Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Konferansa Komînên Kantona Cizîrê ya Yekemîn li dar dixe. Konferans li hola Parka Azadî ya Qamişloyê dewam dike. Ewil dîwan hat hilbijartin. Piştî dîwanê, perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê komînan de, bi kurdî û erebî hat xwendin. Dema perspektîf hat xwendin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li girtîgeha Îmraliyê hatin nîşandan.
Piştî wê endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl rewşa siyasî nirxand. Aldar Xelîl diyar kir ku ji bo pergala heyî li dijî jiyana xwezayî ye û got: “Eger em vê nebînin, em nikarin rewşa heyî û guhertinên li herêmê çêdibin, fêm bikin. Piraniya wan li dijî şoreşê ne. Ji bo wê jî karê me giran e. Beriya sed salan hatin li herêmê nexşeyek çêkirin. Ev bû sedema aloziyê û ji ber ku ev pergal pergala aloziyan e. Îro li Sûriyeyê, Xezayê aloziyê kûr dikin. Di nava vê aloziyê de şerekî me jî heye, ev 50 sal e em têkoşînekê dimeşînin. Dema Colanî şandin Şamê, komên çeteyan jî êrişî me kir. Ji ber ku gotin hûn ê wekî me bin. Piştî wê Rêber Apo destwerdan kir. Rêber Apo got ez dibînin rewşa herêmê ber bi nebaşiyê ve diçe. Piştî daxuyaniya Rêber Apo şerê Bendava Tişrînê rawestandin, bandora xwe li planên hêzên navneteweyî kir.”
Aldar Xelîl bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û wiha domand: “Niha dixwazin destwerdana Tirkiyeyê bikin. Rêber Apo hesabê wê kir. Divê em bihêlin destûra Tirkiyeyê biguhere. Em bi salan tê koşiyan û me hebûna xwe da qebûlkirin. Dewleta Tirk neçar ma bêje ez dipejirînim ku hûn hene.”
Aldar Xelîl bal kişand ser keda Rêber Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya demokratîk û got: “Beriya 20 salan jî hewl da vê çareseriyê pêk bîne. Lê wê demê aqilê rayedarên Tirk têrê nedikir fêm bikin. Niha nû fêm kirine. Rêber Apo jî niha dixwaze alozî û rewşa li Tirkiyeyê biguherîne. Guhertina li Tirkiyeyê dê bandorekê li Sûriyeyê jî bike. Em îro hevdîtinan bi rayedarên Şamê re pêk tînin, ji bo ku ji nû ve Sûriyeyê ava bikin. Lê nayên, ji ber ku ew di sindoqekî de ne, lê em bi salan e ji sindoqan derketine. Dibêjin em nayên, çima? Tirk napejirînin. Nikarin gavekê biavêjin, bêyî biryara Tirkiyeyê. Newêrin gavekê biavêjin. Niha mijarên vegera koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di rojevê de ye. Lê gavan naavêjin. Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî di dorpêçê de ne. Ji ber wê jî pirsgirêka vir jî bi demokratîkkirina Tirkiyeyê ve girêdayî ye, hemû rê diçin Îmraliyê.”
