1 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Alerjiya li dijî demokrasiyê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Heyeta Îmraliyê hevdîtina xwe ya duyemîn bi Rêber Apo re pêk anî. Hevdîtin 22'yê çileyê pêk hat. Parlamanterên DEM Partî pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder çûbûn giravê.

Heyeta Îmraliyê hevdîtina xwe ya duyemîn bi Rêber Apo re pêk anî. Hevdîtin 22’yê çileyê pêk hat. Parlamanterên DEM Partî pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder çûbûn giravê. Hat ragihandin ku endamê heyetê Ahmet Turk, ji ber rewşa wî ya tenduristiyê ne başbû di hevdîtinê de cihê xwe ne girtiye. Detayên derbarê şande û hevdîtina bi Rêber Apo re, ne tenê gelê Kurd û aliyên demokratîk hemû derdorên cûda ji nêz ve eleqedar dike. Lewma bala herkesî li ser peyamên Rêber Apo ye.

Gelê Kurd û gelên herêmê di serdemeke dîrokî de ne. Bi taybetî jî her agahî. Her peyama ji Rêber Apo tê, hêviya mezinkirina têkoşîna azadiyê û serketinê bi xwe re tîne. 2 hevdîtinên girîng û dîrokî li zindana Îmraliyê pêk hatin. Çav û dilê her kesî li daxuyaniya heyeta DEM Partî ya Îmraliyê têkildarî hevdîtina doh de bû. Heyetê piştî hevdîtinê bi rojekê daxuyaniyeke kurt da û got: “Birêz Abdullah Ocalan xebatên xwe didomîne. Di encama vê pêvajoyê de em ê hemû bi hev re azad bibin.”

Bêgûman têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hişt ku deriyê Îmraliyê vebe. Ev hevdîtinên ku piştî demek dirêj bi Rêber Apo pê hat, ji bo silametiya herêmê xwedî girîngiyek mezin e. Bi taybet di vê serdama ku li Rojhilata Navîn planên nû di dewre de ne nerîn û peyamên Rêber Apo ji bo silametiya herêmê ji her demê zêdetir xwedî girîngiyek mezin in.

Rêber Apo gelek caran got: “Ger derfet li pêşiya min vebe ez dikarim di nava hefteyekê de pirsgirêka Kurd çarser bikim.” Rêber Apo di hevdîtina li gel Omer Ocalan jî îşaret bi vê kiri bû û gotibû. “Tecrîd dewam dike. Heke şert û merc çêbin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im, ku vê pêvajoyê ji şer û şîdetê bikişînim ser bingeha huqûqî û siyasî.” Di van peyaman de diyar dibe ku Rêber Apo li ser gotina xwe ye. Tevî pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê, şerê psîkolojîk û taybet ên li ser tê meşandin jî ew tu carî ji doza xwe şaş nebûye.

Tevî van hemû hewldanên li dijî peymanên navneteweyî û mafên mirovan jî Rêber Apo deriyê diyalogê vekirî hişt. Ji bo aştiya gelan û çareseriya doza Kurd ew herdem di nava têkoşînek topyekun de bû. Bi nerîn û paradîgmaya Netewa Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ew ji bo hemû gelan bû çavkaniya moral û jiyana azad. Ne tenê li Kurdistanê li çar aliyên cîhanê ji gelek derdorên cûda, kesayetên nakirî û tevgerên azadîxwaz li vê paradîgmayê xwedî derdikevin. Ev xwedî kerketin roj bi roj navê Rêber Apo mezintir kir û ji sînorên hatine çêkirin derxist. Lewma îro Rêber Apo temsîla fikrekî ku bi mîlyonan jê bawer dikin dike. Divê nêzîkatiya li himberî wî jî li gorî vê rastiyê be.

Dewleta Tirk a dagirker û deshilata wê ya qirker di şexsê gelê Kurd de li dijî rastiya Rêber Apo derdikeve. Rastiya ku Rêber Apo û gelê Kurd daye avakirin êdî bandorê bi her awayî li herêmê dike. Xwedî derketina hêzên azadîxwaz û demokrat dihêle ku ev belavî tevahiya cîhanê bibe. Lê tevî vê jî dewlata Tirk dev ji siyaseta xwe ya înkar û îmhayê bernadaye.

Rêber Apo di parêznameya xwe ya beşa 5’emîn de balê dikşîne ser dijberiya dewletê ya li himberî demokrasiyê û dibêje; “Divê dewleta Tirk alerjiya xwe ya li dijî demokrasiyê bide aliyekî. Naxwe wê Tevgera Azadiya Kurdistanê wê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.”

Weke di vê tespîtê de diyar dibe dewleta uniter ku xwe dispêre ‘yek al’, ‘yek ziman’, ‘yek welat’, ‘yek dewlet’ ne mumkune bikaribe di nava xwe de li gorî pêwîstiyên civakê demokrasiyê pêş bike. Ger di warê fikrî û yasayî de rengên cûda ên welat neyên qebûl kirin, hebûna wan li ser bingehê qanûnî neyê qebûlkirin, ne mumkune ku Tirkiye xwe ji vê zîhniyeta yekperestiyê rizgar bike û pêşî li demokrasiyê veke. Ji bo derbaskirna van jî pêwîste pêşî têgeha netewe-delweta rast bê destgiritn û derbaskirin. Bi taybet li Tirkiyê dewleta ku li ser înkara gelan hatiye avakirin diyare êdî nikare ji pêdiviyên demê re bibe bersiv. Ji bo ku gelên li Tirkiyeyê di vê serdema ku nexeşeyên herêmê tên guhertin bikaribin xwedî li nasname û hebûna xwe derkevin divê pêşî li dermokrasiyê vekin. Diyare ku ger dev ji vê alerjiya xwe ya demokrasiyê bernedin wê bedelên giran bên dayîn.

Ji vî aliyî ve hevdîtinên ku bi Rêber Apo re pêk tên wê  pêşî li demoratîkbûna Tirkiyeyê jî veke. Ger ev pêvajo weke Reber Apo dibêje bi silametî pêşbikeve wê bandorê li siyaseta herêmê jî bike. Ji ber vê yekê divê herkesê ku alîgirê aştî, demokrasî û yekgirtinê ye divê xwedî li peyamên Rêber Apo derkeve û hêz bide van peyaman. Ger di vê çarçoveyê de nêzîkatiyek were pêşxistin ez di wê baweriyê de me ku wê deshilata heyî jî neçar bimîne  gavan bavêje. Em ji bîr nekin hemû deshilat li gorî sekin û helwesta civakî helwestê xwe diyar diyar dikin. Divê helwesta civakê jî rê li ber xweferzkirinên vê desthilatê bigre.