Amadekariyên Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî û xebatên wergirtina berhemên ku beşdarî vê pêşbirkê dibin berdewam dikin. Li gorî daxuyaniya komîteya amaadekar a pêşbirkê dema wergirtina berhemên ji bo vê pêşbirkê heta 29’ê Tebaxê hat dirêjkirin.
Di daxuyaniya ku li ser navê Komîteya Amadekar ve hat nivîsandin de wiha hate gotin: “Destpêkê ji bo berhemên ku we şandine em spas dikin. Bi saya berhemên we, em çanda Kurdewarî didomînin û li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletên dagirker têdikoşin.”
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Ji ber ku em îsal zimanê Farisî û Erebî ser zêde dikin, dîroka şandina berheman taloqî 20’ê Tebaxê dikin û daxwaz dikin ku kesên dixwazin helbest û çîrokên xwe bişînin bikevin nava lîv û tevgerê. Ji kerema xwe re ji bîr nekin û tîpên nivîsê Times New Roman 12 pt û navbera rêzan 1.5 bikin û bişînin.
Hûn dikarin berhemên xwe bi rêya maîlê ser navnîşana literaturkomitee2024@proton.me an jî bi rêya posta ji navnîşana jêr re bişînin.
Festîvala Wêjeya Kurd c/o Ferat Koçak
Schierker Straße 26
12051 Berlin.”