11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ambargoya li ser Mexmûrê didome

Hevberdevka Komîtya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Eyşê Marînosê têkildarî rewşa Mexmûrê axivî û wiha got: “Piştî civina di navbera Tirkiye û Bexdeyê de li Antalyayê pêk hat, ambargoya li ser Mexmûrê zêde bû.”  

Li Mexmûrê gelek pirsgirêk hene. Welatiyên Mexmûrê nikarin nasnameyên xwe nû bikin û erzaq bistînin. Di aliyê kel û pelan de nikarin pêdiviyên xwe bibînin. Nikarin pêwistiyên xwe yên jiyanî temîn bikin. Piştî hin hevdîtinên rêveberiyê nêzî mehekê ye rê li pêşiya kampê hatiye vekirin. Nûnerên Lijneya Daîmî ku bi penaberên siyasî eleqeder dibin, wekî nûnertiyekê li kampê vekirine. Karkerên ku ji Mexmûdê diçe Bexdayê kar dike, navê xwe li vê nûnertiyê dinivîsîn û piştre dikarin biçin Bexdeyê. Piştî lîste ji bexdeyê re tê şandin, ew karker dikarin bi maşîneyan biçin ser karê xwe. Şêniyên kampê ji bo karibin jiyana xwe bidomînin û debara xwe bikin divê kar bikin. Di aliyê kel û pelan de heta demekê dîsa pirsgirêk hene. Di derbaskirina kel û pelan a j bo kampê de nermbûnek çêbûye.

Eyşe Marînos, li ser rewşa Mexmûre axivî û da zanîn ku kesên dixwazin pêdiviyên xwe yên xanî jî pêk bînin serî li Lijneya Daîmî ya Wargehê didin û got: “Piştre dikarin biçin pêwistiyên xwe bistînin. Karkerên ku ji kampê derdikevin di bin venêrtina Lijneya Daîmî de diçin. Dema vedigerin jî disa di bin venêrtina wan de tên kontrolkirin.

Eyşe Marînos anî ziman ku li wargehê rêveberiyeke ku ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin heye û wiha axivî: “Lê em dibînin ku rayedar dixwazin erk, rol û misyona rêveberiya xweser ji destê wê bigirin û li gorî xwe biryaran bidin. Dixwazin mudaxaleyî hundirê kampê bikin. Bertek û nerazibûnên gel li dijî van kiryarên hikûmetê hene. Rayedarên hikûmeta Iraqê israr dikin ku wargeh bi her awayî di bin venêrtina wan de be. Lê şêniyên wargehê vê yekê qebûl nakin. Yên ku dixwazin zexîre û erzaxan bînin wargehê jî di bin venêrtina wan re derbas dibin. Gelek zext û zor li ser gel hene.”

Eyşe Marîns bibîr xist ku yên nasnameyên wan tune bin, derbasbûna wan qedexe ye û got: “Li cîhanê gelek şêwazê ambargoyê hene. Ev jî şêwazekî ambargoyê ye. Li ser Mexmûrê ambargo heye.”

Nenûkirina nasnameyan pirsgirêka bingehîn e

Eger kel û pel, bi kontrol bên derbaskirin, eger zexîre bi kontrol bên derbas kirin û karker di bin venêrtinê de karibin biçin kar û welatiyên bên serdana malbatên xwe bi kontrol bên serdanê ev cûreyê ambargoyê ye. Li gel venêrtinê jî disa karkeran dema diçin kar, tên rawestandin û li nasnameyên wan dinerin. Nasnameyên wargehê nêzî 1-2 sal in nehatine nûkirin. Nenûkirina nasnameyan ji bo welatiyan pirsgirêk e. Karkerên ku diçin kar, hin caran bi mehan dibînin. Karkerên ku nasnameya wan nehatibin nûkirin û li nokteya kontrolê têne rawestandin, hin caran 15 rojan têne rawestandin û hinek ji wan tên girtin. Yên ku qeydê wan derbas dibin pirsgirêkan dijîn. Dema nasnameya dayik û bav nehatibe nûkirin jî nikarin biçin nasnameya zarokên xwe nû bikin. Ji ber nasnameyên welatiyan nayê nûkirin, welatiyên wargehê pirsgirêkên gelek mezin dijîn.  Dîsa gelek pirsgirêkên din ên wekî tenduristî, perwerdehiyê û gelek pirsgirêkên jiyanî hene. Nexweşxaneyên ku gel ava kirine gelek zor û zahmetiyan dijîn. Nikarin derman peyda bikin. Ji ber ne fermî ne zahmetiyan dijîn. Di aliyê derman û cîhazê tenduristiyê de gelek zahmetiyan dijîn.”

Eyşe Marînos herî dawî wiha got: “Tevî her tiştî berxwedana kampê berdewam dike. Hemû guhertinên siyasî bandorê li ser kampê dikin. Em li dijî van kiryaran dengê xwe bilind dikin. Hemû pirsgirêk bi diyalog û hevditinan çareser dibin.”