13 hezar şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê hene û di salên 90’î de ji ber êrîşan neçar man ku berê xwe bidin başûrê Kurdistanê. Dema koçber bûn bi gelek pirsgirêkan re rûbirû man û cih guhertin. 17’ê tîrmeha sala 2019’an li Restoranteke Hewlerê rêveberekî Îstixbarata Milî ya Tirk (MÎT) hat kuştin û piştre rêveberiya PDK’ê wargeha Mexmûrê dorpêç kir û ambargo danî serê. Piştî ambargoyê nexweş nikarin biçin nexweşxaneyên Hewlêrê, xwendekar nikarin biçin dibistanên xwe û şênî nikarin pêwistiyên xwe yên rojane nikarin pêk bînin. Berpirsên wargehê xwestin bi rayedaran re hevdîtinan pêk bînin lê heta niha tu encam wernegirtine.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca mijara ambargoyê nirxand û got: “Şeniyên wargehê di pêvajoya 27 salan de li hember êrîş, koçberî, xizanî, şert û mercên nebaş têkoşîneke jiyanê ya bêhempa dan meşandin.” Her wiha Ûca, bal kişand ser mijara yekitiyê û berdewam kir: “Li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşên tunekirin û desteserkirina deskeftiyan hene. Li beramberî van êrîşan tenê rêyeke çareseriyê heye ew jî yekitî ye. Ger îro em qala yekitiya kurd û hatina ba hev ya partiyên siyasî bikin divê em ambargoya li ser Mexmûrê tê meşandin jî nîqaş bikin. Divê ambargo bê rakirin û kurd xwedî li Mexmûrê derkevin.” AMED