12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aloziya penaberên li ser sînorê Polonyayê berdewam dike

Aloziya penaberên ku di navbera sînorê Polonya û Belarûsê de asê mane berdewam dike. Yekitiya Ewroapyê xwe ji cezakirina Belarûsyayê re amade dike. Îro Yekitiya Ewropayê ji bo ku mijara penaberên li ser sînorê Belarusyayê asê mane niqaş bike amadekariya civîneke di asta Wezîrên Karên Derve de pêk bîne dike. Her wiha tê gotin ku dê YE’yê hin ambargo û daneyên nû li dijî Belarûsyayê pêk bîne.

Hêjayî gotinê ye ku beriya çend rojan di hevdîtina berpirsê Siyaseta Karên Derve ya YE’yê Josep Borrell û Wezîrê Karên Derve yê Belarûsyayê Vladimir Makey de mijara daneyên Ewropayê hatibû rojevê. Der barê mijarê de Vladimir Makey nerazîbûna welatê xwe anîbû ziman û gotibû: “Dane û ambargoya li ser Belarûsyayê dê bi xwe re encamên berevajî û xirab ji bo YE’yê bîne”.

Aloziya penaberan bû sedema derketina nakokî û aloziyan hem di navbera Belarûsya û YE’yê de û hem jî di navbera wê û Rûsyayê de.

Li ser mijarê serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn jî tewanbariya ku dibêje Rûsyayê berpirsiyariya çûna wan penaberan dike, red kir û da xuyakirin ku tu têkliya welatê wî bi wê mijarê re tune ye.

Li gorî agahî û raporên dawî ji Belarûsyayê heta niha derdora 10 kesan li ser sînor ji ber şert û mercên giran ê sermaya zivistanê  jiyana xwe ji dest dane.