Somaspor û Bursaspor di 16ê kanûnê de li Somayê hatibûn hemberî hev. Di maçê de alîgirên nijadperest ên Bursasporê bi heqaretan siyasetmedara Kurd Leyla Zana kiribûn hedef.
Piştî heqareta ku li Leyla Zana hatibû kirin, ji gelek derdorên cuda bertek nîşanî heqaretan dan. Nerazîbûna li dijî heqaretê didome û xwedîderketina li Zana berdewam dike. Amedsporê jî wek bertekekê li dijî van heqaretan, biryar da ku di maça Amedsporê û Igdirsporê ya roja 28ê kanûnê li Amedê bê lîstin, alîgirên jin belaş bên stadê û li maçê temaşe bikin.
Li gorî agahiyên Ajansa Welat rêveberiya Amedsporê Leyla Zana vexwendiye maçê. Serokê Amedsporê Nahît Eren li Leyla Zana geriyaye û wê vexwend maça Amedspor û Igdirsporê. Li bendê ye ku Leyla Zana jî bê stadê û li maçê temaşe bike.
