Êrîşên komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê berdewam dikin. Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Yekiniyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), li dijî êrişên komên paramîlîter li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê parastinê dikin û piraniya komên paramîlîter di encama parastinê de paş ve kişiyan. Êrişên komên paramîlîter ên li ser herême heta niha berdewam dikin û gelên li herême jî li dijî êrişan gund û bajarên xwe diparêzin. Li herême ji aliyê din ve jî xebatên yekitiya netewî ya Kurd berdewam dikin. Di çarçoveya xebatan de bi beşdariya endam û rêveberên partiyên Kurd ên herême ve komxebat û civîn tên li darxistin. Mebesta civîn û komxebatan di qonaxa nû ya Suriyeyê de Kurd yekitiya xwe ava bikin û bi yek şande biçin Şamê da ku mafê xwe bi dest bixînin.
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, têkildarî geşedanên li herêmê û xebatên yekitiya neteweyî ya Kurd ji Ajansa Welat re axivî. Aldar Xelîl derbarê êrişên komên paramîlîter de anî ziman ku tu berjewendiya wan ji gelê Suriyeyê re nîne û ew li gor daxwazên Tirkiyeyê tevdigerin. Aldar Xelîl bi lêv kir ku Tirkiye bi destê komên çekdar dixwaze Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji holê rake û ev tişt gotin: “Dixwazin Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji holê rakin û siyaseta qirkirinê li ser gelê Kurd bidin meşandin. Ew komên çekdar bi salan e ji aliyê Tirkiyeyê ve dihatin amadekirin. Tirkiye hem di dagirkirina Efrînê de hem jî di dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê de bi van komên çekdar re di têkiliyê de bûn. Bi destê van çeteyan dagir kirin.”
‘Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê demokrasî ava bibe’
Aldar Xelîl di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bi hilweşandina rejîma Baasê pêvajoyeke nû li Suriyeyê dest pê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk jî dixwaze di vê qonaxa nû de sûdê werbigire. Yek ji armanca Tirkiyeyê ew e ku rê li ber avakirina Sûriyeya demokratîk bigire. Ew naxwazin li kêleka wan dewleteke demokrat ava bibe. Dixwazin pergaleke radîkal îslam a selefî ava bike. Berê jî hewldanên Tirkiyeyê li Misir û Lîbyayê pêkhat lê bi saya şoreşgerên li wan welatan daxwaza Tirkiyeyê pêk nehat. Suriyeyê ji ber ku li ser sînore dikare mudaxileyî arteşa wan bike. Ji xwe yên ku van êrişan koordine dike Tirkiye ye. Ew dixwazin Kurdan tune bikin. Kurdên bê îrade dixwazin. Heke Suriye demokrat be hemû gelen herême wê azad bibin. Tirkiye jî vê yekê naxwaze. Ji ber wê jî ji destpêka Şoreşê heta niha Tirkiye bi destê van çeteyan êrişên xwe didomîne. Piştî ku rejîma Baasê hilweşiya firsendeke ji bo hemû gelê herême derket holê ku li hev kom bibin û bikevin dîyalogê. Lê Tirkiye rê neda vê yekê. Jixwe beriya rejîma Baasê hilweşe wan dest bi êrişan kir. Bi aşkera jî gotin ji bo Kurd ji vê yekê firsende nebînin û destkeftiyên wan çênebin.”
