30 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Amerîka pêkanînên li ser Sûriyeyê rakir

Wezareta Karên Derve ya DYAyê ragihand ku wan pêkanînên li ser Sûriyeyê rakirine û muafiyeke 180 rojî erê kirine.

Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihand ku pêkanînên li ser Sûriyeyê hatine kêmkirin. Wezareta Karên Derve ya DYAyê jî da zanîn ku wan girêdayî Yasaya Parastina Sivîlan a Sezar di mijara pêkanînan de ji Sûriyeyê re muafiyeteke 180 rojî hatiye naskirin.

Wezareta Xezîneyê destnîşan kir ku biryara hatî dayîn, girêdayî gotinên Donald Trump ên têkildarî bi temamî rakirina pêkanînên li ser Sûriyeyê ye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev pêngav parçeyeke bi temamî rakirina pêkanînên li ser Sûriyeyê ye. Hat diyarkirin ku girêdayî Rêziknameya Pêkanînên li ser Sûriyeyê destûra kiryarên ku hatine qedexekirin, hatiye dayîn.

Herwiha destûra hemû kiryarên li gel hin kesên ku di lîsansa giştî de hatine diyarkirin jî hatiye dayîn û ji bo ku saziyên fînansî yên DYAyî ji bo destûrê bide ku Bankeya Bazirganiyê ya Sûriyeyê hesabên muxabîrî bigire muafiyeteke îstîsnayî jî hatiye naskirin. Girêdayî lîsansa giştî ya ji aliyê Wezareta Xezîneyê ya DYAyê destûra kiryarên li gel serokkomarê hikûmeta Şamê Ahmed Şara, hikûmet, Bankeya Navendî ya Sûriyeyê, hin bankeyên Sûriyeyî, şîrketên enerjiyê û saziyên dewletê re hatiye dayîn.