa kiribû diviyabû bi kêrî xwe bên. Kirin û kiriyar, dek û dolab, fene û fûtên serdestan gelek in, tenê bi dibistanên şevînî naqedin.
Navendên Perwerdehiyên Giştî jî yek ji vana ne. Herdem li gor berjewendiyên desthilatdariyê diguherin. Koka vê damezrekê bi şêweyên cuda digihîje heta selçûkiyan, paşê osmanî û komara Tirkiyeyê. Di sedsala 18’emîn de bêtir perwerdehiya olî didan gel. Lê di sedsala 19 û 20’emîn de bi saya pêşketina keşifan îcadên nû, teknolojî, zanista pozîtîf, tib, kîmya, fizîk û biyolojiyê êdî rêbazên perwerdeyê jî bi pêşve çûn. Bi vî awayî pergala perwerdeyê jî ji mecbûrî xwe bi ber bayê van pêşketinan de berdida û teşeyeke din digirt. Navendên Perwerdehiya Giştî delametên xwe bi vî awayî rêz dike: Perwerdeya demokrasiyê. Başkirina navbera girse û xelkên bijarte. Pêşxistina berhemên gel. Adaptasyona guherînê. Derbaskirina dema vala û hwd.
Di dema selçûkî û osmaniyan de armanca sereke ya dagirkirina Anatoliyayê, bi mebesta ji bo bi cihbûn û bi destxistina vî warî gel perwerde dikir. Osmaniyan bi dibistanên Enderûnê bêşekar, leşker û ji bo qada rêveberiya Împaratoriya xwe perwerde dida gel. Komara Tirkiyeyê di sala 1923’yan de bi navê “Terbiya Gel” Şûbeyek vekiriye. Piştî serhildanên kurdan, wê demê bêtir hêz dane vê bişaftinê. Navê perwerdehiyê jî lê nedikirin weke “li hember cehaletê têkoşîn, terbiyekirina gel” lê dinêrîn. Her wiha di bin navê înqilaban de tiştên wiha bi rengekî fermî gihan vê serdemê. Qaşo bi şoreşa şewqê gelek kes hatin îdamkirin û sirgûnkirin, hin kurdan jî ji ber kumkê xwe lêdan xwarin. Strana “Kurdo/ Şerefo were kumê xwe” straneke ji jiyana rasteqîn hatiye nivîsandin. Heta roja îro jî li gor xwe şekl û şemalek dane van perwerdehiyên xwe.
Di demên dawî de bi taybet li ser jinan hinek polîtîkayên din dikevin meriyetê û bi rêya van polîtîkayan dixwazin jinan ji civakê dûr bixin. Dewlet û mêr wekî hev tevdigerin, liv û kirinên wan jî eynî wekî hev in. Vê mêraniyê herdem jin xistiye bin qaliban, jê tirsiya ye, nexwestiye jin dest biavêje rêveberiya dewletê yan jî li hin qadan rêveberiyê bike. Dixwaze jin her di bin destê wî û li gor wî tev bigere. “Divê jin li malê rûne, tenê li zarokan binêre”. Dema jinan qadên xebatên derve jî xwestin saziyên wekî Navendên Perwerdehiya Giştî nîşanî wan dan. Di van navendan de kursên ku vedikirin jî bi piranî dersên dirûtinê, çêkirina merşan, bi moriya çêkirina hin alavan, kuaforî û hwd. hebûn. Bala xwe bidinê dişibin tiştên ku girtî di girtîgehan de çêdikin. Ew jî ji bo dema xwe derbas bikin bi morî û ta hin alavan çêdikin. Yanî ji bilî malan zîndaneke din ji jinan re çêkirin. Gotin qîma xwe bi vê bîne, tu encax dikarî van karan bikî. Mamostetî û hevşîretiyê bike, ji ber ku dema te ya ku tu li mal, li zarok û ferdên din jî binêrî heye. Tu destê xwe neavêje rêveberiyê. Ew jî dizanin cihê ku jin lê rêveber be şadî, dirustî, aştî û wekhevî heye, ev tişt jî ne li gor berjewendiyên dewletê ne.
Di dema Fethullah Gulen de cureyên van kursan hindekî din berfireh bûn. Kursên, jimaryarî, computer û zimanên biyanî li xwe zêde kir. Lê wan jî ji bo berjewendiyên xwe ev yek kir. Mirovên xwe ji bo karên xwe perwerde kirin û xistin xizmeta xwe. Ji ber vê burokrasiya dewletê tev xistin bin serweriya xwe de. Her wiha bername, sohbet û rêxistinên xwe jî di van kursan de mezin kirin. Dewlet û serdestan bi vî awayî perwerde tim kirine pêlîstoka xwe.