‘Armanca Tirkiyeyê dagirkirina tevahiya Sûriyeyê ye’
Aldar Xelîl destnîşan kir ku Tirkiye bi êrişên li ser herême nekarî bigihêjê armancê û wiha pê de çû: “Ji 8ê mehê ve êriş dikin lê nikarin berxwedana me bişikînin. Lê me mijûl dikin. Projeya me ya ji nû ve avakirina Sûriyeyê taloq dikin. Hewldanên me yên diyalogê her tim hebûn. Em her tim dibêjin ku pirsgirêkên xwe bi rêya diyaloge çareser bikin. Lê Tirkiye naxwaze diyalog çêbibe û dixwaze li herêmê her tim alozî hebe. Ji ber wê jî her tim bi hincetan êriş dike. Armanca wan ew e ku bi mîsak-i miliyê tevahiya Suriyeyê dagir bike. Ji ber wê jî dixwazin ji vê aloziya Suriyeyê sûd bigrin. Ji ber wê jî ew pirsgirêk ne tenê ya me ye ya tevahiya Suriyeyê. Li dijî vê yekê me jî bang li hemû aliyan kir ku bi tevlîbûna hemû pêkhate, gel û hezên Suriyeyê civînek bê li darxistin û em rewşa welatê xwe nîqaş bikin. Em di hundirê Suriyeyê de ne. Me negotiye em ê Suriyeyê parçe bikin û dewleteke nû ava bikin. Lê Tirkiye tevî vê hincetan digere û êrişî herêma me dike. Çi karê dewleta Tirkiyeyê li vir heye. Geşedanên li vir çima Tirkiyeyê eleqadar dike. Heta niha me êrişî Tirkiyeyê nekiriye ew her tim êriş dikin. Welatiyên sivîl şehîd dikin, rojnamevanan şehîd dikin, êrişî binesaziya herême dikin yanî êrişî her derê dikin. Em jî li dijî vê yekê dixwazin di nava Sûriyeyê de bi rêveberiya xwe ya xweser bijîn. Jixwe vê yekê ne gelên Sûriyeyê û ne jî yên Tirkiyeyê qebûl nake. Projeya Netewa Demokratîk, Sûriyeyê parçe nake bi pêş ve dibe.”
‘Em ji bo yekitiyê amade ne’
Aldar Xelîl bal kişand ser xebatên yekitiya neteweyî ya Kurd û wiha axivî: “Niha li Sûriyeyê qonaxeke nû dest pê kir. Di vê qonaxa nû de hewldanên hemû pêkhate û hêzan çêbibin ku mafên xwe bi dest bixin. Em jî li ser vê yekê Sûriye wê çawa be û di vê Sûriyeya nû de rewşa Kurdan wê çi bibe, me dest bi xebatên yekitiyê kir. Yekitiya neteweyî ya Kurd di vê qonaxê de pir girîng e. Weke Rêveberiya Xweser hem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hem jî ji bo tevahiya Sûriyeyê em nêrînên xwe tînin ziman. Em dixwazin dema em çûn, li ser mafên Kurdan diyalog pêk anîn bila hêzeke din a Kurd li cem me bin. Bila nêrîna me yek be. Ne tenê ENKSê bi hemû partiyên Kurd re em dixwazin yekitiyeke ava bikin. Birêz Mazlûm Ebdî jî di vê mijarê de însiyatîfek pêş xist. Me jî got em ji bo yekitiyê amade ne. Lê ya ku em dibinin partiyên din ji bo yekitiyê ne amade ne. Xuyaye îradeya ENKSê ne di destê wan de ye. Yanî hinek dibêjin qey ENKSê nebe yekitiya Kurdan ava nabe. Ew şaş e. Yekitiya Kurdan cuda ye lê tifaqa partiyên Kurd ji bo projeyeke cuda ye. Yekitiya Kurdan jixwe heye. Kurdan îradeya xwe nîşan daye. Em tev li vê herêmê bi hev re dijîn û niha jî li Suriyeyê rewşeke aloz derketiyê holê. Em jî dixwazin di vê rewşa aloz de nêrînên me yek bin. Lê ne tenê lihevkirina me ya ENKSê tenê partiyên din jî hene divê hemû partî di vê qonaxê de nêrînên xwe bikin yek. Em bi xwe amade ne bila gelê me jî wisa bizanibe. Lê bila baş bê zanîn ku em dev ji felsefeya Neteweya Demokratîk bernadin. Lê di mijara mafê Kurdan de em fikra xwe bikin yek.”
‘Ji bo yekitiyê dê konferansek bê lidarxistin’
Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di demên pêş de ew ê konferansekê li dar bixin û got: “Partiyên ku tev li vê konferansê nebin û nîqaş nekin wê li derve bimînin. Yanî dema em kom bûn partiyek nehat ew partî dê li derve bimîne. Yanî partiyên ku hatin civatê ew partî wê li ser herêmê bi nêrîn û nîqaşan biryaran bigirin û nêrînên xwe bikin yek.”