Di çarçoveya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo de ku 27ê Sibatê hate weşandin, di navbera 5-7ê Gulanê de li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî hemwextî Kongreya 12emîn a PKKê ya Awarte pêk hat. Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt li kongreyê axivî.
Amed Malazgîrt di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silavkir û di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî. Amed Malazgîrt wiha got: “Destpêkê, ji yê vê hereketê ava kir ji Rêber Apo re silav, hurmet û hezkirinê xwe rê dikim. Dîsa vê şoreşê de gelek şehîdên qehreman me dan. Di şexsê hevalên Fûat û Riza de hemû şehîdên şoreşê silav, hurmetê xwe dikim û bejna xwe li ber van şehîdên qehreman ditewînim. Dema ez ciwan bûm, li herêma me gelek rêxistinên çep hebûn. Lê Apocî kêm bû, lê ber çav bûn. Vê yekê gelekî bala min kişandibû. Dema şerê navxweyî çêdibû, bi taybetî dema digotin Apocî şer dikin, li gel ku em biçûk bûn dîsa jî me ya dar, ya kêr ji bo alîkariyê me piştgiriya xwe bi Apociyan re dikir. Li gel ku hejmar kêm bû. Eşkere bibêjim, xwîna wan ji me re hîn bêhtir şîrîn dihat. Dema hêdî hêdî PKK li herêmê ket rojevê, dema min biryar da tevlî PKK’ê bibim, em tevlî Apociyan bûn, yanî tevlî Rêber Apo bûn. Tevlîbûna min a li şoreşê heta niha 35 sal temam bû, di nava gerîlatiyê de derbas bû. Min li gorî xwe min digot Rêber Apo baş fêhm kiriye, ji aliyê hestewarî heta mirinê pê re girêdayî me û ji xwe ji bo PKK’ê jî me xwe ji bo fedakirinê amade dît. Bi wê hesasiyetê min bawer kiribû û li gorî xwe, dema hember dagirkeriya dewleta Tirk di nava şer de bû, min bi xwe bawer dikir, tevlî şer bûm.”
Têkoşîneke destanî hate nîşandan
Amed Malazgîrt, wiha domand: “Di rêbaza Rêber Apo de binket nîne. Nîvcebûn ji xwe qet nîne. Her serketine. Rastiya pratîka Rêber Apo timî li ber çavan e. Ji tinebûnê derfet afirand, da pêşiya me. Bi mezinbûna PKK’ê weke şexs ez serbilind im. Li gorî min, ti dewlet, ti hêzek li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê weke PKK’ê nikare şerekî bimeşîne. Carna difikirim, dibêjin ya di nava zor û zehmetiyê de ji îradeya mirov zêdetir bi fedakarî min gelek qehreman dît li hemberî dagirkeriyê têkoşîn kir û baweriya xwe bi xeta Rêber Apo anî. Teslîmiyet qebûl nekir. Berxwedan ji xwe re kir esas. Ev şer bi vî rengî meşiya. Dîsa jî li gel ku rêbazê Rêber Apo û tevgera Apoyî di nava zor û zehmetiyê de li gorî qanûna şer li hemberî dijmin rast nêz bû. Lê belê yê li hemberî me, li gel ku xwe dewlet didît, hêz didît li derveyî qanûna şer çi bêexlaqî heye, li hemberî me da meşandin. Ev jî rastiyeke dewleta Tirkiyeyê bû. Û hîn jî bi vî rengî ye. Li gel ku Rêber Apo ev derfet ava kir, li gel ku tevgerek mîna PKK’ê fesix dike, di çeperan de dema ku PKK’ê agirbest îlan kir hêzên HPG’ê, milîtanên PKK’ê ji bo wê biryarê pêk bîne, neket nava tevgereke şer. Lê belê hîn jî dîsa jî çawa zerarê bide wan hevalên li tunelan li ber xwe dan, jê bê deriyê tunelan digire, jê bê kîmyasalan hîn bi kar tîne.”
‘Baweriya me ya bi Rêber Apo re naheje’
Di dawiya axafina xwe de jî Amed Malazgîrt ev tişt anî ziman: “Ev jî rastiya, barbartiya dewleta Tirkiyeyê ye. Ez di wê baweriyê de me. Lê belê di encamê de, em dijmin dibe ku bi qasî Rêber Apo nas nakin, ev tê zanîn. Em baweriya xwe bi Rêber Apo tînin, pê bawer in heta dawiyê. Mîna milîtanekî PKK’ê em weke şexs fedaiyê Rêber Apo ye. Tiştê Rêber Apo got, ji bo me emir, talîmat e. Li gorî min eger Kurdistanek hebe, eger di nava wê Kurdistanê de Rêber Apo nebe, ew Kurdistan ne lazim e. Weke şexs ez di wê baweriyê de me. Erê niha PKK xwe fesix dike, li gorî min ji vir û pê ve êdî têkoşîneke hîn mezintir û bar hîn giran dibe. Ez Rêber Apo bi vî rengî fêhm dikim. Tevgerê bi vî rengî fêhm dikim. Hem ji aliyê siyasî, hem ji aliyê exlaqî û hem jî ji aliyê wijdanî rexnedayina xwe hîn baştir, bi bawer bidim û li ser wî esasî em ji bo hîn bêhtir rast tevlî Rêber Apo bibin, hemû derfetên xwe seferber bikim.”