12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Almanyayê hişyarî da desthilata AKP-MHP’ê

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê nerazîbûn nîşanî gotinên wekîlê AKP'ê Mustafa Açikgoz da û hişyarî da desthilata AKP-MHP'ê û wiha got: "Li welatê me cih ji gotinên nefretê re nîn e.

Desthilata AKP-MHP’ê ku dema dawî li mizgeft û komeleyên li Almanyayê xebatên hilbijartinê dike, ji aliyê desthilata Almanyayê ve hate hişyarkirin.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê nerazîbûneke tund nîşanî civîn û gotinên wekîlê AKP’ê Mustafa Açikgoz da ku li bajarê Neuss ê Almanyayê li mizgeftekê bi alîgirên xwe re civîn çêkir.

Di daxuyaniyê de ku li ser hesabê sosyal medyayê ê wezaretê hate weşandin, hate ragihandin ku ji wezaretê bang li Balyozxaneya tirk hatiye kirin û ji bo bûyereke mîna ya li Neussê dubare nebe, hişyarî ji Enqereyê re hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin hişyarî ji Sefaretxaneya Bilind a tirk re hatiye dayîn ku siyasetmedarên tirk tenê bi destûra Wezareta Karên Derve dikarin li Almanyayê karê hilbijartinê bikin û hate destnîşankirin ku ev rewş bi rengekî şênber hatiye destnîşankirin.

Di daxuyaniya wezaretê de desthilata AKP-MHP’ê bi van gotinan hate hişyarkirin: “Dîmenên mîna yên parlamenterekî tirk li Neussê kir, divê dubare nebe. Li Almanyayê cihê gotinên nefret û sorkirinê nîn e. Me bi rengekî şênber ji wan re ragihand ku çalakiyên ji bo kampanyaya hilbijartinê ya li derveyî welat divê berê ji aliyê me ve bê qebûlkirin. Heke nûnerên Tirk li gorî pîvanên lîstikê tev negerin, hingî divê em encamên vê binirxînin.”

Wekîlê AKP’ê yê Mustafa Açikgoz di 13’ê Çileyê de li mizgefteke li bajarê Neussê yê Almanyayê ku komên faşîst ên tirk lê bûn, bi gotinên nefretê êrîşî Kurdan û muxalîfên rejîma Erdogan kiribû û gotibû “Em ê nehêlin ew li Almanyayê bijîn.”

Almanyayê sala 2017’an ji bo pêşî li kampanyaya hilbijartinê ya rejîma Erdogan a li Almanyayê bigire, bi navê “Partiyên biyanî nabe li welatê me xebatên hilbijartinê bikin” qanûneke taybet derxistibû. Piştî Almanyayê li welatên din ên Ewropayê jî qanûnên bi heman rengî hatibûn amadekirin.