20 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Amerîka êrîşî Yemenê kir

Amerîka êrîşên bajarên Hudeyde û Sana yên Yemenê kir di van êrîşan de piranî jin û zarok, 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya El- Mesîre ya girêdayî hêzên Hûsî yên li Yemenê ku desteka xwe ji Îranê distîne, balefirên şer ên Amerîka  yê êrîşî hinek herêmên bajarê Hudeyde û peytext Sanayê kir. Hat destnîşan kirin ku di êrîşa li dijî navçeya Havak ya Hudeyda de, di nav de jin û zarok 13 kesan jiyana xwe ji dest dane, li peytext Sana jî herêmên Nahdayn a navçeya Es-Sebiyn û Racam a li navçeya Benî Haşiş hat hedefgirtin. Di van êrîşan de jî 3 sivîl hatin kuştin.

Hêzên Hûsî yên li Yemenê, ji 31ê cotmeha 2023yan heta niha wek berteka li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê, mudaxeleyî keştiyên bazirganî  yên diyar dikin girêdayî şirketên Îsraîlê ne, dikin. Dem bi dem li dijî van keştiyan bi amûrên hewayî û fuzeyan êrîş jî pêk tînin.

Hûsiyan di daxuyaniya ku di 7ê Adarê de dan de ji bo ku Îsraîl bihêle alîkariyên mirovî bikevin Xezayê, 4 roj qewl daye, gotiye ger ku Îsraîl vê daxwazê red bike, ewê dest bi operasyonên deryayî bikin. Serokê Amerîka  yê Donald Trump jî di  daxuyaniya di 15ê Adarê de di platforma medyaya dijîtal de dayî de, ragihand ku li dijî Hûsiyên li Yemenê fermana destpêkirina êrîşek mezin daye.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hûsiyan Enis el-Asbahî ragihand ku di encama êrîşên Amerîka  yê ku ji 15ê Adarê heta niha li dijî Yemenê pêk anî de, bi giştî 107 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 223 kes jî birîndar bûne.