12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amed ji bo mîtînga 1’ê Îlonê amade ye

Rêxistinên siyasî û civakî yên Amedê dê sibê li Qada Şêx Seîd mitînga 1’ê Îlonê pêk bînin. Siyasetmedaran xwest her kes ji bo aştiyê beşdarî mîtîngê bibin.

Amadekariyên ji bo mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya li Amedê bi dawî bûn. Mitîng dê bi dirûşma “Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê paşve bixin û baweriya xwe ya bi aştiyê bihêz bînin ziman” pêk bê. Hêzên ked û demokrasiyê dê beriya mitîngê saet di 17.00’ê de li pêşiya plazaya AZC’ê ya li Semta Ofîsê kom bibin û ji wir jî bimeşin Qada Şêx Seîdê. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar dê beşdarî mitîngê bibe. Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz û Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Farûk Ercan banga tevlibûna mitîngê kirin.

Gurbuz, anî ziman ku dê di mitînga Amedê de daxwazên xwe yên aştiyê bi awayekî xurt bînin ziman û wiha got: “Rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiyê, bi şikandina tecrîda li Îmraliyê pêkan e. Divê her kes di 1’ê Îlonê de li dijî tecrîda li Îmraliyê dengê xwe bi awayekî herî xurt derxîne. Armanca esasî ya meşê daxwaza bidawîkirina tecrîdê û domandina muzakereyên bi birêz Abdullah Ocalan re ye. Ji ber ku pêdiviya gelan bi aştiyê heye. Banga me ji bo gelê Amedê ew e ku ji bo daxwaza xwe ya aştiyê bi dengekî herî bilind biqîrin, sibe bên pêşiya plazaya AZC’ê ya li Ofîsê. Kurd, tirk, ermen, çerkez, divê her kes xwedî li meşê derkeve.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê