24 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Alî Ammar: Dê Sûriye şahîdiya bûyerên dîrokî bike

Rojnameger Alî Ammar der barê êrîşên li ser durzî û têkiliya kurdan û durziyan de got: “Ez bawer dikim piştî van êrîşên dawî wê pêwendî û dan û standinên kurd û dirziyan zêdetir bibin. Niha jî êrîş berdewam in û Sûriye ber bi pêvajoyek nû ve diçe. Dê Sûriye demên pêşiya me şahîdiya gelek bûyerên dîrokî bike.”

Rojhilata Navîn ji duh heta îro mazûvanî ji gelek ol, bawerî, çand û neteweyên cuda re mazûvanî kiriye. Yek ji dewlemendiya ku ji duh heta îro hebûna xwe li Rojhilata Navîn didomîne durzî ne.

Durzî îro di navbera Îsraîl, Lubnan û Sûriyeyê de dijîn. Navenda wan Suveyda ye. Ji ber taybetmendiyên xwe gelek caran rastî êrîşan hatine. Ji bo karibin xwe ji van êrîşan biparêzin xwe ji derva re girtine.

Durziyên ku bi sedan salane hebûna xwe didomînin îro li Sûriyeyê bûne hedefa HTŞê. HTŞ dixwaze li gor xwe teşe bide civaka durzî. Lê durzî jî bi biryar in ku taybetmendiyên xwe biparêzin.

Em der barê durziyan û êrîşên ku niha ji aliyê HTŞê ve li ser wan tên kirin bi rojnameger Alî Ammar re axivîn.

Durzî kî ne, ji çi bawer dikin û  îro  çima bûne hedefa HTŞê?

Civakek baweriya resen a Rojhilata Navîn in. Di navbera Îsraîl, Lubnan û Sûriyeyê de jiyan dikin. Paşeroja wan digihije Dewleta Fatimî. Dewleta Fatimî 12 îmaman na, 7 îmaman qebûl dike. Durzî jî xwe wek neviyê îmamê 7emîn dibînin. Ferqa wan a ji fatimiyan ango 7 îmamiyan çiye? Durzi halifeya Misrê yê Fatimiya Heqîm bîn Emîrîllah wek Xweda qebûl dikin. Cîgirê Heqîm Hemze jî wek pêxember dibînin. Heqîm û Hemze li gel wan kesayetên herî pîroz in.

Der barê netew ango koka wan de gelek nîqaş hene. Hinek dibêjin vana berdewamiya mazdek in, hinek dibêjin ji medan tên, hinek jî dibêjin kurd in û dibêjin ji Şengalê hatine. Lê bi xwe dibêjin ku ji Yemenê hatine ber bi Lubnan û Suriyeyê ve. Xwe wek erebên herî bi esil, cewherê ereban pênase dikin. Ala wan li ser esasê rêgezên wan ê civakî hatiye çêkirin û di demê herî girîng de derdixin. Civakek wihane ku piştevanî û jiyana komunal ji bo xwe esas digrin. Ji derve re zêde ne vekirîne.

Pêwendiyê wan ê jin û zilam pir dişibin ê kurdên elewî. Jin hem hêla civakî hem jî hêla olî ve bi bandor e. Zewaca bi du jinan re nayê qebûlkirin û li gel wan qedexe ye. Perwerdeyek wan a pir taybet heye, wek cewher em dikarin bibêjin pir dişibin kurdên elewî û kurdên yaresan. Civakek pir şerker û berxwedêr in. Li Suriyeyê hejmara wan nêzîkî 700 hezar e, li Lubnan nêzî 160 hezar e, li Îsraîl 15-20 hezar in. Ên li Îsraîl dijîn xwe wek ereb nabînin û xwe wek xizmên cihûyan pênase dikin.

Di nav xwe de ji hêla siyasî ve xwedî nêrînên cuda ne. Hinek alîgirê Îsraîl hinek dijî İsraîlê ne. Hinek jî tenê li ser esasê ol û baweriya xwe tevdigerin. Navenda wan Suveyda ye, Çiyayên Durz ango Cebel Durz ji bo wan pîroz e. Li hember dagirkeriyê hemû caran li ber xwe dane û tu carî dest ji xweseriya xwe bernedane. Navbera wan û malbata Esad tim û daim pirsgirêk jiyan kirine. Bi taybet di serdema Beşar Esad bi êrîşên pir mezin re rû bi rû man e.

Herî dawî piştî êrîşa çeteyên DAIŞ qirkirinek pir mezin bi serê wan de hat piştî wî qirkirinê hêzên xwe ê parastinê ava kirin. Hem li hember Esad hem jî li hember DAIŞ xwe parastin. Bi taybet 2013 û şûnde li hember rejîma Esad dest bi serhildanan kirin û daxwaza xweseriyê kirin. Ji sala 2013 heta niha nehiştine çi hêz bikeve herema wan û de facto xweser jiyan dikin. Navê herî bi bandor di nav wan de Hikmet el-Hicrî ye. Hikmet el-Hicrî wek şêxê şêxan tê qebûlkirin.

Hêzên wan ê parastina civakî û rêverberiya wan heye. Herî dawî piştî rûxandina rejîma Esad û hatina desthilata HTŞ û Colanî hemen daxwazên xwe de berdewam kirin.

Ji rejîma nû ya Suriyeyê xwestin xweseriya wan qebûl bikin û pergalek demokratik were avakirin. Lê belê rejîma nû her xwest ewan teslîm bigre û bêxe jêr kontrola xwe.

Êrîşên HTŞê ên li ser durziyan bandoreke çawa li ser siyaseta Sûriyeyê û baweriyên cuda ên di nav sînorên Sûriyeyê de dike?

Li hember hemû daxwazên durziyan ê bi rêbazên demokratik çareserkirina pirsgirêkan, dîsa jî rejîma nû ya Şamê dest bi êrîşên teslîmgirtinê kir. Di hevdîtina di navbera durziyan û rejîma nû ya Şamê de dihatin kirin de, biryar hatibû girtin ku asayiş û hêzên herêmê giştî ji durziyan bin. Li gor vê hevdîtinê rejîm xwest bikeve Suveyda, lê belê dema ketinê de yekser dest bi êrîşan kirin. Şêxên durziyan di serî de Hikmet el Hicrî daxuyanî da û bangawaziya berxwedanê kir. Hêzên îslama tundrew ku îro rejîma nû ya Şamê destê xwe de digrin êrîşek hovane di ser durziyan de birin û gelek kes kuştin.

Dema êrîş berfireh bûn durziyên Suveyda xwe komî serhev kirin û dest bi berxwedaniyek mezin kirin. Gelek çeteyên tundrew ê hikûmeta Şamê hatine kuştin.

Ev êrîşa ku bi ser durziyan de birin ji hemû gel, ol û pêkhateyên Suriyeyê re carek din da xuyakirin ku bawerî bi rejîma nû ya Şamê nayê. Dîsa da xuyakirin ku piştî elewiyan ev komên çete hêza wan çawa têr bike wê dest bi komkujiyên nû bikin. Niha li ser hemû pêkhateyên Suriyeyê metirsiyek mezin ê jiyanî heye.

Durzî li dijî van êrîşan bi kîjan rêbaz xwe diparêzin?

Wek me di pirsa destpêkê de jî got piştî êrîşên DAIŞê durzî dest bi rêxistinkirina parastina cewherî kirin, jixwe di berê de tecrûbeyên wan ê şer hene. Herî dawî dema ev çeteyên tundrew berê xwe dan Suweyda berxwedanek pir mezin raber kirin. Her çiqas çekên destê wan de ne pir bi hêz bin jî li her derê Suweyda bi lehengî şer meşandin. Di astekî de hêzên Şamê şikandin. Dema berxwedaniya wan mezin bû û piştevanî zêde bûn, li ber vê zextên durziyên Îsraîl jî hebû, Îsraîl jî kete dewre û paytexta Suriyeyê bombebaran kir. Gelek navendên hikûmeta Şamê hatin bombebarankirin.

Îsraîl bi aşkereyî dibê ku ew ê li dijî HTŞê parastina durziyan bike. Têkiliya di navbera durzî û Îsraîlê de çiye, bingeha xwe ji ku digire?

A rast mirov nikare bibêje têkiliyek bi hêz di navbera Îsraîl û durziyan de heye. Beşek pir mezin ê durziyan ji ber Çiyayên Golan û Durz li hember Îsraîl in.

Beşek durzî li Îsraîlê dijîn û hejmara wan nêzî 25-30 hezar e. Navbera van û dewleta Îsraîl baş e. Di gelek astê artêşê de erkdar in.

Lê belê piştî hatina HTŞê û hêzên tundrew ê îslamî Îsraîl zêdetir eleqe nîşanî durziyan da. Lewra Îsraîl naxwaze kesên tundrew were ser sînorê wa. Dîsa Îsraîl dixwaze li ser durziyan mûdaxilî Suriyeyê bibe.

Pêşeroja durziyan dê li Sûriyeyê çawa teşe bigire? Teşegirtina durziyan dê bandoreke çawa li ser netewe yan jî baweriyên cuda bike?

Durzî tu carî wê qebûl nekin ku rejîm bikeve herema wan. Civakek taybet in û pir girêdayî herema xwe û çiyayên xwe ne. Wek êzidiyan in, taybetmendiya xwe wê biparêzin. Civakek şerker in û wê heta dawî li ber xwe bidin. Ev berxwedana wan wê bandor li ser kurdan, elewiyan, mesîhiyan û hwd. jî bike. Texmîna min ew e, heke êrîş berdewam bikin dibe ku kurd, durzî, elewî, mesîhî û erebên li dijî rejîma Şamê, hikûmetek alternatîf ava bikin.

Di rewşa heyî de HSD durziyan di kîjan astê de diparêze? Herwiha bendewariya durziyan ji HSDê çi ye?

Durzî herî zêde di desthilatdariya Esad de êş kişandine û gelek zilm dîtine. Bi taybet dema Rêber Apo li Bekaa û Şamê bû, navbera wî û şêxên durziyan de pêwendiyek pir germ hebû. Ev pêwendî tu carî qut nebû. Navbera Tevgera Azadiya Gelê Kurd û durziyan de pêwendiyek germ heye. Ev pêwendî di dema êrîşên DAIŞê de jî berdewam kir û niha jî berdewam dike. Durzî ji HSDê û Rêveberiya Xweser pir erênî bandor bûn. Li ser vê esasê hêzên xwe yê parastina cewherî ava kirin. Piştî van erîşên dawî jî gelek cara bangawazî ji bo HSDê kirin û dixwazin korîdorek mirovî were vekirin. HSDê hêza parastinê ê Sûriyêye dema hat wê astê wê bê dûdil durziyan biparêze. Ez bawer dikim piştî van êrîşên dawî wê pêwendî û dan û standinên wan zêdetir bibin. Niha jî êrîş berdewam in û Sûriye ber bi pêvajoyek nû ve diçe. Dê Sûriye demên pêşiya me şahîdiya gelek bûyerên dîrokî bike.