Amadekariyên ji bo bîranîna şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9ê Çileya 2013an de û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di 23yê Kanûna 2022yan de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin, didomin.
Amadekariyên li herêmên Villiers Le Bel û Drancy ên Parîsê berdewam in. Di çarçoveya amadekariyan de li herdu herêman serdana mal û dikandaran hate kirin, li dawet û çalakiyên bi heman rengî yên civakî ji bo tevlibûna li bîranînê bang hate kirin.
Amadekariyên ji bo bîranîna 23yê Kanûnê bi pêşengiya meclisên jinan û meclisên herêman ve têne kirin. Ji bo çalakiya bîranînê ku wê di 23yê Kanûnê saet di 19:00 de li eywana Espace Venus a li Ssarcellesê bê lidarxistin, hate ragihandin ku heta roja bîranînê wê amadekarî dewam bikin.
