Koma muzîkê ya gerîlayên Kurdistanê Awazê Çiya bi berhemên xwe yên bi navê ‘Destana PKKê, ARGK Rizgarî, Navê vê û Serîhildan cihê xwe di dilê bi milyonan mirovî de girt. K om ji ber ku karên xwe yên hunerî li nava şer dimeşîne, her wiha weke ‘Koma Şehîdan’ jî tê pênasekirin.
Di nava komê de Şehîd Delîla Meyaser, Zerdeşt Dersim, Devrîm Dîlok, Michael Panser, Zanîn Herekol, Şoreş Semsûr, Ronî Wan û Agir Serîhildan jî hebûn.
Koma ku bi mehan e li ser albûmeke nû dixebitî, amadekariyên xwe qedand û albûma xwe bi navê ‘Dara Jiyanê’ pêşkêşî muzîkhezan kir. Produktoriya albûmê ji aliyê Hunergeha Şehîd Zerdeşt ve hate kirin.
Albûm li malpera Youtube ya Med Hunerê hate weşandin. Awazê Çiya bi 10 berhemên nû derdikeve pêşberî muzîkhezan. Navên van berheman jî bi vî rengî ne: Hevalno, Azê, Honê Ma, Fedaî, Çepik, Çiçek, Dara Jiyanê, Heval Agir, Rêwiyo û Payîz.
Klîba Dara Jiyanê
Awazê Çiya ji bo berhema ‘Dara Jiyanê’ klîbek amade kir. Med Hunerê klîb li ser malpera xwe ya Youtubeyê parve kir. Muzîkhez li ser malperê hem dikarin li stranên albûmê guhdarî bikin hem jî li klîbê temaşe bikin. Gotinên berhema ku bi dîmenên çiyayên Kurdistanê hatin weşandin bi vî rengî ne:
Dara Jiyanê
Gotin û Awaz: Awazê Çiya
Stranbêj: Yilmaz Dep û Têkoşîn Cudî
Music producer: Hunergeha Ş. Zerdeşt
Dara jiyan li derya
Şax veda teva cîhan
Deriyê azadîxwazan
Şefaqa pîroz jê za
Li paytexta Kurdistan
Tîrmehekî berxwedêr
Egîdan serî hildan
Bi roniya Rêber Ocelan
Xewna mirovê azad
Jîn da li deşt û çiyan
Hizrê azadî reng da
Stargehên jin jîyan
Li rêya heqîqetê
Bûne derwêşê cengê
Cangoriyên rumetê
Peşengên her serdemê
Çem bûn lehî û herîkîn
Ber bi derya evînê
Dil bi baske li gerdunê
Ji bo azadiya jînê
Ocaxa pîr û merdan
Civaka bi hemû rengan
Hilberî li çar helan
Bi roniya Rêber Ocelan
Berhemên ku qala şehîdan û berxwedana wan dike
Berhemên di albûmê de qala têkoşîna gerîla û berxwedana gel û zindanan û şehîdan dike. Mînak, berhema ‘Hevalno’ li ser hezkirin û hesreta hevrêtiyê ye.
Di berhema ‘Azê’ de qala şehîd Azê Erdal tê kirin. Ev strana Awazê Çiya bi vî rengî ye:
Bi ciwantiya te hejîya
Mejîyê wan nemerda
Tirs û xof da ser dîlê
Wan Xayîn û wan bêbexta
Çil roj û çil şevên dirêj
Li dijî hişmendîya qirêj
Me şerkir şerekî bi hêz
Em bûn destana Ava Zê
Di berhema bi navê ‘Honê Ma’ de jî qala diyaloga dayikekê bi du zarokên xwe dike ku tevlî şoreşê bûn.
Berhema ‘Çîçek’ a di albûmê de li ser endama Konseya HPGê şehîd Çîçek Kûrtûlan e. Di berhema ‘Dara Jiyanê’ de jî qala Rêber Apo û berxwedana li zindanan tê kirin.
Berhemên li ser Agir û Aervan
Awazê Çiya şehîdên TEV-ÇANDê Agir Serîhildan û Şervan Erkendî bi du berheman bi bîr tîne. Bi berhema ‘Hevalê Agir’ qala şehîd Agir Serîhildan, bi berhema ‘Rêwiyo’ jî qala şehîd Şervan Erkendî tê kirin.