9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Alî Xamaney: Çalakî ji mexseta xwe derketiye

Serokê Olî yê Îranê Alî Xamaney li ser hesabê xwe yê fermî ji bo esnafê çarşiyê diyar kir ku pêkanîna protestoyê maftadirin û pesnê esnaf da û got: “Aliyê herî sadiq yê girêdayê rejîmê ne.”

Serokê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Ayetulah Alî Xamaney îro yekemîn car ji bo xwepêşandanên esnafê Bazara Mezin a Tahranê li ser hesabê xwe daxuyanî da. Alî Xamaney diyar kir ku çîna navîn a esnafên Îranê aliyê herî sadiq ên rejîma îslamî ne û protestoyan de mafdar in. Qebûl kir ku aboriya Îranê ne bi îstîkirar e.

Alî Xamaney ji hêlekê ve pesnê hin xwepêşandêran da û ji hêla din ve jî gef li gelê xwedî helwest ên îranî xwar. Alî Xamaney da zanîn ku koma esnafên çarşiya Îranê ji her kesî bêtir parazvanê rejîma Îranê ne. Alî Xamaney da zanîn ku ew çarşiyê baş nasdikin û got: “Ew li dij rejîma Îranê dernakevin. Rest ev civîn pirtir ji aliyê esnafên çarşiya Îranê de pêk hatin. Esnafên Îranê ji rewşa pere û ketina nirxa we rasterast bandor dibin. Ev bêistîkrarî esnaf bêzar dike. Sedemê helwesta wan diyar e ku ev e.” Xamaney dibêje ku esnaf li dijî vê bertek nîşan dan û çalakî li dar xistin û hişyariya wan e. Rayedarên welat jî vê qebûl dikin û ji bo vê çareser bikin di nava lêgerînê de ne.

Alî Xamaney piştî vê pesindayînê awirê daxuyaniya xwe dide mezinkirina xwepêşandanê û gef li wan dixe. Di gefxwarinê de dibêje ku xwepêşandan zêde mezin bû ye, ji mexseta xwe derketiye û dageriyaye dijberiya rejîmê. Vê jî wek îsyan pênase dike. Herwisa esnaf wek hişyariyek dibîne lê xwepêşandanên gel wek îsyan dibîne û bertek nîşan dide.